Hevalê diljar, birîndar û
serî taç
Evîn nasnake tu mizgeft û
xaç
Bila bes biramûse hestir lamên
te
Nemîne hêviya ev Yezdanê afirandî,
Li te bê rehmê, peyvira wî ev e
Ew nas nake cudahiyan
Natewe li ber dewlemendiyan
Nas nake deriyê kelh û xanan
Şerm nake ji feqîriyan...
Bila zik mirî be ji bo pariyeke nan
Her carê dil dike balîvekê
hiriyan
Zik birçî an têr, dike
maka xeyalan
Bese, dest ji vê evînê berde
Bikuje, binaxke di cer de
Tovê Evîna xwe di vê demsala
ziha û seqem de mirar neke
Bihêle ji demsalekê
biharîn,
Gul şîn, gulxwîn şîn
Ka binêre çawe dar li benda rojê,
Demsala xwe,
Ji Axa germ re dihêle pel, gul û berhemên
xwe
Kevok li benda demsala hêlîna xwe
Ma te dîtiye zivistanan hêlîn
çêkirîn
Nebe berfîn û xweşikbûna xwe neke goriyê
bihareke direwîn
Ma dibe vê sedsala bîstûyekemîn,
Tu bibî Memê miriyê Zîn
Qey ne ji ber demsala derewîn,
Mem negihaşt sitiya Zîn
Berde bila biçe ev demsala kujer...
Da hêza te hebe ji bihara bê
re
Wê demê bibîne dê çawe vebe gulên evînê
di dil û mejî de
Dê çawe hingivî ji gulên
te bifûrin
Û dê tama dev û lêvên
yarê çiqas xweştir bike
Berde bila here ev demsala Evîna derewîn
Li ber bayên bahoza evînê
nebe peleke hişk,
Dil neke wargeha mar û mişk,
Bi xwe ve nede wekî dûpişk
Rayên xwe berdê zeviya
welatê evîndaran
Bibe dareke her peleke wê
destaneke ya evînê têde hati nivîsîn
Bizane heval…
Ev gotin ne ji pirtûk û çîrokan hatine gotin,
Hemû şahidên jana evîna
demsala derewînin
Ji xwîna dileke ji bin xirabeya erdhêja
evînê hatî derxistin hatine dotin
Dilê xwe bike sarincekê
de,
Bila xwîn hêdî hedî bigere
Da tu doz û daxwazan li te neke
Hey mala te ava,
Ne welate nayê berdan...
War BOTAN
02-12-2016
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...