Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN

       
      Pitrûka Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN ji pêlên hibra pênûsa nivîsakar Kamran Simo Hedilî derketiye. Romaneke Dîroki ye. Li ser şerê berxwedana Mala Eliyê Unis(Qewmê Çiyê) hatiye navîsandin.
       Dîrok nivîsîn, xwendin û daqultandin kareke mecîd e. Ger dîrok bê nivîsîn, divê bangî giyana mirovan bike ku da bandoreke bide avakirin.  Dîroknivîsîna armanca wê zanîna dîrokê be, divê ji rastiyan ne dûr be, her wisa ne jî ewqas sar û bar be. Dîroka girêdayî rastiyan û bi xemleke wêjeyî hatî nivîsên ji gelek pirtûkên dîrokî balkêştir û cihgirtirin. Ev pirtûk di vî warî de xurt û berketiye. Me bi salan dûbare dûbare dîroka desthilatdaran xwend. Bes ji ber ku ji rastiyan dûr bû û ne bi xemlekî wêjeyî hatibûn nivîsîn, di dil û mejiyên me de qet cih negirt. Ji bo her ezmûnê, me ji serî de çend carên din dixwend lê dema ezmûn diborî tişteke nedima seriyan de. Heya ezmûneke din Yezdan Kerîm bû.
       Helbet em qala lêkolînên dîrokzanan nakin. Lewra dîroknivîsîna lêkolînerî divê bi awayê rêk û pêkiya zanistî be û li goreyî hineke rêgez û rêbazan bê destgirtin.

       Pirtûk, bi naveroka xwe şahidiya bûyereke dîrokî û kêm tê zanîn, tenê cihê xwe di nav wêjeya devkî(dengbêjî) dike. Her wisa bi zimaneke romanî, rasitiyeke dîrokî dide fêmkirin. Weke tê zanîn piştî pêşketina teknolojiyê, hêdî civatên wêjeya devkî nemane. Lewra ger berhemên bi vî awayî nekevin bin mîsogeriya pênûsan ve mixabin gelek gelek dê heya nivşeke din li ber xwe bidin tune bibin.
       Ji aliyê kesayetên naveroka pirtûkê ve, berhemeke serbixwe ye. Lewra kesayeta Kurd radixe ber çavan. Na ne tenê kesayeta serdema bûyer qewimî, her wisa kesayeta kurdên vê serdemê jî didahûrîne. Kesayeta Kurdan ya aliyeke xwe ve nûker û hekariya dijminê xwe dike, aliyên din jî berxwedêr û qet radest nabe mîna merşekê radixe ber çavan.
       Kesayeta Rindêxan û jinên din ên di romanê de qala wan hatî kirin jî sekn û helwesta jina kurd a berxwedêr û cangorî bi zimaneke herikbar hatiye destgirtin. Jixwe di tekoşîna sedsala dawî ya jina Kurdan de ev nav û helwest bûye find.
       Zimanê romanê yê ahengî û tasvîrên erdnigariya romanê, xwendevanan li heremê dide gerandin. Her çiqas min herema bûyerê nedîtibe jî, lê ger carekê riya min bike wan deran ez ê li şkeft û çiyayên navboriyên romanê de bigerim. Taybetî kavlê qazidên lê razayî, paşê ketîn kemîna leşkeran û li ber xwe dayîn. Yanê ewqas zindî hatiye tasvîrkirin.
       Weke kêmasiyên romanê jî; bi ya min diviya ew roman berfirehtir bihata destgirtin. Lewra di gelek deran de dem qut in. Demên navborî weke zincîreke bênavber nehatiye destgirtin. Lewra têkiliya demên naveroka pirtûkê hinekê lewaz e. Di çapkirinê de çend peyvên şaş hatîn nivîsîn hebûn, ev jî kêmasiya weşanxaneyê ye. Di beşa romanên dîrokî de pirtûkeke pir hêjaye.
War BOTAN
23.04.2018/SERHED

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...