Çi Çû, Çi Ma ?!

 

Çi Çû;
Sevê, Fatma, Pakîze, Hecî, Ronî, zinar, Haşim, Havîn, Cudî, Serdem, Nurhak, Memed... Çûn
Ez tenê mam, qehir, jehir, keser û girêkik ma di gewiya-qirika min de...
 
ÇI ÇÛ ;
Derew, zirt, pesindayîna xwe, lewçetî ÇÛ
ÇI MA ;
Rastî, tekoşêrî, ciraet, xwenasîn, ked, kiryar, xwihdan, cangorîtî MA.
 
 
ÇI Çû ;
Baweriya bi rûniştin û bêdegiye serketin ya me ye çû.
ÇI MA ;
Tenê riya berxwedanê, ew ji can Dîvê li nava meydanê, kê heye ew zeravê candanê. Newêrim bêjim gotina bersivdanê.
 
 
Çi Çû ;
Gelek hevalên şirîkên bîranînên min ên giranbiha ji bû armancên gelekbiha ketin pey çirûska rasteqînê-hekiketê, axir û feleka xwe xêr kirin û çûn.
ÇI MA;
Hêrseke serîxwer, bizoteke di kezeba min de, çavek dikim nakim nagirî, lêgerîneke tirsonek a wateyê, Quzilqurt, MA JI MIN RE.
Gelo Ji we çi çû, çi ma...
 
 
ÇI Çû;
Zivistan çû, Berf çû, bendewariya biharê, rojên bêhntengîyê çûn.
ÇI MA ;
Bersivbûyîna hêviyên zivistanê ma, tekoşîn, bi hêza xwe bawerbûn ma.
 
War BOTAN
28.04.2016

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...