Asta Zanistî de pêşketina zimanê Kurdî


 

ZANISTÊ DE PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ


Standartîzekirina ziman ji bo yekrêziyê, kareke gelek girîng e. Dema ev yekrêzî li qadên navnetewî be, ev girîngî bi bihayê zêr û diran tê pîvan. Ser re jî dema ev xebat ji bo zimaneke neteweyeke ne azad, erdnîgarî li bin simên hespên dijminan bên perçiqandin û li qada navneteweyî ne xwedî maf be êdî biha bi zêr û zîvan jî nayê pîvan, tenê bi dîrokbûnê tê xelatkirin. Jixwe xelat û dîyariya herî mezin jî dîrok dide wan kesên van karan dike.

Bîranîna 8 Adarê/Birçîmayîna Min

 Sala 2016 an jî 17 bû. Dîsa şaredarî ketîbû destê qeyûman. Sazîyên civakî hatin girtin. Dest ji meş, daxûyanî an jî mîtingan berdin, çar mirovan nedikarî bên ba hev. Hema bêje her roj ser malinan de digirtin û hin xebatkar, endamên an jî welatîyên bêguneh digirtin bin çavan. Tirseke giştî ketîbû nava civakê.

Wê heftîyê hevalên xebatkar tim mijûl bûn. Roj ji bo rêxistinkirina jinan a ji bo tevlîkirina mîtînga 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji beyanî heya mexreb dixebitîn. Dema dihatin mal jî îca xebatê wê rojê dinirxandin û bernameyên roja din çêdikirin. Ber re jî reng û dirûtina fîstanên xwe yên wê rojê li xwe bikin bi hev re parve dikirin. Xifşêxanê jî heya mexreb amadekarîya hatina hevalên xwe yên jin dikir ku xwarineke xweş, germ û bi dilê wan bide wan dikir û ava serşoyê her tim amade û germ bû. Xêra wan me jî têr serê xwe dişoşt. Helbet xenîya me ya xarinê jî bo.

Her roja 8 Adarê nêzîktir dibû kelecana wan zêdetir û xwarin xweştir bû. Me mêrên(!) malê digot, xwezi heyvê carekê 8 Adarê ba, çi xweş e. Axirî bi wî awayî roja mezin hate ber derî û êdî kirasfistan û awayê gulîbadana her kesê aşkere bû. Şeva dawîyê êdî gêşedan û rêkûpêkîya nava qada pîrozkirinê hatin niqaşkirin û herkesê peyvira xwe girt, dê kî li kû be û çi bike. Her wisa biryarên dema tişteke awarte çêbe an jî êrîş çêbe dê çi çawe bikin jî girtin.

Ger hûn bipirsin hûn mêrên(!) malê li kû bûn û di çi astê de tevlî van xebatan dibûn? Xanî 2 mezel û mitfaq bû. Piştî hevalên jin zêde bûn em zelam ajotin mezela piştê a biçûk û sar. Carinan jimar gelek zêde bibûya, em diman bênivîn jî. Min gelek caran betenî pêçaye û kirîye bin serê xwe ve û nivîstîme ji ber nebûna balingiyan. Lê hey ji tirsa hey jî ji hestên welatparêzîyê, me dengê xwe nedikir, heya dikarim ser navê xwe bêjim, ji ber min xebata wan pîroz didît, ez gelek hestîyar dibûm. Lewra herkesê nediwêra di wê heyamê de xebateke wisa bikira. Weke din jî dema me kengê hewl dabe em xwe tevlî bikin û alîkarîyê bidin wan, gotina"heval ev xebateke özgün e/xweser e" weke şimika pîrika min ya binî dar li nava devê me diket û me xwe dida paş.