
Bi şeveke reş û tarî de
Bi rojan û mehan li ber xwe dan
Teslîm nebûn teslîmiyet îxanet bû...
Zilamên wan wekî Mem, bêdeng û bê axîn li ser gulleyên dijmin de çûn
Xwîna bajêr tevlî Dîjleyê bû û herikî
Rondikên Melayê Cizîrî dilop dilop li ser bajêr de dibarî
Qêrîn û nalînên dayîkan digiheştin asîmanan
Lê nekarî xweda ji xewn rakin,
Xweda ji xewde bû wekî me
Li hemberî vê zilmê bêdeng ma wekî me
Bajarek kuştin bi awayek hovane
Cendekê bajêr qet qet kirin
Li her çar aliyê welat belav kirin
Li gel bajêr evîna Mem û Zîn
Xewn û xeyalên Ehmedê Xanê ji kuştin
Bajarek kuştin,
Bi tang û topan, bi neyartî
Ji dayikên me re gorek ji nehiştin ku êvarên înê ayetekê li ser bixwînin
ji pêşeroja zarokên me re ji tinê sondên tolhildanê hiştin
Niha ji çavên zarokên bajêr de tije tolhildan, hêviya rijandina wan rondikan e
Nîşe:Ev Nivîs Ji Aliyê Şopdarê Malperê Brêz Welat BÊDENG ve Hatiye Nivîsîn. Em Spasdarin.
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...