LORÎKA DELALÊ(Lorîn)

(Diyarî û Xêrhatina Delal Jînê)
Delala min tu zû raze
Jiyan zor e, tev bi baz e
Kuştin xweşî, nema haz e
Lorî Delala min lorî

Dijmin gurê devbixwîne
Heram kirin li me jîn e
Dile bavo tev birîne
Lorî Delala min lorî

Zû mezin be, bigire hêz
Pênûs çek e, pirtûk brêz
Zana û jîr, xwe bike hêz
Lorî Delala min lorî
Heval hemû çûne karwan
Mame waran, tev kul û jan
Dilkulim, her ezim jovan
Lorî delala min lorî

Navê te dikim Jîna Delal
Şîrê daye li xwe bike helal
Ji Delalan re bibe heval
Lorî Delala min lorî

War BOTAN
10.06.2018/WAN

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...