38- Mala pîrê, Xweştire ji ya mîrê
39- Nedîtî dema dît, Xwe de rît.
40- Dibêje lê napêje.
41-Nêrekerê biharan.Diçe dixwe qêvaran, Xwe digevîze l'şûnwaran, Dizire heya êvaran
42- Rovî têre, Tirî tirşe.
43- Rovî tirs ji baranê hebaya, Kulindok serê dûvê xwe ve nedikir.
44- Ez dibêjim nêre, tu dibêjî bidoşe
45- Hirç û seyran , Rovî û govend
46- Rıh dıbe bust, neyar nabe dost
47- Ji xelkê re behre, Ji min re jehre
48- Me ne çêleke li garanê , Ne bazare li nik gavanê
49- Berdeee, Binê te erde.
50- Şirîkên Salê, yekê ka bir, Yekê dan
51- Me kur xwedî kir bi pistanan, Keçên xelkê ji me standin bi berî û navranan(PH)
52- Çûkika wîtwîtanî, Te tiştek ji hesabê salê nezani, Te mala xwe xera kı,Ya min li ser danî
53- Ezmano girtiyo, Sero vehêsar
54- Bela xwe jê veke, çiraye û diraye
55- An naçe aşî an jî dema diçe aşvanî dikuje
56- eeeh Tu dibêjî qey sala xelayê serê min duhn daye
57- Nandizê hebandir
58- Golika te gund winda búye, Tu li girě zalo lê digerî
59- Roj bûn sal, Kevano bûn baqal
60- Kûçik goştê kûçikan naxwe
61- Yarê/a derewîn carekê dixwe firavîn
62- Leklegê emrê xwe xilas kir bi leqleqê
63- Tu diz bi dizê zêra be, Tu hîzbî hîzê spehîyan be
64- Hem dize, Hem dabiriz
65- Siwarê xelkê her peyaye.
66- Girtiye şîrî, Naberde pîrî
67- Bila çavên mirov li rêya dûrbe, Bila ne li gora kûrbe
68- Kenê bêaran, Tê ji kuna dîwaran
69- Tişta kû hate xwarê, Êdî naçit karê
Di navbera dîroka 06.05-06.06.2016 de di koma facbokê a bi navê Çand Folklor de hatîne komkirin. ji bo hemû hevalên parveker malavahîyê dikin....