Keyar/Kivark/Fungî(Mantar)


      Keyar/Kivarik, demsala biharê dema xurîn/birûsk kete asîmanan û barana biharan dest pêkir, derdikevin. Demeke zû de mezin dibin û her wisa demek kin de jî hişk dibin. Nava gel de ji ber tama wan a xweş weke "Goştê Feqîran" jî tê binavkirin.
Keyarik, giyayeke xwezayî şîn dibe ye, ava wan ji nexweşiyên çavan re baş e. (Hedîsa Şerîf)



Naveroka Wan:
* Têr proteîn e
* Taybetmendiya wan a antîbiyotîk heye


JI ÇI RE BAŞ E:
Çav: Mirov ava wan biguvêşe û berde çavan de, nexweşiyên çavan(hêza dîtina çavan, edaba çavan) baş dike.
Westan: Xwarina keyarikan westana laşî kêm dike, hêzê dide laşê mirovan.
Bandora wan a neyînî:
Hinek keyarik bijehrin. Piştî xwarinê mihilandina wan zehmet e. Êşa bayê/romatizmayê zêde dikin. Divê kesê romatîzmaya wan heyî zêde nexwin. Dema keseke bi jehra keyarikan ket, mirov sêka bixwê bide wan baş e. 

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...