Her zîman weke gîyaneweran zindî ye û dema cihê jîna giyaneweran xera dibin êdî nikarîn li wir bijîn ango jiyana xwe ji dest didin. Her wisa dizê û ser xwe ve zêde jî dike. Dema tiştekî nû tê afirandin, bivê nevê divê bê binavkirin û bi vî awayî bi xwe re navekî diafirîne. Ji ber ziman xwedî giyan e, weke her giyanewerî/ê dema çêdibe/tê cîhanê heyama zarokatiyê, kamilbûnê, pîrbûnê û mirinê dikeve pêşiyê. Ji her zimanî re ev serdemên wiha, ne weke hev dirêj an jî kurt in. Her ziman li gorî hişmendî û temenê civaka ew afirandî wan heyaman kurt an jî dirêj dijî.
Zimanên xurt dikarin di derfetên heyî de, li gorî dem û hewcedariyên xwe biguherin. Carinan bi zanebûn û zêdetîr jî bêyî haya mirovan jê hebe diguherin an jî kurt dibin. Guherîn dibe ku erênî be dibe ku jî neyînî. Tişta başî yan jî nebaşiya guherînê diyar dike, hiş û têgihaştina civaka karênerên ziman e.
Ne nijadperezî, resenîparêzî…
Civaka xwedî hişmendiya neteweyî ya xurt gelek rê nade guherîna xizmetê ji bişaftina ziman re bike. Dizane ku stûneke stûr a netewebûnê ziman e û li gorî vê bergiriyê dike. Bi perwerdeya heralî (dibistan, bazar, çapemenî, kolan hwd) zimanê xwe dide parastin û dike zimanê her şaneya jiyanê. Ev parastin nayê wateya nêzikatî û hişmendiya ‘bes bila zimanê min be bila çêkirî yan jî tewşomewşo be, xem nake’. Dîrok şahid e ku ev nêzikatî ser neketiye. Di dîroka nêz de, tirkan bi vê hişmendiyê gelek peyvên eletewş afirandin û hema bêje piraniya wan di nav pêlên demê de xeniqîn. Lewra tişta ne nêzî rastiya xwe be nakeve binhiş û ser ziman. Mînak weke, bucakçark(tren), tayfaçeker(otobûs), gokgûr(uçak)… û bi sedan peyvên weke van. Ziman xwedî bejneke estetîk e lewra mirov nikare fîstanekî ne bi dilê civakê lê bike. Tişta wê dike giyan û rêzdariyê lê dide heqkirin jî civak e, ne kes an jî komek e.
Bi pêşketina demê re hinek peyv-piranî nav, ji ber karneanîna wê tiştê yan jî bi kevinbûnê re hewcedarî pê namîne, êdî nayên karanîn û dimirin. Ev tişteke xwezayî ye. Mînak, di dema cotkariya biga û hespan de, ji bo sewala di bin nîr de bajo yan jî berî lê bê badan çoveke seriyeke wî bizmareke serî tûj hatî çandin û serê din jî hesinekî pehn hatî lêdan (ji bo paqijkirina gîsnî) jê re digotin misas hebû. Piştî pêşketina teknolojiyê û derketina trektoran êdî hewcedarî bi misasa nema. Piştî hewcedarî pê nema û êdî nehat karanîn, ew amûr û navê wê jî nema û mîr.
Bi navê modernkirinê guhertina ziman şaş e
Bi armanca resenî û kevnariya ziman parastinê, ger xebateke resenhiştina ziman bê kirin, dikare navê wê tişta kevinbûyî û êdî nayê karanîn li tiştê nû yê cihêwêgirtî bê kirin. Ev weke projeyekê bê rêkûpêkkirin, ez bawer im dê ji bo pêşeroja ziman baş be. Helbet rûniştin û jiyandina peyvê dê li gorî xebatên danrûniştina sazî û karanîn û ecibandina civakê be. Bi vê rêbazê, hem reseniya ziman dê bê parastin hem pêşiyê li tevlîkirina peyvên biyanî yên zimanan kulek dike bê girtin û hem jî ev nêzikatî dê pêşiyê li wîndabûna peyvên qedîm û resen bigire. Mînakeke vê, li hineke hereman amûrê cotkirinê yê zike erdê diqelêşe û axê diqulipîne, ya bi navê gisin, piştî terektor derketî weke gîsnê trektorê dîsa tê karanîn. Ev karanîn ne bi xebateke zanistî yan jî hişmendiyeke zimanparêzî hatiye kirin, bi awayekî xwezayî pêş ketiye. Ger bi xwezayî ev qas hêsan be gelo dema xebatek hate kirin û ev xebat bi riya çapemenî û nivîsan ji aliyên saziyan ve bê kirin, dê çiqas hêsantir be?
Bandora çapemenî û saziyên ziman, afirandin û parastin hêsantir e.
Ji aliyê afrîneriya xwezayî ve zimanê kurdî gelek hêsanker e. Ji ber ne li ser maseyan hatiye çêkirin û ji giyanê jiyanê hatiye dotin, li gorî hewcedariyan hatiye raçan, xeml û xêza wê zêde ye û ji zayînê re gelek guncav e. Nîşaneyeke vê jî peyvên di 30 salên dawî de hatîn afirandin û bi riya nivîsandin û çapemeniyê ketin jiyana me gelek balkêş in. Salên destpêka tekoşîna siyasî dest pê kir, peyveke weke ”spas” gelek dibû mijara henek û biçûkxistinê lê bi bandora çapemeniya dîtbarî û nivîskî ev kete jiyana me û îro peyveke herî zêde tê karanîn e.
Bandora çand û wêjeya devkî ya li ser ziman
Bi salan çand û wêjeya kurdî bi devkî pêş ketiye û hatiye jiyandin, lewra di axafrinê de ev bandora kurtkirinê hîn zindîtir û berçavtir e. Guherîna balkêş a mijara vê nivîsê, ya di nav civakê de, di demeke dirêj de û di devokan de rûniştiye. Weke dara misasa dirêj a cotyarekî her jê re aciziyê çêke û piştî demekê cotyar vê zêdehiyê bibîne û paşê jê bike, civak jî bi lezûbeza jiyanê re gelek peyvên li ser ziman na tehisin an jî hêdî di tehisin, gilover dike an jî kurttir dike û dixe nava jiyanê. Ev guherîn, bi xwesteka jiyanê hêsantir û xweştirkirinê pêk tê. Bi gelemperî di devokên zimanê kurdî de kurtkirina navan berbiçav e. Weke mînak, Evdirrehman-evdo, Evdilla-apo, Xezal-xezo, Fatma-fato hwd. Ev awayekî hêsantirkirina gotinê ye û carinan jî awayê biçûkdîtinê ye. Guherîn ne tenê ji aliyê teşeyî ve, gelek caran ji aliyê wateyî ve jî pêk tê.
Lî çend deveran awa û teşeyê kurtkirina peyvan
Di guherîna gotinan de, ji ber çavdêriyên min bixwe hene, ez ê balê bikêşim ser herêma Botan. Ji ber bandora medreseyên berê yên bi zimanê kurdî perwerde dihate kirin û hişmendiya xurt a welatparêzî li Botanê ziman zêde nehatiye peritandin. Taybetî li bajarok û gundan axaftina derveyî kurdî weke şerm dihate dîtin. Keseke/î bi tirkî baxiviya, henekên biçûkxistinê lê dihate kirin. Gotinên weke, ‘mêro bûye tirkoman-birebira wî ye dîsa-we neke ez tirkî baxivim haa û hwd.’. Lewra kurdî bûye zimanê her kêliyê û zindî maye. Di vê zindîmayînê de, li gorî hewcedariyê guherîn jî pêk hatine. Yek ji van guherînan kurtkirina peyvan e. Li hin deveran bi kurtkirinê re wate guheriye û li hinek deveran jî wate weke reseniya xwe maye. Ez ê ji bo rêbazên kurtkirina peyvan mînakên kurtkirina li navçeya Cizîrê, navenda Şirnex û navçeya Elkê bigirim dest.
Lî Cizîra Botan jiyan heralî piranî kurdî ye. Di devoka xwecihiyan/dêmaniyan de ji aliyê qirik, bilêvkirin û lezgotinê de cudahiyên balkêş hene. Ez ê ji bo mijara kurtkirinê li ser gotina ’xweser’ rawestim. Serdema me de gotina ’xweser’ di wateya baneşanî, ma tu nizanî û samîmiyetê de tê karanîn. Bi vî awayê bilêvkirina peyvê, gotina li pêşiya wê tê gotin an jî pişt re tê gotin xweşiktirîn û şirîntirîn dike. Resena peyvê jî, ‘xwelî li serê te be’ ye. Hevokeke şînê ye û çîroka wê jî, dema kesek ji malbatekê nemîne û êdî kes nebe kuçik/tifika(cîhê agir) malê pêxe yan jî semyanê malê yê mal û malbat li pey diçûn dimire, yên şîna wan dikin, ji bo şînê xweliya kuçikê malê yê cemidî li serê xwe dikin. Ev nîşaneya, va ye agirê malbatê vemirî û êdî kes nemaye ye. Bi demê re ev hevok hatiye kurtkirin û di aliyê wateyê de jî hatiye guherîn û bûye ’xweser’. Niha peyva ’xweser’ hema bêje weke baneşanekê li pêşiya hemû hevakon dikare bê karanîn.
Li navenda Şirnexê jî peyva ‘maxabo’ jî di heman wateya niha ya peyva ’xweser’ de( baneşanî, ma tu nizanî û samîmiyetê) tê karanîn. Lê di rastiya xwe de ji peyva ‘mal xirbo’ tê û xirabûn an jî hilweşana malekê tîne ziman. Ango di rastiya xwe de peyveke xemgînî û şînê jî be, dema niha de ji aliyê wate û bilêvkirinê re hatiye guherîn.
Dîsa mînakeke balkêş ji navçeya Elkê ya Botanê ye. Peyvên ‘kerdê û werdê’ kurtkirina peyvên, ’li kî erdê-kerdê û ‘i wê erdê-werdê’ ne. Di vir de wate nehatiye guherîn lê hevok hatiye kurtkirin û bûye peyv. Her sê mînak û gelek mînakên din ên weke wan pişterast e ku ziman ji aliyê civakê ve li gorî hêsankirinê tê guherîn/nûjenkirin. Ev guherîn an jî kurtkirin ne xetereyeke be jî lê her guherîn û kurtkirin ne di xêr û xizmeta zimanê me de ye.
Xetereya zimanê serdest û kurtepeyvên wê
Sedsala em têde weke sedsala teknolojiyê tê binavkirin. Amûrên têgihêştin û têkiliyan pir pêş ketîne. Bi rêyên cuda êdî têkiliyên civakan û bi vê ve girêdayî yên zimanan jî di asteke xurt de çêdibin. Lewra civak û ziman dimînin di bin bandora hev de. Di vê bandorê de aliyên wê yên erênî, tiştên nûjen dîtin û fêmkirin e. Ev têkilî zanînê dike malê her kesê/î. Wexta tiştek hate afirandin û navê wî tiştî razber an jî şênber) lê hate kirin û afirandin di tu zimanan de nebe, ne hewce ye taybetî naveke din lê bê kirin. Weke televîzyon-TV, lazer û hwd. Ev ne bişaftin, bi awayekî xwezayî pêşketina ziman e. Lê ger di xwecihî de tiştekî şûngirê wê hebe û bi heman armancê yan jî armanceke nêzî wê, navek an jî peyvek hebe û êdî neyê karanîn, mirov dikare wî navî lê bike. Lê di vê bandorê de xetereya mezin, bi hişmendiya popûlîst tevgerîn û bi heyranî û çavtarî pejirandina çandên biyanî ye. Bi têkiliya xurt a di nava civak û zimana de, zimanê civaka serdest, li nav mirovên neteweya bindest an jî kêmar, balê dikişîne ser xwe û zimanên din difetisîne. Ji bo bergiriya vê xetereyê hişmendiyeke welatparêziya xurt hewce ye. Ev bişaftina bi vî awayî, taybetî bandora xwe li ser nifşên zarok û civan dike. Ger di ziman û zaravayên me de peyvên resen ên şûngirên peyvên zimanên biyanî hebin, teqez divê em wan kar bînin. Mînak, peyva ji ingilîzî ‘bro’, ji erebî ‘exî’, ji tirkî dostum û hwd. Cihgirên van peyvan ên kurdî hene û zimanê me de hewcedariyeke bo van guherînan tune.
War BOTAN
07.11.2025
Nîşe : Ev nivîs dîroka 07.11.2025 ê di di malpera Enstituya Kurdî li Stockholê de hatiye weşandin.

No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...