Ne
xewn bû ne xeyal bû û ne cin bûn ne hov bûn. Berî çend rojan li gerdûneke nenas
de du mirov li parkekê li rêx min rûniştin. Yek 75-80 salî û yê din 25-30 salî bû.
Hevûdu nasnedikirin. Li ser wan kursiyê parkê diaxivîn. Xal piştî temenê xorto
pirsî şaş ma weke min û dûv re xorto bi zimanê evînê axivî:
___ Na lo! Welleh ez ji te bawer
nakim! Tu herî kêm 50 salî yî. Wa xuya ye, mûyekî reş di pora te û di riha te
de nemaye!
