Pêxarina Maseyên Xeman



HEVAL !

Min êşên xwe li ser maseyan kirin meze-pêxwarin

Bi dileke şewat min cixare pêça

Ya di şewitî ne cixare, kezebên min bû

Dibe ku ji ber edeba We daye min

Min şarab jî venexwar

Lewma min nekarî sexweş jî bibim

Min Guhdarî strana te jê hesdikir kir

Kela dil kela kela kela lê ne fûra

Bû kevireke yê dilşkênandinê

Lê min kir û nekir kevir nehat avêtin
Hinekê jî şerm dikim,

Ez nebûm şopdarê te,

Raste min sonda mezin nexwar

Lê min bi te re gelek nan xwar

Ava jiyana tejî ked vexwar

Lewma xwe deyndar dibînim

Îro li ser vî maseyî jar,

Dil har, stû xwar, bêwar

Min keda xwe kire pêxwarina maseyê xeman

Lê te, te keda xwe kir welat, jîn

Ez ji min kirim aciz, şermûke û xeyidî

Nav hebûna te ya bêdawî de tune bûm

Misqal misqal heliyam

Çînî bi çînî belav dibe goştê laşê min

Saxe nanê miriyan dixwim HEVAL

Saxê nanê miriyan...

War BOTAN
27-10-2016

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...