Ezmûna Kurdî di 7 mijaran de bu sepana Androidê-Hate Nûjenkirin

Sepana Ezmûna Kurdî/Kürtçe Sınav Uygulaması(Android)
Hate Nûjenkirin
 
  “Di sedsala em tê de êdî hema bêje her tişt bûye dîjîtal. Lewra nivşên nû pirtirîn demê xwe di nava vê cîhana dîjîtal de derbas dike. Helbet nivşên me û yên babê me jî heya astekê bivênevê sûdê ji vê cîhanê digire. Bes mixabin ev demderbaskirin piranî bi tiştên pûç û vale tê tejîkirin. Ji ber vê gelek rexne û gazind tên kirin. Lê kes nabêje ger madem pêşî li vê yekê nayê girtin, ka em dikarin çi bikim û naveroka vê cîhanê bixin xizmeta netewa xwe de.” Bele aha destpêka vê gazinda di dil û mejiyê min de û piştgiriya kurdîhezên derdora min, ez anî vir û ev sepan li min da nivîsandin. Hêvîdarim bi dilê Kurdîhezan be."

Cara yekemîn e sepaneke bi vî awayî hatiye çêkirin. Ji bo eleqeya we spas.⤵️

Bînin Xwar


Ji bo Bînin Xwar an pêlî remza li jor an jî Pêlî Vir Bikin
Dîroka Nûjenkirina Dawî: 24.02.2021
 
Nîşe:  Ger Ji ber polîtakayên Google Play Storê hûn nekarin sepana li jor li telefona xwe bar bikin an jî destûrê bixwaze ji bo bakirinê . Ji kerema xwe li nivîsa min a "Rêbaza  Destûrdayîna Barkirina Sepanên li Derveyî Google Play Storê" binêrin.

   

BEŞÊ:ÊN/WANEYÊN SEPAN


1- ÇI ÇIYE ?
2- RÊZIMAN
3- WÊJE
4- DÎROK
5- ERDNIGARÎ
6- OL
7- MAMIK
     Pirsên her waneyê, ji asta şagirtiyê dest pê dike û ber bi asta mamostetiyê diçe.
     Dizanim, kêm e, lewaz e û yên bikarin ji vê qenctir û çêtirtir çêkin jî hene, bes hêza min têra vê kir. Ya mayî jî yê bi rexne û pêşniyarên we pêş bikeve. Lewra ger hûn rexne û pêşniyarên xwe bigihêjînîn me, em ê li goreyî wan naverok û teşeyê sepanê her tim nûjen bikin.
      GER HÛN BAWERIN KU EV SEPAN KÊRÎ TIŞTEKÊ TÊ, JI KEREMA XWE RE JI DERDORA XWE RE PÊŞNIYAR BIKIN. 
      Ji bo ked û piştevaniya hêzdar ya, Dr. Dilbirîn Emer, Mamoste Ehmed Îsiv, Seyda Ridvan û Hevala Leyla Misto ez gelek spasdarim. Bawer bikin ger van kesan piştevaniya min a giyanî/manewî nekiriba, her çiqas demke dirêje ev sepan di serê min de hebû jî, min hêz û baweriya çêkirin vê sepanê, di xwe de nedidît. Spasdarim....

      Bi Silav û Rêzdarî.
          War BOTAN

(JI BO REXNE Û ŞÎROVEYAN, FORMA BINIYA VÊ NIVÎSÊ KAR BÎNIN)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...