Bûyera Sererastkirina Qerna Nû-Rojava

           Sedsala em têde ji gelek zayîn û vezanan re bihemle. Lî gorî çavdêrîya dîrokê piştî hemû qeyranan aramiyeke demdirêj (herî kêm qasî qernekê) tê avakirin. Dî dema qeyranê de hêzên serdest û jêxwer para xwe ji bazara qeyranê digirin van dizînên destxistinê bi peymanekê dixin bin mîsogeriyê. Lewra êdî berjewendiyên wan ên li goreyî peymana dawiya qeyrana borî ketine bin xetereyê û hêzên ji bazara dizan parê dixwazin hinekê hatine guhertin. Divê peymaneke li goreyî hevsengiya nû bê destnîşankirin. 
          Helbet ev berjewedî ne li goreyî berjewendiyên xwecihî û neteweyên heremê li goreyî berjewendiyên hêzên hegemonên tên diyarkirin. Her çiqas aliyê serketî wekî hêzeke heremî xûya bike jî di rastiya xwe de yên serketî aliyê hêzên serdestê serketîne. Tenê wê heyam an jî qernê de dê ew hêza heremî bibe şirîkê pareke biçûk a hêzên jêxwer.
Bila kes nebêje nizanim “kanî tekoşîna li himber emperyalîzmê, kapîtalîzmê, jêxweiyê…hwd. Dema li goreyî vê rastiya (ev rastî ne xelete, lê di vê serdemê de teqez ne pêkane) hate tevgerîn wê demê dê ew netew û ew pêşengtiya nûnertiya wan dike heya dawiyê êş û janan bikişe. Helbet mebesta min ne ew e ku ez bêjim tekoşîn bêwateye, lê ger pêşengtiyên tekoşînan vê rastiyê fêm bikin û li goreyî vê rastiyê tevbigerin, dê bikarin derfetên azadbûna netewe/gelê xwe derxînin holê. Di tekoşîna neteweyan de carinan derfetê dijminê xwe ji bo armanca xwe xebitandin ne tişteke xirabe.
         Lê divê ev serketin ne neteweyan ne jî pêşengên wan bixe nav bayên serxweşiyê û li ser gelên bindest nekeve nava hewildan serdestbûnê.  An jî dema xwe xiste bin ewelehiyê de divê demildest dest ji dûvdirejkiya hêzên jêxwer berde. Heya ger hêzê di xwe de bibîne serî li himber van hêzên jêxwer hilde, ji ber ku yên herî ji wan kişandî ev gelin û ji hemû kesan pirtir dizanin perçiqandin çiye.
         Ev rastiyeke zanistiye ku di dema qeyranan çiqas biçûk be bila biçûk be kîjan hêz xwe baştir rêxistin kirîbe ew hêz ser dikeve. Yane wekî feraseta tê zanîn masiya mezin her tim nikare masiya biçûk bidawirîne.  Mînakên vê di dîrokê de gelekin lewra nakevim nava kite kitên dîrokî. Lê di vê mijarê de mînaka Rojava hêjaye mirov li ser bisekine. Lewra serketina Rojava bûye bûyera çarenûsa vê heyamê diyar bike.
            Di heyama berjewendiyên hêzên jêxwer ji nû ve tên diyarkirin de, hêzeke ji bo hêzên hegemon bi riya wê Rojhilata Navîn kontrol bike di rewşa niha de nemaye. Esad êdî wekî qatil tê nasîn, Bexda lewaze, Îsraîl ji ber cudahiya olî nayê pejirandin, Îran dijbere, dema Barzanî xelas, Tirkiye ji bazara berjewendiyê pareke zêde dixwaze nabe, Dewletên Ereban bi xwe û gengeşiya nava xwe ve mijûlin…hwd. Lewma tenê hilbijêrka sereke ya roja îro PYD ye. Ger tu bazarên hêzeke cuda derxînin hole dernekeve pêş-ji xwe ev jî tê wateya dirêjbûna şerê R.Navîn û ev jî kêrî karê hêzên hegemon nayê-hêza serek ya ku li heremê bibe pêşeng û serwer Tevgera Azadiyê ye. Ji bo ji holê rakirina hêzên hilbijêrkên Kurdan, tifaqeke hêzên Kurd a li 4 qetan jî jêvenegere. Ger ev tifaq pêk bê dê ev sedsal bibe sedsala neteweya Kurd.

War BOTAN


(03.11.2016)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...