Ev derbeya mirar, xwe re gelek xetere hebû ji hemû neteweyên Tirkiyeyê re. Helbet xetereya herî mezin dîsa dibû para gelê Kurd. Lewra wekî hemû têkelên Tirkiyê gele Kurd jî serê ewil, di her astê de bertekên xwe anîn ziman û nişan da. Gelê Kurd her tim bûye mexdûrê mezin, ê her derbeya li Komara Tirkiyeyê pêkhatî. jixwe ev yek ne hewceye nivîsîn û niqaşane jî, tene mirov li rûpelên dîroka nêz binêre dê ev yek zelal dekeve ber çavan. Tirk li himber hev derbeyan dikin, dîsa yên herî zêde tên perçiqandin gelê Kurd e. Li himber xetereyên ji welatên derve dikin, dîsa yên tên perçiqandin gelê Kurd e. Lê ev derbeya 15 Tîrmehê de hatî kirin sosretiyeke cudatir datine ber çavan. Taybetî jî di hêla desthilatdariya ser kar de, ev tê pêşxistin. Ew bayên destpêka derbeyê, yên wekî bayê biratiya neteweyên Tirkiye, bi destê desthilatdariyê tê guhertin û hewl dide bike bahoza nijarperestiyê. Ev yek di vexwendinên Serokomar de aşkereye. Hewiladana Serokomarê Komara Tikiyeyê ewe ku eniyeke nijadî ava bike. Ev sekna wî bandorê li girseyên pêy wî dimeşin, wekî kiryarên êrîşên li himber Kurd û Elwî derdikeve qadan xwe rû dide. Ev jî aşkere dike ku MHP di mijara nijarperestiyê de nahêje ava destê Serokomar de bike.
Dema mirov ji serî de herka hewildana derbeyê digire dest, aşkere xûya dibe dibe ku AKP vê derbeyê(Cimaeta "Xoce Efendî") wekî sabûneke bikar tîne. Hem bi vê sabûnê mastirbasyonê dike, digihêje asta zewqê ya herî jor û hem jî dawiya vê mastirbasyonê destê xwe bi heman sabûnê dişo. Ji bo ku xwe bigihîhîne vê astê cimaeta Xoce Efendî(!) kire pêlpêlkên desthilatdarbûna xwe. Bi vê plana xwe ser jî ket. Xwe bi wan gihand lûtkeya herî jora Cimaet Erdoğan bibinê. Di vê navberê de kadroyên xwe ve girêdayî li himber qadroyên Gûlen dan cihkirin. Dema ku dereke bi Cimaetê bigihêje nema, vê carê lê hate xezebê û kete nava hewildana tasfiyekirina wan. Her çiqas Cimaet bi xwe hesabe jî dereng ma û darbeya wan vale derket. Îro roja piştî derbeyê jî, çi kêmasiyên kirîn(Roboskê, Xistina Balefira Rûsya, Xirabûna têkiliyên diplomaiyê, aborî,...hwd) dike stûyê cimaetê. Hindik maye ji hespîketina xwe jî, dê bike stûyê cimaetê de. Dîsa dê tewanbariya dozên derbarê Erdogan de li dadgehên navneteweyî hatîn vekirin jî bikin stûyê Cimaetê de. Kurtasî xeniya Erdoğan e bi vê derbeyê.
Berî ku derbe dest pê bike, hîn di demjimêra 16:00 de haya wan ji derbê çêdibe. Lê dîsa jî rê dide ku hewildana derbe bê kirin. Ji vê diyare ku di nava xwe de planên derbeyê çawa veguherînin aliyê xwe kirine.
Hemû kes û sazî dizanin Serokomar Erdoğan dixwest bibe Serokê Komara Tirkiyê û di nava hewildana vê yekê de bû. Lewra dema 7 Hezîranê HDP ê zêde deng stand, hilbijartin dan betalkirin. Cara dudûyan jî nêrî ku nekarî 400 parlementeran bistîne. Êdî hêviya xwe ji riya bi parlementoyê bibe Serokê welat birî û vê carê kete lêgerîna riyên cuda. Heya beriya derbeyê jî di nava vê lêgerînê de bû. Lê dema beriya derbeyê, haya wî ji derbeyê çêbû dest ji vê lêgerîna xwe berda. Ne ku dest ji hêviya Serokbûna welêt berda. Dest ji lêgerina rêbaza wê berda. Ji ber ku derbeyê derfetên Serokbûna Komara Tirkiyê afirand jê re. Îro jî bi awayê Serokê Komara Tirkiyê partiyên muhalefetê gitriye bin çengên xwe û Serokatiya Komarê dike. Ya rast ji wan partiyên xwe xistine bin çengên Erdogan û li nava devê wî dinêrin re peyva muhalefet karanîn ne gelek raste. Ji ber ku heya roja îro Erdogan çi gotiye wan erê kiriye. Ji Jimara destrakirina ji pêşnûmeyan re ev yek aşkereye. Di van vexwestinên Ergogan jî diyare ku ji ber ku HDp ê nehiliştiye ew bibe Serokê Tirkiyê çiqas acize û kîn ji HDP ê girtiye. Ev jî rastmeşîna HDP ê dide nişandan. Lewra zanayeke mezin ê cîhanê dibêje,"Ger dijberê te ser te de were başe, ger gelek ser te de were gelek başe û bizane tu ya di riya rast de dimeşî."
Ya xûya dike ji me netewên derveyî Tirkan re ji bilî xwe xurtkirinê tişteke din nema. Divêtiya xwe li hundir û derve xurtkirinê xwe arasteyî me dike. Taybetî di hêla sazibûneke nava wan têjî û bibe bersiv de gelek xurtbûn divê. Ya herî girîng jî, piştî hemû kêmasiyan yekîtiyeke hemû Kurdên cîhanê jêvenegere. Piştî hemû kêmasiyan û birînên kevin destê hev girtin jiyaniye. An dîsa yên bibin "Silo xwusirî" em in. Dema desthilatdaran xwe komkir, wekî her carên din, dê li me vegerin û kula hemû xemên xwe difinên me re derxînin.
NÎŞE:ji ber vê jî divê em nekevin pey rojevên biçûk ên wan afirandî û bi zanebûn xistîn jiyanê. Taybetî rojeva Şirnex û Colemêrg ji bajarî bikeve û her wisa Cizîr û Gever bibin bajar. Ev biryarên he ne ji ber berjewendiyên me hatine girtin. Divê em bizanin, ev biryar ji ber polîtikayên ewlekariyê hatine girtin. Lewra em ne ji bo kû dereke bibe bajar an jî bibe navçe, divêm em ji ber, bi armanca tunekirin û fetisandina dewletê ya ser me de tê tekoşîne bikin.
War BOTAN(02/08/2016)
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...