Tekoşîna Ziman Û Gazind(Gotar)

               Di erdnîgariya mazovan tê de wekî mêvan tên dîtin, xebat û hewildanên ji bo ziman wekî qedexe tê dîtin û di dadgehan de bi vê tewanbariyê zimanzan an jî kurdîhez tên darizandin. Heyf û mixabin e, lê mafeke me yê gazindan tune. Ji ber ku awayê gazindî nêzîkatî nişaneya lewaziyê ye. Helbet em ê van tepeserî û bêdadiyê bînin ziman û rexne bikin, lê gazind tişteke cuda ye. 

              Hişmendiya Gazindan, feraseteke pergalên serdest xistiye nav me de ye. Bi vê ferasetê dibêjin, gazindên xwe bikin û li benda “rehma” me bisekinin. Ger em bixwazin, em ê çareseriyeke li gorî xwe pêşkêşî we bikin. wekî her qadên jiyanê xwe yekane dibînin ku neteweya bindest wekî xulamên/evdên xwe bibînin. 

              Bila kes ji min re nebêje, vaye zimanê Kurdî di her kêlî û quncika jiyanê de tê şiqulandin. Yê bêje jî xwenenas e!. Tiştên hatin gotin û tên gotin, tenê xapandin in. Piranî jî ev kesên wiha teşeyî nêzîkî destxistiyan dibin, mînaka vekirina beşên zanîngehan ên Kurdî didin. Lê nanêrin ku ka sepana van çawa pêk tê û şewla xwe çawe dide jiyanê. Ger bixwesityan hinekê rastiyan bibînin, dê dîtibana di bin kîjan navî de ev beş hatine vekirin. Navên beşan tenê armanca wan diyar dike. Hineke Berredayî jî dibêjin, nav ne girînge, hûn bi wê ve taliqin (dialiqin), belê rast e, em wê jî derbas bikin(!) ka li jimara kesên bibin Kurdolog binêrin, gelo we hay ji ev zanîngehên di bin banên xwe de perwerdeya zimanê Kurdî didin salê çend kontenjanên ji xwendekarên zimanê Kurdî re vedikin, heye?
           Li zanîngehan ji bo çêkirin û lênêrîna neynûkan 20 cihan/kontenjanan vedike, lê ev zanîngehên beşên kurdî vekirîn ji zimaneke dîroka wî diçe 10 hezar salan re 2-3 cihan vedike. Ji vê bibore, gelo kesên van beşan biqedînin dê çi bikin? We çi amadekarî ji bo bersiva vê pirsê re kiriye? Bila şaş neyê fêmkirin, mebesta min ne ew e ku ez bêjim, bila qadroyeke memûriyê bidin van kesan. Kesên ev beş qedandin, nikarin tu tiştî bikin, ji bilî derfetên takekesî pêvetir. Kareke wasat ê wekî di dibistanèn seretayî de heftiyê 2-3 demjimêr bikevin waneyên zimanê Kurdî jî nadin van kesan. Li wan polan, li welatê jiyan bi Kurdî, ji zarokên Kurdî dizanin re bi zimanê Tirkî perwerdeya zimanê Kurdî didin. Rastî ev e!            Divê demildest derfetên lêkolîn û lêgerîna ji bo zimanê Kurdî bên afirandin. Derfetên ji bo Zimanzanên Kurdî encamên van lêgerînan bi gel û raya giştî re par ve bike, konferans, panel, form...hwd. bidin bên afirandin. Ji bo van xebatan aborî ji hêla dewlet û zanîngehan ve bên veqetandin. Wê demê em nikarin bersiva wan lewçeyên îro dibêjin, ma hûn ji bo zimanê xwe çi dî dixwazin, bidin. 
            Tenê derbarê tepeseriya li ser ziman Mînaka zanîngehan esasgirtin helbet kêm dimîne. Nêzîkatiya li himber Kurdan û bi vê re zimanê Kurdî ya di makezagona komarê de, girtina saziyên ziman, pêşîgirtina xebatên zimanê Kurdî, girtina weşan û weşanxaneyên Kurdî, kampanyayên hînbûna zimanên serdest...hwd. Hemû bi hev re asteng û jêxweriyê li ser vî zimanî didin meşandin. Bi evqas tepeseriyê re hîn jî gazindî nêzîkatî, şaşîtiye. Tekoşîna ji bo ziman, tekoşîneke weke her riyên din ên tekoşînê, neteweyiyê. Tenê hêvî ji serdestan kirin û bi vê hişmendiyê bendewar mayîn jî awayeke gazindiye. Lewra em ê hewl bidin, bizivirin xwe, ka kêmasiyên me çî ne, em dikarin çawe bikin, çi bikin? Demê pêşvetir, em ê jî hewl bidin li ser vê mijarê jî hinek tiştan parve bikin.

War BOTAN (07-12-2016)

Nîşe: Ev Gotar di malpera www.kurtdiliedebiyati.com 'e de jî  hatiye weşandin.

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...