Deng, dayîna Yezdan e, bikaranîna wî şarezati ye lêê dengbêjî kesayet e.
Ji ber dewlemendiya erdnigariya Kurdistanê, her tim bûye qada talan û
wêraniyê. Tepeseriya li ser vê erdnigariya nehêlaye sazî û dezgehbûneke demdirêj
pêk bê. Her çiqas hineke sazbûn carinan pêk hatibin jî piştî hilweşanê berhemên
heyî jî hatine tunekirin. Girêdayî van sedeman li Welat berhem û çavkaniyên
nivîski hema bêje tune ne. Beranberî vê yekê gotin û deng pir xwurt derketiye
pêş. Bi dengî hemû bûyer û hest hatine gotin û verêjîn. Bûye stran, çîrok,
destan, dîrok, zanist, helbest,...hwd
Di nava van bûyînan de cûreya herî balkêş stranin. Ji ber ku stran bi gotina
xweş re dengeke xweş û ji dil gotin jî divê. Ew dengê ahenga bêmeqam derketî êdî bûye
stran. Lewma çiqas bala gel kişandi be ewqas bala sermayedaran jî kêşaye û bûye
piyaseyeka ya bazirganiyê jî.
Tişta dengbêj, dengxweş û stranbêjan ji hev dike, sekna kesan e.
Dengxweş, li goreyî dilê hineke kes û koman dipêjin û dibêjin. Dixwazin dilê
hineke kes û koman xweş bikin. Stranbêj gotinan ji ber dikin û dibêjin lêêê
dengbêj li kêleka gelê xwe ye. Şirîkê şîn û şahiyên milletê xwe ye. Her kalîn û
nalîneke wan, ji şîn û şahiyên civaka ew di nav de jiyan dikin tên dotin. Bêyî
tirs û goman rastiyên xwe û gelê xwe dibêjin. Carinan bûne hewariyê zilmeke nayê
gotin, carinan keserên evîndarekê, pesindayîna çavên yarekê, berîkirina
dayîkekê, hisreta azadiya welatekê, danasîna heremekê...
Helbet dê bedelên vê jî hebe. Lewra wan gelek caran mîna zarokekê
gotine "Kral Taziye" an jî serên xwe bi stranên xwe li ber kotek û zoriyê
netewandîne. Gelek dengbêjan bi jiyana xwe ev bedel dayîne. Gelekan jî li
welatên xwerîbiyê koça dawî kirine. Di nava dengbêjan de jî yên herî zehmetî
kêşayîn dîsa jin in, mixabin. Ji bo ev bê fêmkirin, jiyana Miryemxan, Xoxê(Nesrîn Şêrwan) an jî Eyşe ŞAN ê zanîn bes
e. Ew çiqas bi tekoşîna xwe ya li himberî pergala mêr sekinî be ewqas li himberî
zilmata dewletê jî sekinîne. Mînakeke berbiçav, strana Eyşanê li ser Şirnexê gotî, ger li goreyî
derfetên îro bê nirxandin şaşîtiye. Wê demê ew strangotin ne karê herkesê bû. Ji
bo gotina wê ciret diviya...
Keseke din jî yê bi deng û sekna xwe heya dawiyê tekoşîn dayî, Salhê
Şirnexi ye. Ew î jî bêyî kû çavê xwe bigire ev bedeldayîn li ser milên xwe girt
û heya mirina xwe jî ev sekna xwe parast. Tişta Salhê Emerê Cangîr(Salih Kemo)
kirî SALHÊ ŞIRNEXÎ ev rastî bû. Sekna wî ya welatparêz û netewhez. Ew bi vê
sekna xwe bûye nirxeke yê Botan û hemû welat. Rehma Yezdan li ser tirba wan û
ronahiya wî ji li nava tirba wan be.
Hêviya me ew e ku kes û komên karên danasîna çandê dikin lêgerîn û
lêkolînên xwe berfirehtir bikin. Ji ber ku gelek kesên mîna Salhê Şirnexî bêdeng
û pêjin çûn û gelek tiştên nirx û giranbiha xwe re birin. Em wan bi dilxweşî û
minetdar bîr tînin...
War BOTAN
(15/03/2017)
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...