Hilbijartin û Biratiya(!) Gelan

         Her du-sê salan carekê li Komara Tirkiye dibe hilbijartin. Carînan du-sê sal jî derbas nabe. Piraniya hilbijartinan bi awayeke awarte û zû tên kirin. Helbet her hilbijartinê amûrên propagandayê tên guhertin ji bilî biratiya Kurd û Tirkan a derewîn. Derewa biratiya Kurd û Tirkan her hilbijartinê amûra serekeye bes....
       Dema sala 1992 yê dîsa bi hêceta şervanên PKK ketîne nava bajêr(paşê waliyê wê heyamê bi xwe got tişteke wisa tune bû) bajar hate xirakirin û gel bivênevê ji bajar koçer bû(ji sed kesan zêdetir şêniyên sivîl hatin kuştin). Gelek ji wan çûn bajarê Mêrsînê. Bi salan man vî bajarî. Yek ji wan malbatan ew şeş sale bûye kîrîdarê malbateke Tirk. Zarokên wan bi hev re mezin dibin. Bi borîna demî re şîn û şahiyên wan dibin yek.
       Her sala hilbijartinê, malbata Tirk bi xwesteka xwe ya ji bo malbata Kurd dengdayînê de dengên xwe bidin partiyan ew bixwazin diçe qeta jêr. Malbata Kurd jî ji bo xatirê wan her carê ew kîjan partiyê bixwazin, dengên xwe didin wê partiyê. Jixwe heya wan deman tu hêviyên kesê tunîne ku partiyên Kurd bikevin meclisê. Malbata Şirnexî jî vê yekê weke şerefekê dibînin û dengên xwe bi dilxweşî dide partiyên malbata Tirk dixwaze.

       Sala 1999 ê meha Gulanê malbata Kurd diçe serdaniya malbata jor/Tirk. Çay, qehwe, henek,xweşî, dibe derengşev, mêrikê Şirnexî hew xwe digire û dibêje;

- Destebira! (bi rûyeke kenê şermoke)Ma tu napirsî, ka sedema hatina me çiye? Em hatine xwazgînî.

-Yaw li me biborin, em her car tên mêvaniya hev. Me got qey weke her carê hûn hatine serdaniya me. Lewra me ne pirsî. Me keçên mêran jî tune. Xweda xêr bike! Ka kerem bike, birayê min ê mezin.

-Bira, vaye şeş salin em bi hev re. Em bûne weke malbatekê. Ez te ji birayê xwe cuda nagirim. Ez bawerim tu jî wisa dihizirî?

-Teqez wisaye, birayê min ê mezin î.

- Bira vaye çend hilbijartin hatin û borîn. Her carê bêyî ku em gotinekê li ber gotina te bêjin, te kîjan partî gotî be me bi dilxweşî dengên xwe yekser dane wê partiyê. Ma ne we bû?

-Belê raste bira tu gûmana min tune ku we hemû malbatê dengên xwe dan partiyên min gotîn.

- Birayê ezîz! Vê carê(1998) partiya me HADEP derketiye pêş û ji me Kurdan re bûye hêvî. Dibe ku ev partî bi riya siyasetê bikare li hemû welat, biratiyeke weke navbera min û te de bide avakirin. Lewra ez jî îsal ji we rica dikin ku hûn dengên xwe bidin partiya me.(Dema wisa dibêje, keneke dikeve ser rûyê mêrikê Tirk bi ken dibêje)
- Ka bira bisekine dayîka min Çûye destşoyê bila bê ez ê pirsa xwe ji wê bikim.
Rûyê mêrikê Şirnexî geş dibe û di dilê xwe de dibêje, çi camêr e. Dêmek dixwaze dê û babê wî jî dengên xwe bidin me û dibêje)
-Malî ava, tu birayeke gelek camêr î. Spas
Dayîka zilamê Tirk dikeve mezelê û mêrikê Tirk dipirse.
- Dayê..! Qey te ji bilî bavê min mêreke din kirî bû, an gelo ma tu mêreke Kurd re razayî? Ma ez BÎJÎ me?
Bi vê gotinê re rûyê hemû civatê ve şaqizî û fihêtî di aliqe. Herkes bêdeng dibe, tenê dayîka mêrikê Tirk dibêje; ev çi pirsên eletewş û beredayîne. Ma tu şerm nakî. Herkes dizane ez kî me û jina kê me. Ev ji kû derket.
Bi van gotinan re mêrikê Şirnexî beyî ku dengê xwe bike, bi malbata xwe re radibe ser xwe û diçe qata binî. Ji xwe re dibêje ev tê wateya ku ez bîjî me ku min heya îro dengê xwe da van. Siharê jî mala xwe hemûyê li maşîneyekê siwar dike û berê xwe dide bajarê Şirnexê.
      Gelo kîjan aliyê vê serboriya ji nava rastiya jiyana Kurdan hatî nivîsandin mafdar e? Gelo, em çiqasî di nava vê rastiyê de ne? Bi kurtasî gelo me ji dayîka xwe pirsiye ku em BÎJÎne an na?

Nîşe-1: Ez ji bo rastiya vê rewşa kembax bîne ber çavan û bide jiyandin, di internetê de gelek li wêneyêkê geriyam, bes min wêneyeke qasî vê rewşa kembax xirab bîne ber çavan û bide jiyandin nedît. Mixabin...
Nîşe-2: Ev mesele ji rastiya serboriya malbateke Şirnexî hatiye nivîsandin, kesên bixwazin kesê serborî jiyan kirî binasin dikarin li navenda Şirnex lêkolîne bikin û wan bibînin.

WARBOTAN
15.05.2018/SERHED

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...