Di Edebiyata Kurdî de
Giringiya Hawar ê: Hawar yekemîn kovara kurdî bi
tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî
bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di
pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye.
Yekemîn hejmara kovara Hawar di
15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine.
Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran
derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî
Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de
xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di
kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî
nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de
bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewan kir.
Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn
da wiha got:”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn
xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.”
Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4
rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî yê kovarê bi
alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni
dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên
pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Alî Bedirxan, ku êdî ew
jî wê çaxê hatibû Lubnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî
tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî de bûn kesên
navdar.
Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15'ê
gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Di sala 1998'an de hemû hejmarên hawarê ji
aliyê Ferat Cewerî hat berhevkirin o bi awayeki orijînal ji weşanxaneya Nûdemê
hat weşandin
Hawar ji bo gelê kurd; dîrokek e, dîroka
edebiyata kurdî ya modern e. Hawar ji bo
kurdên bêyî
dibistan tê maneya dibistaneke neteweyî.
Taybetiyên kovarê
gelek giring hene. Mirov nikare bibêje Hawar tene kovareke edebiye. Ew bi gelek
berpirsiyaran rabûbû, wê dixwest ew gelek valahiyan dagire. Ew
ne berdewamiya
tiştekî heyî bû, wê tiştek ji tune de ava dikir. Loma barê wê giran bû. Ji bo
wê gelek tişt destpêk bûn. Destpêka tiştên nû jî zehmet e. Lê Celadet bi bêhna
xwe ya fireh, bi kapasîteya xwe ya entelektuelî ya piralî dixwest Hawarê bike
navnîşana gelek tiştan.
Ferat Cewerî ji bo giringiya Hawarê wiha
dibê je: “ Yek jê, berî Hawarê, alfabe û giramereke tekûz tunebû, Hawar bû kovareke
zimanî. Berî Hawarê nimûneyên edebiyata kurdî ya modern pir bi sînor bûn, Hawar
bû kovareke edebî. Werger tunebû, Hawar bû kovareke wergerî. Gotar tunebûn,
Hawar bû kovareke gotarî. Ez dikarim lîsteyê dirêj bikim û gelek tiştên din lê
zêde bikim. Lê heke ez bi kurtî bibêjim, Hawar dibistaneke milî bû, navnîşana
gelek şaxên hunerê bû, labaratuara nivîskar û şaîran bû, di navbera edebiyata
klasîk û ya modern de pirek bû, kevirekî giran ê avahiyeke ebedî bû.
Hem Hawar hemjî nifşa wê tesîreke mezin li
ser edebiyata kurdî hîşt. Hawar demeke dirêj di bêdengiyê de ma. Ew dema
bêdengiyê di edebiyata kurdî de qutbûneke mezin û têkçûneke mezin bû. Nifşê li
dû wê xwe negihandê, wê xwe negihand nivşê li dû xwe. Mîna ku keşifek bûbe, ew
keşif negihiştibe kujekî dinyayê û yek rabe ji nû ve wê keşifê bike. Yanî ji
berdêla ku li ser ava bike, ji nû ve ava bike. Bo nimûne, ew çirûskên ku di
salên şêstî û heftêyan li Tirkiyê ronahî dan, ji Hawarê bêpar bûn. Haya Faîk
Bucak, Kemal Badilî, Musa Anter, Edîp Karahan, Feqî Husên û heta cihekî Mehmed
Emîn Bozarslan jî zêde ji Hawarê tunebû. Jixwe tevgera salên heftêyî ya xurt ji
bilî çend kesan, bi temamî ji Hawarê bê hay bû. Loma, Hawarê ne di dema xwe de
rola xwe ya pêwîst lîstiye, ne jî tesîra wê ya xurt li nivşê piştî wê bûye. Ez
dibêjim, piştî ku me li xerîbiyê dest avêt Hawarê, ew ji nû ve çap kir, di
televizyon û rojnameyan de li ser peyivîn, me civîn û semîner li ser çêkirin,
ew hêdî hêdî di nava rewşenbîrên kurdan de belav bû, nifşê nû xwe gihandê û ji
nû ve tesîra wê xuya bû. Bêguman me bi Hawarê re nivîskar û hevkarên wê jî dane
naskirin. Ev jî me bi riya Nûdemê kir. Em di Nûdemê de li ser Celadet û Kamran
Bedir-Xan, li ser Qedrî Can û Osman Sebrî û Nûredîn Zaza rawestiyan û me ew bi
nifşê îro dan naskirin. Nivşê îro jî, çi biçûk, çi mezin, li Hawarê xwedî
derketin, jê îlham girtin û xwe pê serbilind his kirin. Bêguman, ji bilî tesîra
îlham û edebiyatê, Hawarê di warê zimên de jî tesîreke mezin li kurdan kir. Ez
dibêjim heke Hawar ji nû ve nehatibûya weşandin, wê kurdan di warê zimên de pir
serên hev biêşandana.
Mijarên rojeva Hawarê û rojeva niha çi qas ji
hev cuda ne? Gelo em dikarin bibêjin kurdan wê demê jî heman tişt dixwastin,
îro jî heman tiştan dixwazin, lê belê helwestên li hemberî daxwazên wan zêde
neguheriye? Hawar qêrînek bû, bangek bû, zengilekî jixewşirakirinê bû. Xwediyê
Hawarê carina bi bergerîn, carina jî bi hêrs ji kurdan re digot: Kurdino, an
mebêjin em kurd in, an jî bi zimanê xwe bixwînin. Di dema Hawarê de kurd ji
hemû mafên xwe bêpar bûn, serîhildanên wan têk çûbûn, bêhêvî mabûn. Loma,
Hawarê dixwest di wê bêhêvîtiyê de hêviyekê ava bike. Carina gava ez rûpelên
Hawarê di ser hev re diqulipînim, ez dibêjim belkî Hawar ne ji bo dema xwe
derdiket, ew ji bo îro derdiket. Ev jî nîşana dûrbîniya rewşenbîrekî bi
kapasîte ye. Ez çima vê dibêjim, ji berku di dema Hawarê de hejmara xwendeyan
pir kêm bû. Lê dîsa jî Hawar bi pîvanên kovarên welatên herî pêşketî derdiket.
Aniha, tu Hawarê bidî ber kovarên wê demê, tu ê tu kêmaniyê tê de(F.C)”
Celadet
Alî Bedirxan û Rola wî ya Hawarê: Celadet Alî
Bedirxan siyasetmedar, rojnamevan û zimannasêkurd bû. Celadet kurê Emîn Alî
Bedirxan û Senîha Xanimê ye. Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan
Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê
nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û
nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye.
Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe
ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê
Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya
doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata
niştimanî kir. Di nav xebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û
alîkarên Serhildana Agirî bû. Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan
jî dizanibû: Îngilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên
Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Celadet Bedir-Xan ji bi riya Haware Xani
gihand dema me. Digel ku bazara kurmanciye di dema Haware de ji kesad bu,
xwendevan tunebun, niviskar tunebun, dibistanen kurdan tunebun, kurd şikestibun
u rewşenbir u peşewayen kurdan hewcedari jiyana sirgune bubun ji, disa Celadet
Bedir-Xan, li sirgune dest avet derxistina kovara Haware u bere wi li peşerojê
bu. Em iro fehm dikin be Celadet rewşenbireki ciqasi durbin buye. (F.C)
Celadet ji bilî navê xwe taybetî kovara
Hawarê de bi navê ; Bavê Cemşîd, Sînemxanê gelek caran jî navê Herekol Ezîzan hwd. wek mexles nivîs bikar aniye.
Gele
gotarên bi navê “Bişarê Segman” hatine nivîsandin hene, derc dikin ku ew
jî Celadet be. Her wiha navê “Nêrevan” jî ser wê texmînê ye.
Li gor fikra Celadetî, ew li encama
muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gihişt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû
berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû
û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
Helbet, ji bo
pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji
dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.(Hawar)
Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara
yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku
alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr
Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî
çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye.
Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî
(latînî) kiriye.
Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi
navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş
da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan.
Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û
parêzeriyê bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima.
Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku
careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana
Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di pêşeroja nêz da ew
derfet çênabe. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên
rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand. Pênç hejmarên
Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi
Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd
hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr
Celadet giranî da ser Ronahiyê.
Dawî: Em dikarin
bibêjîn malzaroka edebiyata kurdiya modern Haware, afirînerê giyana Hawarê jî
Celadet e.
(AKIN SERHEDÎ)

Çavkanî
1.
^ a b Radikal gazetesi Kitap eki, Sayı 38, 28 Ağustos
2009.
2.
^ a b Konuyla ilgili bir haber, erişim tarihi 01
Eylül 2009.
3.
^ Ferheng.org Kürtçe internet sözlüğü., erişim tarihi 02
Eylül 2009
4.
^ Günlük gazetesi internet sitesi, erişim tarihi 01
Eylül 2009.
9.
Gotara Dıjkolonyal Û Wêneyê Serdestıya Tırkan
Dı Kovara Hawarê De Zülküf
Ergün
10. Firat Cewerî: HAWAR Dengê Bêhêviyan Bû
Mamoste Akin Serhedî/31-01-2016
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...