Stûna netewbûnê; Ziman û alfabeyên kurdan-War Botan


 Di nav pîvanên sereke yên netewbûnê de yek ji stûna sereke ziman e. Dema bi çand, erdnîgarî û dîrokê re ziman nebe, angaşta em neteweyeke qedîm in lewaz dimîne û ji aliyê neteweyên din ve dibe mijara niqaşkirin an jî tunehesibandinê. Ji dema serdema ji ber hewcedariyên jiyanê çêbûna ziman û vir de û  piştî veqetîna koman a ji hev a fîzîkî çand û ziman jî pêş ketine û hatine guherîn. Bi van pêşketinan re, dawiya demeke dirêj êdî ji ber van guherînan komên mirovan jî xwe ji hev cuda dîtine. Helbet di destpêkê de ev cudahî di rasthatin an jî têkiliyên komên cuda de, ji derveyî ziman an jî hevfêmkirinê de nebûye sedema tu arîşe û şeran. Xwecudadîtin hebe jî ev cudahî ne sedema êrişan an jî tunehesabandinê bû.

Giyana Ziman û Kurtkirina Peyvan-War BOTAN

 



Her zîman weke gîyaneweran zindî ye û dema cihê jîna giyaneweran xera dibin êdî nikarîn li wir bijîn ango jiyana xwe ji dest didin. Her wisa dizê û ser xwe ve zêde jî dike. Dema tiştekî nû tê afirandin, bivê nevê divê bê binavkirin û bi vî awayî bi xwe re navekî diafirîne. Ji ber  ziman xwedî giyan e, weke her giyanewerî/ê dema çêdibe/tê cîhanê heyama zarokatiyê, kamilbûnê, pîrbûnê û mirinê dikeve pêşiyê. Ji her zimanî re ev serdemên wiha, ne weke hev dirêj an jî kurt in. Her ziman li gorî hişmendî û temenê civaka ew afirandî wan heyaman kurt an jî dirêj dijî.

Zimanên xurt dikarin di derfetên heyî de, li gorî dem û hewcedariyên xwe biguherin. Carinan bi zanebûn û zêdetîr jî bêyî haya mirovan jê hebe diguherin an jî kurt dibin. Guherîn dibe ku erênî be dibe ku jî neyînî. Tişta başî yan jî nebaşiya guherînê diyar dike, hiş û têgihaştina civaka karênerên ziman e.

Alfabeya Kurdî ya Kevin

 Alfabeya Masî Soratî yek ji alfabeyên kevnareye ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. Ev alfabe xwediyê 37 tîpan bû. Ibn Wehşiye di berhema xwe ya bi navê Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-aqlam (bi îngilîzî An Explanation of Ancient Alphabets and Hieroglyphics) de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwannivîsiye, dibêje: 

Alfabeya Masî Soratî (ji pirtûka Ibn Wehşiye)

BI ZIMANÊ KURDÎ #CejnaZimaneKurdiPirozbe


 













BI ZIMANÊ KURDÎ


Ne tenê roja cejnê bîranîn

Divê her kêlîyê bê karanîn

Raxe ser çokan, ji bo xwezanîn

Jiyan bike bi zimanê kurdî


Bi axive bi xwerûtî û herk

Bi perwerdeyê bikelîne zerk

Ziman pîroz e, her tim bike erk

Jiyan bike bi zimanê kurdî


Hest bi zimanê dayîkê nerm e

Pêjin bi kurdî, dil pelê germ e

Nezanîn li ba me gelek şerm e

Jiyan bike bi zimanê kurdî


Gelekan giyan ji bo bexşandin

Pêlavên xwe li çolan qetandin

Xewnên şevan de ziman hewandin

Jiyan bike bi zimanê kurdî


Dildar digot, îman û niştiman

Dem pêl e, dixeniqe ev ziman

War dîn bo ji ber xemên bêxeman

Jiyan bike bi zimanê kurdî


War BOTAN

16.05.2022


Ezmûna Kurdî di 7 mijaran de bu sepana Androidê-Hate Nûjenkirin

Sepana Ezmûna Kurdî/Kürtçe Sınav Uygulaması(Android)
Hate Nûjenkirin
 
  “Di sedsala em tê de êdî hema bêje her tişt bûye dîjîtal. Lewra nivşên nû pirtirîn demê xwe di nava vê cîhana dîjîtal de derbas dike. Helbet nivşên me û yên babê me jî heya astekê bivênevê sûdê ji vê cîhanê digire. Bes mixabin ev demderbaskirin piranî bi tiştên pûç û vale tê tejîkirin. Ji ber vê gelek rexne û gazind tên kirin. Lê kes nabêje ger madem pêşî li vê yekê nayê girtin, ka em dikarin çi bikim û naveroka vê cîhanê bixin xizmeta netewa xwe de.” Bele aha destpêka vê gazinda di dil û mejiyê min de û piştgiriya kurdîhezên derdora min, ez anî vir û ev sepan li min da nivîsandin. Hêvîdarim bi dilê Kurdîhezan be."

Cara yekemîn e sepaneke bi vî awayî hatiye çêkirin. Ji bo eleqeya we spas.⤵️

Bînin Xwar


Ji bo Bînin Xwar an pêlî remza li jor an jî Pêlî Vir Bikin
Dîroka Nûjenkirina Dawî: 24.02.2021
 
Nîşe:  Ger Ji ber polîtakayên Google Play Storê hûn nekarin sepana li jor li telefona xwe bar bikin an jî destûrê bixwaze ji bo bakirinê . Ji kerema xwe li nivîsa min a "Rêbaza  Destûrdayîna Barkirina Sepanên li Derveyî Google Play Storê" binêrin.

   

BEŞÊ:ÊN/WANEYÊN SEPAN


1- ÇI ÇIYE ?
2- RÊZIMAN
3- WÊJE
4- DÎROK
5- ERDNIGARÎ
6- OL
7- MAMIK
     Pirsên her waneyê, ji asta şagirtiyê dest pê dike û ber bi asta mamostetiyê diçe.

Kürtçe Sözlük - WQFerheng



Bînin Xwar
JI BO BÎNIN XWAR PÊLÎ BIKIN
 
Kürtçe sözlük, çevrimdışı, Wîkîferheng in (Wiktionary nin Kürtçe versiyonu) verileri kullanılarak geliştirilmiştir. 475.000 e yakın başlığın 260'den fazla dildeki açıklaması ile açık ara en büyük diller arası sözlüktür. Sözlükte hem Latin, hem Arap alfabesi ile arama yapılabilir, hem de sözlük Kürtçe Latin ve Arap alfabesi ile okunabilir. Sözlüğün veri tabanı zaman zaman Wîkîferheng in veritabanı ile senkronize edilecektir. Anahtar kelimeler: Kürtçe, Sözlük, kürtçe sözlük, Kürtçe Türkçe, Türkçe Kürtçe, Almanca Kürtçe, Kürtçe Almanca, İngilizce Kürtçe, Kürtçe İngilizce, Farsça Kürtçe

Kürtçe ~ 150.000
İngilizce~ 84.000
Türkçe~ 68.000
Arapça~ 44.000
Farsça~ 20.000
Almanca~ 23.000

Ferhenga Kurdî ya çavkaniyên Wîkîferhengê, wersiyona Kurdî ya Wiktionaryê, wek bingeh digre ye. Bi wate ya sernavên ji 475.000 zêdetir a nêzî 260 zimanan ve, ew ferhenga herî mezin a navzimanî ye. Bi alfabeya Erebî û Latînî dikare li ferhengê gerrîn û bi Alfabeya Kurdî ya Latînî û Erebî ew dikare bê xwendin. Daneyên wê dem bi dem ê bi dane yên wîkîferhengê ve bên wekhev kirin. Peyvên lêgerrînê: ferheng, ferhenga kurdî, ferhanga kurmancî, kurdî-tirkî, kurdî-almanî, almanî-kurdî, Kurdî-îngîlzî, kurdî-farisî înglîzî Kurdî , Farisî Kurdî, wikiferheng.

Gotinên Pêşiyan Kürtçe Atasözü

 


JI BO BÎNIN XWAR PÊLÎ BIKIN


Proje: Ji Gencîneyê Bo Gencîneyê
Amadekar: Ekrem Yorga; 
Ez li dibistanek a wezareta perwerdehiyê mamostayê kompîterê me.
Çend Xal: 
Ev projeya Gotinên Pêşiyan: Bi taybetî ên devera Şirnex in. Sala 2013'an de min bi awayekê xebata qadê kom kirin. Dibe ku hinek kêmasi hebin lê ez dê wexteke kurtde pêkbînim. Ger hûn şaşîyan tê de bibînîn û hûn bi riya e-mailê ji min re bişînin ez dê bextewer bibim. 
Xaleke din a giring; ger di destê we de jî "Gotinên Pêşiyan" hebin û hûn parve bikin ez dê wan jî di bernameyê de bicih bikim û bêxim xizmeta gel de...
Ji bo peyamên we Emaila min: 
ekremyorga@hotmail.com


Tekoşîna Ziman Û Gazind(Gotar)

               Di erdnîgariya mazovan tê de wekî mêvan tên dîtin, xebat û hewildanên ji bo ziman wekî qedexe tê dîtin û di dadgehan de bi vê tewanbariyê zimanzan an jî kurdîhez tên darizandin. Heyf û mixabin e, lê mafeke me yê gazindan tune. Ji ber ku awayê gazindî nêzîkatî nişaneya lewaziyê ye. Helbet em ê van tepeserî û bêdadiyê bînin ziman û rexne bikin, lê gazind tişteke cuda ye. 

BANGEWAZÎ...! Dewreyên Zimanê Kurdî



Bangewazî: 
Li Kurdî der a Şirnexê Serlêdana waneyên; Rêzimanê, Dîrokê, Wêjê û Felsefê yê dest pê kiriye. Kesên dixwazin beşdar bibin bila xwe li Şaxa Kurdî Dera Şirnex SERLÊDANÊ bikin.

Şırnak Kurdi-Der Kürtçe'yi Yaşatmazsak, Unesco Raporuna Göre Kaybolacak

21 Şubat 2015 Cumartesi 

Şırnak Kurdi-Der Kürtçe'yi Yaşatmazsak, Unesco Raporuna Göre Kaybolacak Kurdi-Der: Kürtçe'yi yaşatmazsak, UNESCO raporuna göre kaybolacak ŞIRNAK'ta 21 Şubat Dünya Anadil Günü etkinliğinde konuşan Kurdi-Der temsilcisi Mehmet Barut, Kürtçe'nin ana dil olarak okullarda zorunlu okutulmasını isteyerek,"Eğer biz Kürtçe'yi yaşamımızda yaşatmazsak, UNESCO raporuna göre kaybolacak" dedi.



Kurdi-Der"den Anadilde Eğitim Yürüyüşü

Kurdi-Der"den Anadilde Eğitim Yürüyüşü

Şırnak Kurdi-Der Şubesi “Anadilde Eğitim Yürüyüşü” düzenledi. Şırnak Sanat Sokağında bulunan Kurdi-Der Şubesi önünde toplanan kalabalık, ellerindeki değişik Kürtçe pankartlarla slogan atarak çarşı merkezinden yürüyüşe geçerek Şırnak İl Milli Eğitim Müdürlüğü önüne kadar yürüdüler.

Şırnak Meydanı'nda Kürtçe Ders

Diyarbakır, Şırnak'ın Cizre, Hakkari'nin Yüksekova ilçelerinde dün Kürtçe okulların açılmasının ardından valiliklerin aldığı kararla mühürlenip kapatılmasını, Kürdi-Der Şırnak şubesi protesto etti. Şırnak Cumhuriyet Meydanı'na kurulan tahta ve sıralarda 30 öğrenciye Kürtçe ders verildi. Kurdi-Der öğretmenleri tarafından verilen derste, öğrencilere Kürtçe harfler tanıtıldı. Yaklaşık 40 dakika süren dersin ardından öğrenciler dağıldı.

Kurt û Kurmancî, Ast Bi Ast Perwerdeya Zimanê Kurdî (Vîdeo+PDF)

Di deh(10) waneyan/dersan de hemû mijarên sereke û girîng ên zimanê kurdî, ji mamosteyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Elî temaşe û guhdar bikin. Her wisa bi PDFyên li binê dîmenan jî xebatên xwe bidomînin. Serketin, Keremkin

1-Alfabeya Kurdî - Beşa Yekem

 

2-Cînavkên Kurmancî - Beşa Duyem

 

3- Veqetandek - Beşa Sêyem

 

4-Dema Niha - Beşa Çarem

 

5- Raweya Fermanî - Beşa Pêncem 

 

6- Dema Bê - Beşa Şeşem 

 

7- Beşa Heftem - (Demên Borî)

 

8- Beşa Heştem - (Heke/Ku/Eger)

 

9- Beşa Nehem - (-tir, -tirîn, herî) 

 

10- Beşa 10em - (Lêkerên Alîkar: xwestin, karîn, zanîn)

 

 

HÛN DIKARIN JI VAN LÎNKAN BERHEMÊN ZIMANÊ KURDÎ BÎNIN XWARÊ