Bîranîna 8 Adarê/Birçîmayîna Min

 Sala 2016 an jî 17 bû. Dîsa şaredarî ketîbû destê qeyûman. Sazîyên civakî hatin girtin. Dest ji meş, daxûyanî an jî mîtingan berdin, çar mirovan nedikarî bên ba hev. Hema bêje her roj ser malinan de digirtin û hin xebatkar, endamên an jî welatîyên bêguneh digirtin bin çavan. Tirseke giştî ketîbû nava civakê.

Wê heftîyê hevalên xebatkar tim mijûl bûn. Roj ji bo rêxistinkirina jinan a ji bo tevlîkirina mîtînga 8 Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji beyanî heya mexreb dixebitîn. Dema dihatin mal jî îca xebatê wê rojê dinirxandin û bernameyên roja din çêdikirin. Ber re jî reng û dirûtina fîstanên xwe yên wê rojê li xwe bikin bi hev re parve dikirin. Xifşêxanê jî heya mexreb amadekarîya hatina hevalên xwe yên jin dikir ku xwarineke xweş, germ û bi dilê wan bide wan dikir û ava serşoyê her tim amade û germ bû. Xêra wan me jî têr serê xwe dişoşt. Helbet xenîya me ya xarinê jî bo.

Her roja 8 Adarê nêzîktir dibû kelecana wan zêdetir û xwarin xweştir bû. Me mêrên(!) malê digot, xwezi heyvê carekê 8 Adarê ba, çi xweş e. Axirî bi wî awayî roja mezin hate ber derî û êdî kirasfistan û awayê gulîbadana her kesê aşkere bû. Şeva dawîyê êdî gêşedan û rêkûpêkîya nava qada pîrozkirinê hatin niqaşkirin û herkesê peyvira xwe girt, dê kî li kû be û çi bike. Her wisa biryarên dema tişteke awarte çêbe an jî êrîş çêbe dê çi çawe bikin jî girtin.

Ger hûn bipirsin hûn mêrên(!) malê li kû bûn û di çi astê de tevlî van xebatan dibûn? Xanî 2 mezel û mitfaq bû. Piştî hevalên jin zêde bûn em zelam ajotin mezela piştê a biçûk û sar. Carinan jimar gelek zêde bibûya, em diman bênivîn jî. Min gelek caran betenî pêçaye û kirîye bin serê xwe ve û nivîstîme ji ber nebûna balingiyan. Lê hey ji tirsa hey jî ji hestên welatparêzîyê, me dengê xwe nedikir, heya dikarim ser navê xwe bêjim, ji ber min xebata wan pîroz didît, ez gelek hestîyar dibûm. Lewra herkesê nediwêra di wê heyamê de xebateke wisa bikira. Weke din jî dema me kengê hewl dabe em xwe tevlî bikin û alîkarîyê bidin wan, gotina"heval ev xebateke özgün e/xweser e" weke şimika pîrika min ya binî dar li nava devê me diket û me xwe dida paş.

Mîratê, te digot qey em ê xebatên wan sabote bikin, kar û xebatên xwe ji me vedişartin û diçûn mezel an jî mitfaqê. Lê pa çi xem e, wan bandoreke heralî baş li Xifşêxanê kirî bûn û em jî xenî birbûn bi xwarina herî xweş. Min jî bêminet, bêyî ku bêjim, şîvê mêvan heye,(min dizanî xwarinê dîsa xweş bê çêkirin) hema bêje her roj hevaleke xwe tanî şîve, bi serbilindî. Her carê jî hevalên min ê hatî şîvê ez pîroz dikirim ji bo xizmet û mijûlbûna Xifşêxanê ya bi mêvanan re. Êêê perê min jî digihaştin ewran.

Axirî dûr nakim dirêj nakim, serê hazir û guhdaran gêj nakim, 8 Adarê hat. Ez siharê zû çûme kar, helbet hişê min li ser mîtinga wan ê jî. Ka tevlîbûn çawene? Bi dilê wan çêbû ye? Tişteke awarte derket an ne? Ji lewma her serê 1-2 demjimêran min di înternetê de li weşana zindî ya çalekîya wan dinêrî. Tevlîbûn li hemberî ewqas tirsa hatî avakirin zêde bû û bi wê mîtingê li bajêr tirs hate şikênandin. Her çiqas di dema qedandin û belavbûna çalekîyê de hineke gaza îsotê xwarin bin jî lê tişteke mecîd tune bû.

Ez jî pir kêfxweş bûm û min gilêza devê xwe paqij kir ji kula xwarinên xweş ên şîvê em bixwin re. Ez ji kar derketim, çûn gulfiroşekê, min qasî jimara jinên malê gul kirîn û devliken ketim rêya malê. Rê de birayê min ê li xopana İzmîrê dixwend li min gerîya û pirsa rewşa min û mlabatê kir. Axirî çawe çêbû nizanim ji devê min felitî, ne ser xêrê ,min got, min gul kirîne. Mêro gote hoho ho nabe tu tenê gulekê bibî ji Xifşêxanê re, ji xwe tu roja destgirtîya û filan û bêvan pîroz nakî, tenê vê rojê pîroz dikî, divê tu dîyarîyekê jî danî ser gulê ji Xifşêxanê re. Her çiqas min li ber xwe jî da piştî ajîtasyona keko ya pîrozNEkirina rojên tiroviro û hizra çêkirina xwarinên xweş ên şîvê bên ber min, ez qaneh bûm ku ez dîyarîyekê jî bibim jê re. Rabû min bazneke xemilandîyê zîv jî ji zêringir kirî û kire berîka xwe de. De here û tu naçî bavê Teyyar...!

Ez giham ber derê malê, min sermilê xwe rast kir û li derî xist, carekê, ducar, sê car.... na bavo kesê derî jî li min venekir. Min got, heqê Xwedê ev dîsa xwarinên xweş ve mijûlin, ka ez li telefona Xifşêxanê bigerim da derî vekin. Bi derxistina telefonê ya di berîka de re,derî vebû. Hevala Koçer derî vekirî bû, bi rûyeke tirş û tehl. Min got xêr be heval! hûn teşqelene, tu ji kesê nehatîye ne wisa? Got, na lo tişteke tine, tu biecî! lê em pir westan e û tu halê me nemaye ji westanê. Ooo! te ji me re gul anîne, spas mamoste. Me jî îro transîteke gul belav kir! çi xweş bû! Tekelê min ê alîyê gulanînê fisssîn jê hat û kete ser hêsinên canta. Min di dilê xwe de got xem nake, gelek ked dan û westan, bi keda xwe serbilindbûn mafê wan e. Min gula wê dayê û ez derbasî malê bûm.

Rasterast çûm cihê xwarinê. Çi bibînim, her yekê mîna Tiralê Bexdayê li nav mitfaqê, weke termê hezar sale mirî bi tîk û delingên xwe yên herî û teqin ve xwe dirêj kirîne.  Min got, ev çi hale heyran. Koçerê got, mamoste willeh hemû westan e, kerixîne û ketine mal de. Ma we xwarin jî çênekirîye? Koçerê got, xwarina çi heval, îro roja me ye, îca em xwarinê jî çêkin wîîî. Heval, ez dizanim îro roja we ye, jixwe min jî got roja wan e, dê ji me re xwarinên gelek xweş çêkin ji bo xatirê rojê. Heyho, min çawe we got, hevalên erdê re term jî rabûn û dest bi qalkirina wateya rojê û xistina jinê û dîroka mêr...hwd. Wê gavê çîzînî ji tekerê min ê alîyê xwarinê jî hat û fisa. Min zanî şîv çû û ez mam birçî. Min dia kir ku nebêjin, ka em westan e, ji me re xwarinê çêbike. Min newêra dengê xwe jî bikim. Xifşêxanê got, ka xêra xwe binêre min nîsk danîbû ser agir, ne pijaye gelo. Çi kul û halê heyî min lê nêrî, ji ber min gelek birçî bû, li gorî min nîsk pijabû! Axirî kelam me nîska xwe ya nepijayî bi tirşîya xwe war û em mayîn bêçay jî...

8 Adarê Roja Jinên Kedkar di kesayeta dayîk, xwişk, hevjîn(Xifşêxan) û hemû hevalên min ên jin de li hemû jinên kedkar pîroz dikim...


Bi heskirin û minnet...


War BOTAN/07.03.2021

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...