Bûye serad...
Zanim ne ciwanim,
Lê ne pîrîm jÎ..!
Hinekê westame
Ne hêcete bes rastî ev e.
Tenê êtûna dil...
Ew jî vemire, rizgar dibim
Dibim weke her kesê
Tu jî ne tifala ser destan î
Bes ev zarokatî
An qurmeke zexim bavêje êtûnê
An jî berê çemî bade ser
Jana di her gava ber bi gorê,
Ji hêviya nemirina bi te re siviktir e
Şabaşa mirina xwe dikim...
War BOTAN
26.06.2018/SERHED
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...