DE HERE BERREDAYÎ(Helbest)

Ka roja te digot were,
Were û baş were,
Were Heval,were
Hema bila pêşbayek ji çiyan bê
Heya bigihêje min ez ê bikim Bahoz
Ez amademe ji cengê re
Ez amademe ku li pişta te şerê giran bikim
Botan bikim mîna Mekke û Medîne,
Jixwe tu were,
Hema raze.
Ez ê ya din pêk bînim
Ez ê bibim gurza Rustem, agirê Kawa
Tofana Nûh rakim.
Te çi kir binêr,
Te mîna berxên ji serjêkirinê re,
Berxên dayîkan ji ber singa wan kir,
Û anî derê mala xwe û singan ve asê kir.
Te ew girêda û pişta xwe da wan.
Gurê har hate ber derî û êrîşî berxan kir
Te girt ji ber barebara berxên gertîkirî
Te şerm û fedî nekir, serde jî te gazind kir
Te Rûreşiya bêfihêt kir.
Dest ji kiryar berda û da pey lewçetiyê
Heç we ku ne tu te digot, werin
Te got ne demê rizgariya Bajarê Nuh bû.
Çawa yezdan gote Nuh vaye Tofanê rabe,
Her wisa tu jî agahdar bû,
Cudatir, te got bila Tofan rabe.
Yezdan got, vaye Tofan tê,
Nuh jî Keştî çêkir,
Te ne keştî çêkir,
Ne jî hewara Tofanê fêm kir.
Te xwelî li serê xwe kir,
Revî û mal barkir.
Paşê jî disa gazind û  lewçetî kir.
De here lo BERREDAYÎ
Tu dibê qey, Lewçwtiya te ji Şoreşê kême
Tu ne dikî, ne jî xwe ker(!) dikî
Tu ji wan kêm nînê,
Rexneyên te yên fişe kêmin hee
Devberedayîtiya te rojên fireh de dirav dikir
Lê îro ne roja gotinên tewş û rexneyên bêbinîne
Roja yên dikarin şer dikin û dimeşin,
Yên nekarin jî, bi xwe hişbin.
Tu nekarî kevirekê danî ser vî taqî
Xira jî neke, xwe ker bike, 
Hey kerê baqî


War BOTAN

(05/05/2016)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...