dîmenî(VÎDEO) û Ezmûneke qasî 100 pirsan pêk tê. Keremkin bêbiha/belaş bînin xwarê û li ser zimanê Kurdi xwe pêş bixin....
Ji bo sepana “Rêzimana Kurmancî” bînin xwarê keremkin an pêlî remza sepanê ya li jêr 👇 an jî PÊLÎ VIR BIKIN...
Ji kerema xwe ji bîr nekin bibin aboneyê qenala me ya Youtubê û hesabûn me yên medya civakî yên li jêr 👇bişopînin...
👉YOUTUBE 👍
Derbarname:
Di sedsala em tê de êdî hema bêje her tişt bûye dîjîtal. Mirov êdî dikare bi vê dîjîtalîzebûne pirtûkxaneya xwe di berîka xwe de bigerîne. Weke kurdekê min jî bi hişmendîya "zimanê me rûmeta me ye, divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin" xwest di vî warî de qasî zanîna xwe, keda xwe bixim xizmeta zimanê Kurdî de.
Sala 2018 yê, despêkê bi armanca ji bo keça xwe sepaneke sûdewer a hînkirina ziman çêbikim, paşê bi pêşnîyar û piştevanîya manevî a nas û hevalan, berê min ket rîya çêkirina sepaneke berfirehtir. Min bi hişmendîya, ger dê û bab xwe nezanin û nas nekin dê zarokên wan jî nekarin xwe bizanin û nas bikin, dest bi lêkolîn û nivîsina sepaneke kurdî kir.
Heya berbiqedana sala 2018, bi mijûlahîyeke
demdirêj min sepana yekem “Ezmûna Kurdî” ya ji 7 beşan (ÇI
ÇÎYE+RÊZIMAN+WÊJE+DÎROK+ERDNÎGARÎ+OL+MAMIK) pê tê, bi naveroka 7 ezmûnan, ji bo kurdîhezan amadekir û
bêbiha/belaş di bloga "ÇANDA ME CAN DA ME"
de parvekir. Her wisa ji bo karanîna "Ezmûna Kurdî" hewcedarî bi internetê jî tune ye.
Ya rast ji ber nezanîna danasîna di platformên cuda de û piçekê jî
ji şerma, ez bawerim negiha ber destê gelek kesan. Qasî ez dibînim, heya niha
jimara kesên anîn xwarê gihaye dora 200 kesî. Lê hema gihayî be kesekê jî ez
bextewer im. Helbet ji ber sepan bi dûvdirêjka APK ye, kurdîhezên anîn xwarê bêyî bikevin bloga “Çanda Me Can Da Me”
jî dikarin APK ê bi hineke din re jî parve bikin. Yane ji bo armanc xizmet e,
min tu rêyên parvekirinên asteng nekirin.
Hizra çêkirina sepana “Rêzimana Kurmancî” jî piştî ketim perwerdeya onlîne ya Rêzimanî, asta 3. ya Med-Derê û asta 4. a Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê kete serê min. Helbet ez ji bo piştevanî, alîkarîya naveroka mijarên perwerdê, yên bi PDF û amadekirina pirsên ezmûnê ji rêveber û mamosteyê MED-DER Miradê Miradan re spas dikim û malavahîya wî dikim, her wiha ji bo Dîmenên/Vîdeo mijarên perwerdeyê jî Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê pîroz dikim. Her çiqas min hewl dabe ku ez heya 21 Sibatê "Roja Zimanê Dayîkê yê Cihanê" sepanê biqedînim û weke dîyarîya rojê parve jî bikim bes mixabin min nekarî.
Ji ber naveroka sepanê bi berfirehî li jêr hatîye nivîsîn, ger bi kurt û kurmanci bidim nasîn; sepan ji 11 WANE yên hem bi nivîskî(PDF) hem jî dîmenî(VÎDEO) û Ezmûneke ji 100 pirsan pêk tê. Jixwe li jêr bi berfirehî naveroka sepanê hatîye nivîsîn. Keremkin lê binêrin...
NAVEROKA SEPANÊ
Beşa Perwerdekirinê(Pol)
WANE 1: Danasîn Zimanê Kurdî(Vîdeo+PDF)
WANE 2: Alfabeya Kurdî(Vîdeo+PDF)
WANE 3: Cînav(Vîdeo+PDF)
WANE 4: Veqetandek(Vîdeo+PDF)
WANE 5-: Daçek(Vîdeo+PDF)
WANE 6: Gihanek(Vîdeo+PDF)
WANE 7: Tewang(Vîdeo+PDF)
WANE 8: Ergatîvî û Agûzatîfî(Vîdeo+PDF)
WANE 9: Dema Niha(Vîdeo+PDF)
WANE 10: Dema Bê(Vîdeo+PDF)
WANE 11: Dema Borîya Berdest(Vîdeo+PDF)
EZMÛN: Heya niha qasî sed(100) pirsan li naveroka beşa “Ezmûnê” hatîye barkirin û armanc barkirina pênsed(500) pirsan e.
Dizanim, kêm e, lewaz e û yên bikarin ji vê qenctir û çêtirtir çêkin jî hene, bes hêza min têra vê kir. Ya mayî jî yê bi rexne û pêşniyarên we pêş bikeve. Lewra ger hûn rexne û pêşniyarên xwe bigihêjînîn min, ez ê li goreyî wan pêşnîyaran li gorî hêza xwe naverok û teşeyê sepanê her tim nûjen bikin. Hêvîdarim bi dilê Kurdîhezan be.
ŞÎYARÎ: Ger Ji ber polîtakayên Google Play Storê hûn nekarin sepana li jor li telefona xwe bar bikin an jî destûrê bixwaze ji bo bakirinê, ji kerema xwe li nivîsa min a "Rêbaza Destûrdayîna Barkirina Sepanên li Derveyî Google Play Storê" binêrin.Nîşeya Parvekirinê ya Amade(Ji bo parvekirina we hêsanîtir
bibe, hûn dikarin bi naveroka amade ya li jêr re sepanê parve bikin an jî xwe bi xwe xwe jî bi peyameke taybet belav bikin.)
Kesên bixwazin hînî RÊZIMANA KURMANCÎ bibin û piştî mijaran bi pirsên mamosteyên jîr û jêhatî bikevin ezmûnê, ev sepan dê pir kêrî karê wan bê. Ji kerema xwe, hûn jî parve bikin da her Kurdîhez bigihêje vê çavkaniyê.
Lînk⇒https://candame.blogspot.com/2018/10/ezmuna-zimane-kurdi.html
Bi Silav û Rêzdarî...
War BOTAN
NÛJENÎ Û GUHERÎNÊN HATÎN KIRIN
02.03.2021
1- Pola Perwerdeya Dîmenan/vîdeo ji binî ve hate sererastkirin.(ji awayê listeyî hate derxistin û rasterast dîmen hatin barkirin.
2- Remza sepanê hate guhertin
Têbinî: Gelek camêr ji min dipirsin ka piştevanîya aborî ya vê sepanê kî dike, te çiqas alîkarîya aborî standîye hwd. Heya niha tu sponsor û piştevanên sepanê yên aborî qet çênebûne û min tu caran ji kesê jî ev daxwaz nekirîye. Lê helbet hebûna dê baştîr jî bûya ;-)
Ji bo şîrove, pêşnîyarên sererastkirin û pêşxistinê hûn dikarin li binê nivîsê û li ser hesabûn me yên medya civakî yên li jêr hizrên xwe bi me re parve bikin.
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...