Keyar/Kivark/Fungî(Mantar)


      Keyar/Kivarik, demsala biharê dema xurîn/birûsk kete asîmanan û barana biharan dest pêkir, derdikevin. Demeke zû de mezin dibin û her wisa demek kin de jî hişk dibin. Nava gel de ji ber tama wan a xweş weke "Goştê Feqîran" jî tê binavkirin.
Keyarik, giyayeke xwezayî şîn dibe ye, ava wan ji nexweşiyên çavan re baş e. (Hedîsa Şerîf)


Rêvas/Reun Ribes(Uçkun/Işgın)



       Giyayeke demsala bihara zû ye, di mehên gulanê û li erdnîgariyên çiyayi şîn dibe. Her çiqas kêm bên xwarin jî gelek taybetiyên wan ê baş hene. Bi riyên zanistî hatiye pişterastkirin ku dermanên her derdî ye. Dermaneke xwezayî ye. Navê wan ê zanistî "Reun Ribes” e. Ev giyayê maka xweşiyê ya taybetî ji bo tekoşîna penceşêrê tê karanîn, ji bo nûjenbûna û pêşketina şaneyan/hücre pir baş e. Giyayê di encama lêkolînan de aşkere bûyî ku di nava xwe de cewherên kîmyevî dihewîne, di başkirina gelek nexweşiyên giran de tê karanîn. Di nava civakê de bi navê "Mûzên Zozana" tê binavkirin. Giyayê rêvasan ji aliyê hewandina wîtamîna C de gelek dewlemend e û wîtamînên A, B1, B2, E û K jî dihewîne.