
Wêja kurdî, demê wê yên berî zayinê, demê pêşketinê yên pirr mezin û dirêj hene. Kurdî, hê di wan de, bi awayekî pêşketî, weke zimanê helbestî tê bikarthanîn. Weke naveneka çandî ya wêjeya kurdî jî, Cizîra bota heya. Li dora nivîsêbinê Mîtanî û li Dora Cizîrê jî Gûtiyan demên xwe yên zêr jîn kirin. Ku di wêjeya kurdî de xwediyê giringîyeka bêhempa ya, destana Şahmaran jî, wê ne kêmî oleka yek xwûdayî, wê weyn û rol bileyizê. Li ser Şahmaran û dîroka wê re dahûrkirina çanda kurd û kurdî û bi wê re dahûrkirina civaktîya kurdî, wê aliyekî wê yê pirr giring bêne li holê.
Ji dema sumeriyan heta ku demên din yên piştre, wê pêşketineka mezin biafire. Salixkirina, jîyanê û tiştên di jîyanê de bi ziman û têgihiştinê, wê pêşî bibe. Minaq, Bêja "ga". ku î ro jî kurd wê bikardihênin, wê hê di wan deman de di wateyên weke yên "hêzbûn", "mêrbûn", "girbûnê" di xwe de bi têgihiştinî wê salix bike. Gotina "gilgamêş" jî ji wir têt. Ji wê tê afirandin. Ji bêja "ga", mirov fahm dike, bi bêjeyên bi vî rengî ku bi kasî hevokekê giring in di hanîna li ser ziman re, wê demeka zimanê kurdî û pêşketina wê ya bi pêşvajoyî jî tê dîtin. Gotina "gilgamêş jî, her wisa, demeka din ya pêşketî ya di zimên de tîne ser ziman.
Bi destanî, hanîna li ser ziman, minag, weke vegotinên gilgamêş û hwd, wê demeka ku bi aqil ku pêş dikeve wê bi me bide têgihiştin. Wêjeya kurdî, bi vê yekê re, weke ku êdî weke ku di nav kurdan de hê jî tê ser ziman, bi civatan re wê pirr zanistên xwe yên ku mirov wan weke wêjavan bi navkê û ku bênavbûn, wê bi afirêne. Vegotinên ku di civatan de dihatina gotin, wê "li ser navê civatê" wê biman. Hin bi hin, êdî gotinên weke ên mal, jin, mêr, malbatîtî, rêz, mazinbûn û hwd, wê bêne salixkirin. Ev dem, bi vî rengî demeka giring a di wê heya kurdî de. Wê, heta ku dem were dema Gût û Hûrîyan û hwd, wê êdî bi zihniyetî pêşketineka mazin bi destanên weke yên Şahmaran û hwd re wê bi afirê û derkeve li holê.
Dema Gutî û Mîtaniyan û Girîngiya Şahmaranê
Dema gûtî û mîtanîyan, wê ne tenê ji aliyê rêveberîyê ve mazinê bê, bi demê re wê bi aqilê xwe yê ku di afireêne re jî, wê mazin bê. Ji van deman de, Ola Êzîdîtiyê çêbûya. Hin bin, ew jî, mazin dibê û pêşdikeve. Êlîtî û aşîrîtiya.[3] ku di nava kurdan de hebû, wê bi nirxên ku bi çanda weke ya şahmaran û ola êzîdîtîyê re wê ji holê hin bi hin rabê û wê pergaleka civakî ya pêşketina rêvengê derxe li holê. Şahmaran,.[4] wê bi awayeê oleka ku di demeka bi vî rengî de derkeve û bijî, wê awa û şekil bistêne û mazin bibe û bandûra xwe bide nîşandin. Malbatîtî, wê li ser temenê xwe pirr mazin rûnihê. Hin bi hin, her bûyerên ku di qawimin, wê bi devkî, werina gotin û vegotin. Di civatên ku di wan de lev tê rûniştin de wê ew vegotin bi zimanekî xweş jevre werina vegotin.
Jiyane wêjayî, wê di civatan de rengê xwe bistêne û bide jîyanê. Minaq, her mala kurd ya ku wêneyekê Şahmaran yê ku bi naqş hatî çêkirin ku têde nebû, ne dihat dîtin. Ew wêna, di malê de bi cih kirin, pîroz jî di hat dîtin.
Di wan deman de, nivîsarên ku dihatina nivîsandin, wê li ser Kêvalbar û ayarên sawalan bin. Ayar, yên dema piştre na. Kêvalbar, yên dema berî van deman in. Lê di nav kurdan de, giringî û giranî dihat dayin li ser ya vegotinî ya bi devkî. Mirovên ku karibûn ku di aqilê xwe de jiber bigirtan, di civatan derdiketin li pêş û di vegotin ji mirovên ku li dora wan rûniştî na.
Heta ku dem tê deme Medîya, wê dem bi vî rengî, weke ku Gûtyan jîn, wê bê jiyîn. Lê dema Mediya, weke demeka zêr li ser nirx û pêşketina waqas demên ku berê jiyîna wê derkeve û bijî. Wêjeya kurdî ya dema Mediya, wê bi aqil bê. Mirovên weke Mîtra û Zerdeşt û hwd, wê derbikevin û pêşavanîyê ji wê dema xwe re bi aqil bikin. Wê hizrên civatê, bi aqil bişon. Jiyaneka pêşketî, di wê demê de bi wan re afirîbû. Medî, piştre ku rêveberîya wan, ji dest diçê jî, wê ji ber wê çand û hunera wan ya xort, wê desthildarîya wan ya çandî û hunerî û aqilî bidomê. Li ser wan demên pêşketinê yên ku bi aqil bê û çandî û civatî û hwd bê, wê êzîdîtî jî, dem bi dem karibê xwe bi awayekî pêşketî bijî. Piştî Zerdeşt re, wê Mirovên weke Manî û hwd wê derkevin. Bi aqilê xwe re, ew jî, wê bina temenê serdemeka nû ya di wê wêjayê de. Du tişt, hertimî di wêjeya kurd der derdiketa li pêş. Nirx û rêzîtîya li dijî mirovên kal û di kesetîya wan de ya ku li civakê bû. Bi vê yekê re, wê Ahlaq, hertimî, weke xalak pirr mazin li pêş bê. Bi vê yekê re, mirov karê bibêje ku her mirovê ku hizra xwe hanîna li ser ziman, weke yekî pîroz jî hatîya dîtin ji ber wê ahlaqîyê. Bi wê re, hizrên wan, hizrên olî jî, ji temen rastûrast kifşkirina. Di çanda kurd û wêjeya wê de, Nebî Nuh´ê ku hê tirba wê li Cizira botan ya, û Birehimê xalîlê ku ji rehayê bû, bandûra wan mazin a.
Li ser wê re, piştî medîya re, wê Şadadî, welatê xwe ava bikin, û bi demeka ku ne bin dusadsalî re wê çandaka xwe ya demî li gor demê wê bi afirênin. Misilmanetî, di dema wan de derdikeve û wê bi wan re, wê di dema wan de li kurdistanê bicih bibe. Misilmentê, ji ber ku nirxên li ber diclê û Firatê ji xwe re dike pêşeng ên weke Nebî Nûh û Birehim (Îbrahîm) Xalîl, wê li ser wan re zor nebê ku li Kurdistanê pêş bikeve.
Dema Derketina Misilmantîyê
Ev dem, wê weke demeka nû bê. Çend ku wan nirxên berdiclê û firatê misilmantîyê esas digirê jî, wê piştî çûna ber dilovanîya xwe ya Mihemed re, wê êdî bi hêzî û artişî hatina li Kurdistanê di bin şêrkêşîya Xalid bin Welîd û hwd de wê bibe. Navên din yên olî, yên ku misilmenetiyê ne hildana nava xwe, wê werina qadaxakirin. Ola Êzîdîtî, ji wê demê û pêde, êdî hin bi hin ji pergaltîya civatî dikeve. Lê çanda wê, hebûna xwe dide jîyîn û berdewam kirin. Mirovên weke Dînewerî, Îbn Quteybe, Evdilsemedê Babek û Şihabedînê Suhrewerdî û hwd wê derkevin.
Kurd, wê bi Şedadiyan re, misilmantiyê nas bikin. Lê di demak kin de wê bi wê re pêşketina mazin bi xwe re bdiina jîn kirin. Dergahên olî di afirin û di wan de ol, li herêmê pêş dikeve. Şêx, weke serokê olî derdikevin. Ji devê wan, bi awayekî wêjeyî, wê ol were vegotin. Qasîde, wê ji wan derkevin. Qasîde, mirov divêt ku bibêje ku weke binaterna olî na, lê wêjeyî na jî. Minaq, ji devê zanistekî ku kurd bû Baba Tahirê Uryanî, wê wêjeyaka mazin ya kurdî ya dema ola misilmnetiyê wê were kirin. Rengê jîyanê, ew wê bi gotina xwe ya wêjeyî, wê di nav xalkê de bicih bikin. Di demên gelê piştre de, wê mirovên ku hem oldar û hem jî bi hizra xwe ya ku tênin ser ziman re fîlozof ên weke Elî Herîrî wê derkevin.
Di van deman de, her dergah, mirov karê bibêje ku bi pirtûkên bi kurdî yên ku têde na, weke ku xwediyê pirtûkxaneyaka xwe ya taybet a. Her şêx, bi hezaran pirtûk di bin destê wî de na. Bi wê yekê, ew zanîna civatê di destê xwe de digirê û pêşavanîyê jê re dike. Wêjeya kurdî, di vê demê de, wê dergah, ne tenê weke dibistanna ku mirovên civakê perwerde dikin, weke cihna pêşketina wêjeya kurdî jî bin.
Piştî Şadadiyan.. re, wê dema Merwaniyan, wê li Kurdistanê, derikeve. Merwanî, wê serweriya desthiladarîya xwe ji kurdistanê bi buhurênin. Li herêmê, weke rêveberîya misilman ya xurt wû pêş bikeve. Piştre Selahedînê Eyûbî, wê li ser wê serwerîyê re bibe xwedî hêz û qûdret. Wê hêzeka herêmî bide afirandin. Dema Merwaniyan û Salahedînê Eyûbî, dide nîşandin ku kurd, di pêşketina çand û gotina xwe ya wêjeyî de xwediyê pêşketinaka hemdem in. Bi wê re, mirov karê bibêje ku xwediyê temenekî pirr mazin ku karin li ser mazin bibin. Herêmê botanê, di heta demî wî jî, wê ewder wê navendîtîya xwe ya çandî bidomêne.
Çavkanî: https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AAjeya_kurd%C3%AE
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...