Her du-sê salan carekê li Komara Tirkiye dibe hilbijartin. Carînan du-sê sal jî derbas nabe. Piraniya hilbijartinan bi awayeke awarte û zû tên kirin. Helbet her hilbijartinê amûrên propagandayê tên guhertin ji bilî biratiya Kurd û Tirkan a derewîn. Derewa biratiya Kurd û Tirkan her hilbijartinê amûra serekeye bes....
Dema sala 1992 yê dîsa bi hêceta şervanên PKK ketîne nava bajêr(paşê waliyê wê heyamê bi xwe got tişteke wisa tune bû) bajar hate xirakirin û gel bivênevê ji bajar koçer bû(ji sed kesan zêdetir şêniyên sivîl hatin kuştin). Gelek ji wan çûn bajarê Mêrsînê. Bi salan man vî bajarî. Yek ji wan malbatan ew şeş sale bûye kîrîdarê malbateke Tirk. Zarokên wan bi hev re mezin dibin. Bi borîna demî re şîn û şahiyên wan dibin yek.
Her sala hilbijartinê, malbata Tirk bi xwesteka xwe ya ji bo malbata Kurd dengdayînê de dengên xwe bidin partiyan ew bixwazin diçe qeta jêr. Malbata Kurd jî ji bo xatirê wan her carê ew kîjan partiyê bixwazin, dengên xwe didin wê partiyê. Jixwe heya wan deman tu hêviyên kesê tunîne ku partiyên Kurd bikevin meclisê. Malbata Şirnexî jî vê yekê weke şerefekê dibînin û dengên xwe bi dilxweşî dide partiyên malbata Tirk dixwaze.
Hesabên Medya Civakî
slider
Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN
Pitrûka Qêrîneke Bêdeng-RINDÊXAN ji pêlên hibra pênûsa nivîsakar Kamran Simo Hedilî derketiye. Romaneke Dîroki ye. Li ser şerê berxwedana Mala Eliyê Unis(Qewmê Çiyê) hatiye navîsandin.
Dîrok nivîsîn, xwendin û daqultandin kareke mecîd e. Ger dîrok bê nivîsîn, divê bangî giyana mirovan bike ku da bandoreke bide avakirin. Dîroknivîsîna armanca wê zanîna dîrokê be, divê ji rastiyan ne dûr be, her wisa ne jî ewqas sar û bar be. Dîroka girêdayî rastiyan û bi xemleke wêjeyî hatî nivîsên ji gelek pirtûkên dîrokî balkêştir û cihgirtirin. Ev pirtûk di vî warî de xurt û berketiye. Me bi salan dûbare dûbare dîroka desthilatdaran xwend. Bes ji ber ku ji rastiyan dûr bû û ne bi xemlekî wêjeyî hatibûn nivîsîn, di dil û mejiyên me de qet cih negirt. Ji bo her ezmûnê, me ji serî de çend carên din dixwend lê dema ezmûn diborî tişteke nedima seriyan de. Heya ezmûneke din Yezdan Kerîm bû.
Helbet em qala lêkolînên dîrokzanan nakin. Lewra dîroknivîsîna lêkolînerî divê bi awayê rêk û pêkiya zanistî be û li goreyî hineke rêgez û rêbazan bê destgirtin.
Çi Çû, Çi Ma ?!
Çi Çû;
Sevê, Fatma, Pakîze, Hecî, Ronî, zinar, Haşim, Havîn, Cudî, Serdem, Nurhak, Memed... Çûn
Ez tenê mam, qehir, jehir, keser û girêkik ma di gewiya-qirika min de...
ÇI ÇÛ ;
Derew, zirt, pesindayîna xwe, lewçetî ÇÛ
ÇI MA ;
Rastî, tekoşêrî, ciraet, xwenasîn, ked, kiryar, xwihdan, cangorîtî MA.
ÇI Çû ;
Baweriya bi rûniştin û bêdegiye serketin ya me ye çû.
ÇI MA ;
Tenê riya berxwedanê, ew ji can Dîvê li nava meydanê, kê heye ew zeravê candanê. Newêrim bêjim gotina bersivdanê.
Çi Çû ;
Gelek hevalên şirîkên bîranînên min ên giranbiha ji bû armancên gelekbiha ketin pey çirûska rasteqînê-hekiketê, axir û feleka xwe xêr kirin û çûn.
ÇI MA;
Hêrseke serîxwer, bizoteke di kezeba min de, çavek dikim nakim nagirî, lêgerîneke tirsonek a wateyê, Quzilqurt, MA JI MIN RE.
Gelo Ji we çi çû, çi ma...
ÇI Çû;
Zivistan çû, Berf çû, bendewariya biharê, rojên bêhntengîyê çûn.
ÇI MA ;
Bersivbûyîna hêviyên zivistanê ma, tekoşîn, bi hêza xwe bawerbûn ma.
War BOTAN
28.04.2016
Subscribe to:
Posts (Atom)
