TACDÎNÊN BÊ SİTÎ-Bavê Bedirxan

TACDÎNÊN BÊ SİTÎ
Ne xewn bû ne xeyal bû û ne cin bûn ne hov bûn. Berî çend rojan li gerdûneke nenas de du mirov li parkekê li rêx min rûniştin. Yek 75-80 salî û yê din 25-30 salî bû. Hevûdu nasnedikirin. Li ser wan kursiyê parkê diaxivîn. Xal piştî temenê xorto pirsî şaş ma weke min û dûv re xorto bi zimanê evînê axivî:
          
            ___ Na lo! Welleh ez ji te bawer nakim! Tu herî kêm 50 salî yî. Wa xuya ye, mûyekî reş di pora te û di riha te de nemaye!
            ___ Nexêr xal nexêr, bi navê Yezdanê Dilovan hêj nebûme 30 salî!
            ___ Erê law bila weke te be tu rast dibêjî lê sedema spîbûna mûyên te, qurmiçokên çermên te çi ye?
            ___ Xal sedem, rihê min pîr bûye. Derdan ez xwarime, êşan ez kurmî kirime! Gelo tu nizane mirovên derdkêş ji Eyubê kurmgirtî bêhaltirin. Tu çavên min nabîne gelo xal? Her roj her şev para wan rondik in, hêsir in. Sedem ez im xal sedem tu yî sedem hinekî Elî ye hinekî Rojîn e hinekî jî çavên xezala min in…

            Gelo tu evîndar nebûyi xal? Evîndarê spîndarekê, hevîdarê dîtîna por xelekekê, lavakarê gep sêvekê an jî murîdê rûkenekê…
Xal…
Gelo te, tu car şer nekiriye ji bo xatirê keziyê Edûlê?
Gelo tu qet li kuçeyê Amedê li yara bedew negerîya yî?
Gelo tu li Cizîra Mem de li heviya Zîna Zêdan  nemayî?
Gelo tu li Sîpanê Xelatê ji bo Xeca Serhedî pey pezkoviyekê neketî?

Xal…
Gava mirov dil dikeve xezalan xal, por spî dibe dil dîl dibe xal dil dîl dibe… Ew ne hepsa Amedê ye ne ya Merdînê ye û ne ya Şirnexê ye. Ew heps hepsa evînê ye xal… Gava mirov dibe endamê wê hepsê Xal:
ji xewka şêrîn radibin dibêjin Têlî,
di nava rojê dibêjin Têlî,
evarê dibêjin Têlî,
bi saetê bi gavê bi deqê bi sanîyê dibêjin Têlî,
kefen bikin ber bi qebra tarî re, rê bikin dibêjin Têlî,
Mele terqînê bixwîne dibêjin Têlî,
her du memûrê Xweda werin pirsan bikin dîsa dibêjin Têlî…

Ev evîn agir e Xal evîn agir e... Te dişewîtîne, te di nav xwe de dihelîne, te dike êzingê jiyanê lê gava tu ketî nava agirê evînê agir ji te re dibe birka Kewserê Xal. Welleh Xal, ew çêja ku ji wî agirî mirov distîne ne şêx ne mela ne keşiş ne haham distînin ji tu ayînan.  Ev hezar sal in evîndarên mîna min mijangê xoşewîsta xwe rast nekirine lê di nav agir de soberiyê dikin Xal…
 Xal…
            Sedem bextê min e xal bextê min î reş û tarî ye…Yara xelkê li rêx wan de ji wan re gîtar û kemanan didin, konsertan ji wan re saz dikin ya me kemaçe û ribaba me şikestî ye. Ne daholek heye reqe reqê  ji dinyayê bîne ne kemaçe xuya dike mirov milan bihejîne û ne ribab heye me bisotîne. Sedem bextê min e xal bextê min î…
             Xal…
            Nizanim çi ji cenabê te re bibêjim. Welleh ez ne Xanî me Memo û Zînê bikim behane û dengê xwe rakim. Ez ne Şêxê Sen’an im bibim şivanê berazên yara xwe û ne Mele Ehmed im xwe bikim şebçirax… Derdê min difore û min diperitîne. Ez di 20 saliya xwe de bûme kalemêrek. Êdî xal tu bibêje pora min bibe berfa Çiyayê Agirî, dilê min bisote, kezeba min biperite ez şeht û lal bibim ne mafdar im gelo?

            Xorto, wiha got û rabû xatir ji xal xwest. Xal, di cihê xwe de rawestiyabû. Deng jê nedihat. Hêsirên çavên xwe paqij dikirin weke min. Xorto, dûr ket xalo êdî bi dengekî bilind digiriya. Ez çûm digel wî di dile min de aştkirina wî hebû lê gava xal di ber xwe de got:

____ Xwedayo! Min digot ez tenê me yê bi vî agirî ketî. Min digot ez im şehînşahê evîndaran. Lê va ye yên ji min xirabtir jî hene. Tu me êdî weke Tacdîn, bigihîne “Sitî”ya me.

Min û rondikên xwe hêdî hêdî bar kir û em ber bi gerdûna derewan ve hatin.


No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...