Pitrûka Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN ji pêlên hibra pênûsa nivîsakar Kamran Simo Hedilî derketiye. Romaneke Dîroki ye. Li ser şerê berxwedana Mala Eliyê Unis(Qewmê Çiyê) hatiye navîsandin. Dîrok nivîsîn, xwendin û daqultandin kareke mecîd e. Ger dîrok bê nivîsîn, divê bangî giyana mirovan bike ku da bandoreke bide avakirin. Dîroknivîsîna armanca wê zanîna dîrokê be, divê ji rastiyan ne dûr be, her wisa ne jî ewqas sar û bar be. Dîroka girêdayî rastiyan û bi xemleke wêjeyî hatî nivîsên ji gelek pirtûkên dîrokî balkêştir û cihgirtirin. Ev pirtûk di vî warî de xurt û berketiye. Me bi salan dûbare dûbare dîroka desthilatdaran xwend. Bes ji ber ku ji rastiyan dûr bû û ne bi xemlekî wêjeyî hatibûn nivîsîn, di dil û mejiyên me de qet cih negirt. Ji bo her ezmûnê, me ji serî de çend carên din dixwend lê dema ezmûn diborî tişteke nedima seriyan de. Heya ezmûneke din Yezdan Kerîm bû. Helbet em qala lêkolînên dîrokzanan nakin. Lewra dîroknivîsîna lêkolînerî divê bi awayê rêk û pêkiya zanistî be û li goreyî hineke rêgez û rêbazan bê destgirtin.