Çîroka Dirgê Û Xiyaneta Jinbiraya Wê-Robar Bêwar



Carek ji cara rehmet li dê û babê gûhdaran.
        Hebû Tinebû...
Li deverek yê kurdistanê, malbatek xwedî heft kur û keçek hebû. Malbata Koçer ne niştecihê derekê bûn. Bihara li zozana zivistana li deştê dijiyan. Debara wan bi ajal xwedîkirinê derbas dibû. Erdnîgariya lê jiyan dikirin, xwedî robarên boş mêrg û kanî bûn. Wek hûn dizanin di koçeriyêde balav (berav-cilşoştin) li beravan dihatin şoştin.

Rojekê bûka malê û keçika malê diçin balav ê. Cilên xwe ên qirêj dikin parzonên xwe de, zeriga balavê danîn liser parzonê qesta çem kirin û çûn balavê. Demê kû gihiştin li ber çem, bûkê got, Dirgê (Dirê navê keça malêye) de ka here piştiyek dar bine da kû em agirê pêxin, ava xwe germ bikin û da em Cilên xwe bişon. Dirgê berê xwe da li wî beroyî ji bo dar komkirinê, piştiyê dara berhrev kir, lê hîn dirî li wir bû, Dirgê têr tûtirgê xwe jî xwarin. Hineke tûtirik ji bo jinbiraya xwe berhevkir û êxist tîka kirasê xwe.
Wek hûn dizanin, demê mirov tûtirga dixwe destê mirov sor dibe, wekî rengê xwînê lêtê. Dirgê piştiyê daran anî cem jinbiraya xwe got, jinbira, keremke hinek tûtirik min ji bo te jî anî, de ka tu jî bixwe, paşe em ê serê xwe bişon. Jinbirayê tûtirik xwarin û got, Dirgê! de ka keça min were ez ê serê te bişom. Dirgê fîstanê xwe ji xwe kir. jinbirayê çawa li kirasê dirigê nêrî kû tûjî pêve xwîne. jinbirayê got, keçê ser reşê! ev çi xwîne.... Dirgê got, jinbira, ev ne xwîne, debaxa tûtirga ye. Jinbirayê got, nexêr! xwîne, te qebahetek mezin kirye, te xwe êxist ye bin singa hinekave... Dad-meded tiştê wisa tûne, gotinên Dirgê nav guhên jinbirayê de neçûn. jinbirayê got, ez serê te naşom ez ê te bi vî awayî bibim cem birayên te, bila vê kirêtiya te anî serê wan paqij bikin. Dirgê, bi dileke kûl û hezarî helak ket pey jinbiraya xwe û qesta zomê kirin. Jinbirayê tera xwe gilî gazind kirin. Dayika dirgê ji gotinên bûka xwe qet bawer nekir. Dirgê ji aliyê heft birayên xwe ve gelek dihate hezkirin, heft bira û bav li hev civiyan, em çibikin ev kirêtiya dirgê anî serê me em ê paqij bikin. Biryar dan, gotin em nakûjin, bila şev razê em ê moriya xewê bêxin guhên wê, em ê wê bihêlin şûnwara, em ê biçin devereke in. Bû şev, dirgê xwe kişant li ser cihê xwe. Serê xwe danî û raza. Birayê mezin moriya xewê anî, xiste guhên wê, li berbangare malbatê li ser barkirin û çûn, lê dayika dirgê a bi dilxem dîkê Dirgê û pisîka Dirgê hêlişt şûnwara, li cem wê. Ka çend dem li ser Dirgê re derbas dibe, kes nizane pisîka Dirgê li derdora Dirgê diçe û tê kulafên xwe diavêje mohriya xewê, a li guhên dirgê nikare jê derêxe. Dîk diçe nikilekê li mohriyê dide, ji guhên dirgê dertêxe. Dirgê hişyar dibe, li derdora xwe dinêre şûnwarek xir û xalî, sar bar Dirig dibêje, hebe nebe dayika min a bi dilxem niha nîşaneyek hêliştiye li van derdoran, da kû ez li pey şopa wan bikevim. Li der dora xwe gera, li bin siftkê de nîşaneyek dît, nêrî li ser wê nîşaneyê malbat li aliyê bakurve çûne. Dirgê dîkê xwe û pisîka hembezkir, berê xwe alê bakur de da rê ka çend heyam sere derbas bû, birayè Dirgê heryekê şolek yê wan hebû. Em ê bêjin yek Şivan, yek berxvan, yek kehrikvan, yek cotyar, yek gavan... welhasil. Dirgê çawa yek bidîtiya, qesta wan dikir û wiha bangawazî dikir, di gotin Dirgê ka nîşaneya malbata xwe bêje. Dirgê nîşaneya malbatê wiha digot:
diya min a kofîxane
Babê min ê mûzelane
Dirgê xweyê heft birane
Dirgê xwe di tavêje li ber pêlane.
Bi vî awayî şopa malbata xwe sererast dike. Digihije zoma malbata xwe. Dinêre dayika wê ya dilbixem li devê konê rêş ê heft sitonî serê xwe existye li nav lepên xwe, wa ji Dirgê re dilorîne... Dirgê banî dayîka xwe dike û dibêje;
Diya min a kofîxane
Babê min ê mûzelane
Dirgê xweyê heft birane
Dirgê xwe di tavêje li ber pêlane...
Dayîka Dirgê, Dirgê nasdike. Ber bi Dirgê ve diçe. Dirgê dibêje, dayê jinbiraya min bêbextî li min kirye. Min, tişta kû serê bab û birê min nifs bibe nekiriye. Lê nanê min qet bû. Edî heyîna min a li cem we bèwateye û xatirê te û berê xwe da robarê boş xwe avet avè û li ber pêlan ket dayîka dirgê li ber çem bezî lê pêlên avê Dirgê bin av kir. Dayika Dirgê keftû lafta xwe kir lê bê wate bû. Avê daqorçand ka çiqas avè de kes nizani li ber wî çemî masîvanek hebû. Bêkes û kûs bû. Roj masiyên bigirtana, tanî difirot. Debara xwe pê dikir. Carekê şewka xwe avêt, dît kû tîştek ket şewka wî. Kişant, nêrî vaye keçek bûkre hûsnû cemalek li ser, rûyê wê her Xweda  di zane. Masîvan kişant li ber peravê çemî, sernişovî kir, ava çoyî zigê wê derket. Dirgê hilciniqî û hişê wê hat serî. Masîvanî pirs jêkir got, keça delal tu kî yî, navê te, malbata te, malbata te li kune. Dirgê got, ez bêxwedî me, tu kesê min tuneye, eger kû tu li min qail bibî, min ji bo xwe bibe. Masîvanî got, xwedê ez ji bêserî û semyanim. Ger kû tu min li min qaîl bibî, ez jî qail dibim. Welhasil em dirêjnakin, masîvanî Dirgê bi xwe re zewicand. Dayîka dirgê ji her heft kurên xwe re got, pewiste hûn Dirgê bînîn, jinbirayê bêbextî lêkirye. Her heft bira, her yeke deverekê ve çûn. Eht dan kû heya kû ew dirgê nebînîn ew li cih û warê xwe nezivirin. Ka çend sal derbas bû xwudê pêdizane. Birayekê xwe kir etar, gund bi gund geriya. Bi pirs û pirsyara giha gundekê, banî kir û got, werin etariyê, werin etariyê, etarû hat, etarû hat ! gundî li derdora etarî hatin Ba hev. Etar pirsa Dirgê kir û got, xwişka min berze bûye, nîşana li gerdenê vî awayî yê, pîre jinekê got xwedê saloqdana tu didî, gundê me jinek heye, ew nîşaneya tu dibêjî li cem wê ji heye. Mala wan li peravê gund, bes hevserê wê ne li male. Tu biçî ji, derî li te venake. Birayê dirgê etariya xwe hilda ser pişta kerê xwe û qesta wê mala pîrejinê saloqdana dayî. Gihasşt ber diwarê xanî, dîsa bankir û got werin etarok hat. Çiqas bankir, dirigê derî venekir. Nehat, etar meraq kir. Çû ber derî. Got, xwişkê ma pewistiya te tiştî tune. Dirgê li pişt derî got, na hevserê min ne li malê ye, ji kerema xwere tu jî ji vır biçî, wê başbibe. Etar dema Dirgê dît, naskir. Got, xwişka min, ma tu mêvana xwedî nakî. Dirgê got, na ! min got hevserê min ne li male. Etar li ber taqî sekinî heya bû şev. Dît zilamek juvê tê, destê xwe yê li derì bêxista. Etar çû pêşiyè. Got, bira ma tu mêvana xwedî nakî. Mêrik got, wey ser sera û ser çavan, fermo evder mala min e, deka em biçin hûndır. Zilamî derî vekir, herdû ketin hundûrê malê. Şìva xwe xwarin, etar serboriya xwe ji zilamî re got. zilamî got, xwedê ewa kû tu nîşaneya wê didî, hevjîna min e. Zilamî banî dirgê kir û got, ev birayê te ye. Dirgê xwe da madilayê got, nexêr ez qebúl nakim eger birayê min buya wè li min xwedî derketa, ma bira xwişka dihêle şúnwara... Bira got, em lêborînê ji te dixwazin lê ya me li te kirî nayê efû kirin, bes dayîka me ya dilbixem her roj diçe ber çem li ser te dilorîne. Qewîtiya li masî ya dike dibêje;
masiyo çav heşîno
Avigê neşoqîno
Tu Dirigê neèşîno
Masiyo çav beleko
Avigê şêloneko
Tu dirgê ji xew raneko
her wisa gelek nexweşe mirada wê heye careke dî te bibîne. Dirgê dema ew gotina birayê xwe seh kir, camêro ! ger tu bu ecibînî, em bihevre biçin. Mêrik got, Başe dirga hirmet, em Sibe zû biçin, bila zarok jî dapîra xwe bibînin. Sibe zû li gel stèrga feracê ketin rê, qesta malbata dirgê kirin. Hê ji dûr ve dayika dirgê digot zaroyên xwe, bêhna dirgê tête min. Zarokan got, wila diya me aqilê xwe avêtiye. Heya dirgê gihişt li ber konê reş, intaya diya wê temam bû, çû ser Dilovaniya xwe....
Çîroka min ço deştê ez û dê babê xwe û yên wê em çûne buhiştê...

Nîşe: Navê DIRÊ(Dirgê)=Dir(navê kevirên giranbiha) Qertafa -gê bi navên tiştên xweşik û delal ve tê kirin.

Robar Bêwar

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...