Gotinên Zêrînî (Herama Botan)

1-Tir li ki kû, das li kû.
2-Heçî dizine ji xwe dizane, yê nezane ji ya wan ve mesele baqê niskê ye.
3- Diwaro ez ji te re dibêjim, bûkê guhê xwe bidê.
4- Me bûk anî lez û bez, Dîsa sivga malê bûm ez
5- Min got, Cotyaro xet û xet
Wî got, Min nekirye, Ez nakim qet û qet 
6- Dengê diholê xweşe, Lê nêva wê vala ye
7- Heya kefa desta reş nebi, Tama devî xweş nabi
8- Waa mamê keşe, Bêje çi xweşe, Dinya xweşe Bê qerqeşe
9- Peyvira rondikê çava, Rêya ken paqij dike
10- Yekê nezanî çi bike, Xelk û alemê behsê bike, Çû tejî kaniya Gund bike.
11- Tirra xwe neke şalê xelkê de.
12- Şûn li şopê ve, gü teşkan ve.
13- Dûvikê rovî, şahidê rovîye.
14- Ne li gelî yê kur de razê, Ne xewnê xirab bibîne
15- Nanxwerê sifra dirîn
16- Meznê me bû silo, Xwerê me çilo
17- Heya zer nebe, bila der nebe
18- Got; koro te çi divêt, Got; Çavekê rûn, Girarekêv têr duhn
19- Helîmê got Kelîmê, Dêhla kor.
20- Hey kirmê darê ne ji darê be, Darê tu carî pütû nebe.
21- Nikare kerê, radhêle kurtanî
22- Tir bilin ar kulind
23- Şîr û metalê te li pişt derî hilawistîne, Lê kelha tu diparêzî valeye
24- Tizbehê wî sedûyek Liv e lê marê zigê reşe
25- Hêj nexwariye heta kuşpilbike
26- An mal û mêr an tevr û bêr
27-  Hê min û halê min, Şehne hat bû yarê min
28- Diza ji Diza dizî, Erd û ezmana lê derizî
29- Neynûk ji jarî ,pirç ji harî tê
30- Şeqlo şema mal li me ma
31- Şam dûre, Ma mişar jî dûre, de keremke
32- Şam şekir e, Lê welat şirîntir e
33- Tu çi bikî karê , Ew ê bêxarê
34- Jûvana gû bixwariya gû nedima
35- Ava xwestiya, Naçê hestiya
36- Tovê xweziya şîn nebûye
37- Bila rê be Bila dúrbe, Bila kûrbe Bila borbe, Bila bûk be Bila pîrbe(*)
38- Mala pîrê, Xweştire ji ya mîrê
39- Nedîtî dema dît, Xwe de rît.
40- Dibêje lê napêje.
41-Nêrekerê biharan.Diçe dixwe qêvaran, Xwe digevîze l'şûnwaran, Dizire heya êvaran
42- Rovî têre, Tirî tirşe.
43-  Rovî tirs ji baranê hebaya, Kulindok serê dûvê xwe ve nedikir.
44- Ez dibêjim nêre, tu dibêjî bidoşe
45- Hirç û seyran , Rovî û govend
46- Rıh dıbe bust, neyar nabe dost
47- Ji xelkê re behre, Ji min re jehre
48- Me ne çêleke li garanê , Ne bazare li nik gavanê
49- Berdeee, Binê te erde.
50- Şirîkên Salê, yekê ka bir, Yekê dan
51- Me kur xwedî kir bi pistanan, Keçên xelkê ji me standin bi berî û navranan(PH)
52- Çûkika wîtwîtanî, Te tiştek ji hesabê salê nezani, Te mala xwe xera kı,Ya min li ser danî
53- Ezmano girtiyo, Sero vehêsar
54-  Bela xwe jê veke, çiraye û diraye
55- An naçe aşî an jî dema diçe aşvanî dikuje
56- eeeh Tu dibêjî qey sala xelayê serê min duhn daye
57- Nandizê hebandir
58- Golika te gund winda búye, Tu li girě zalo lê digerî
59- Roj bûn sal, Kevano bûn baqal
60-  Kûçik goştê kûçikan naxwe
61- Yarê/a derewîn carekê dixwe firavîn
62-  Leklegê emrê xwe xilas kir bi leqleqê
63- Tu diz bi dizê zêra be, Tu hîzbî hîzê spehîyan be
64- Hem dize, Hem dabiriz
65- Siwarê xelkê her peyaye.
66-  Girtiye şîrî, Naberde pîrî
67- Bila çavên mirov li rêya dûrbe, Bila ne li gora kûrbe
68- Kenê bêaran, Tê ji kuna dîwaran
69- Tişta kû hate xwarê, Êdî naçit karê

Di navbera dîroka 06.05-06.06.2016 de di koma facbokê a bi navê Çand Folklor de hatîne komkirin. ji bo hemû hevalên parveker malavahîyê dikin....

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...