MAMIKÊN HEREMA BOTAN(ÇANDA BOTAN)

Ev mamikên di vê beşê de bên weşandin, ji beşdarvan û parvekerên koma Facebookê ya bi navê Çanda BOTAN
Robar Bêwar,
Zelalzîn Lîlav,
Haci Bayik,
Xemgîn Goyî,
Mêvanê Evînê,
Ahmet Erk,
hatine girtin. Ji hemû parvekeran re em spasdarin.

1-Mamgê min û mamani !

Nerme germe,
Derî veke dane ber me,
Ger me nexwar,
Xirûme ser me.
(orikên heşandî)

2-Mamgê min û mamani !

Ez çûm ser ganiyegê piremêrek yê jûvel te ferşekê ser pişta vi...(şkêvlat, kosî)

3-Ez diçûm ji şkevtekê,
 teji têve şiv gûpalin,
 yeki rast têve tuneye? 
(gova bizinan)


4-Mamgê min û mamani !
Qesra sipi ya bê deri, pa çiye?
(hêk)


5-Mamgê mino mamanî !
Zavê mala xalê 
Bê mala te tu yê çibidiyê
(dayîka xwe)


6-Manikê mino mamanî !
Ez çum aşekê 
Aş dêm e
Min got aşo tu çi aşi 
Got ez hesabdarê dinê me
(.....)


7-Mamgê min ê mamanî !
Elî Emera pez berda çema
Heya siharê rabû kit jê nema.
(Stêrk)


8-Mamgê min ê mamanî !
Şêx Zeynê kalerût.
(mişk)


9-Mamgê mino mamanî !
Hilinde bilinde 
Kur ji babê bilinde
(dûyê agir)


10-Mamgê min ê mamanî !
Ser mişar e, pixepar e,
Heçî nezane ew dîkil e.
(:))


11-Mamgê min ê mamanî !
Ez çûm mindît Qesra bêderî.
(hêk)


12-Mamgê mino mamanî !
Piyana mîr li erdê ket
Bû deng û li dinê ket.
(birûsk)


13-Mamgê min ê mamanî !
Çeqmeqe çeq û reqe
Heçî nezane ehmeqe(!)
(:))


14-Manga Mino mamanî !
Germe, çerm e
Daxînê veke dane berme
Hegî me nexar, ma Serme
(orikê heşandî)


15-Mamgê min ê mamanî !
Hesko darînî
Girar berînî

Zerik Çermînî
(kil û kildan)

16-Mamikê mino mamanî !

16-Dest û pê wî çermîne
Xwe dihilavêje zirçîne

Eyar heye mû tine
(beq)

17-Bixwe gelek xweş e

Anîna wê jehra reş e
Nanê hirça beş e
Dermanê herî baş e
(hingivî)


18-Mamgê min ê mamanî !
Şil dike
Rep dike
Tîre dike (!)
(ta û derzî)


19-Mamgê mino mamanî !
Sofiye qonderzî
Li ser serbana dibezî
(zilkitik)


20-Mamgê mino mamanî !
Nalînê wê tê ji nizara
Gûyê wê dermanê hemû derdû dara
(mêşa hingivî)


21-Mamgê mino mamanî !
Ez çûme nizarekê
Bû nale nala birîndarekê
(mêşa hingivî)


22-Mamgê mino mamanî !
Sînî ya savarê
Wa li ser guhê darê
(hinar)


23-Mamgê min û mamani !
 Vi mili teht e
Vi mili teht e
nêvê de şil û şeht e.
(testika hevîr, balavê)


24-Mamge min ê mamanî !
Tejî navde şekirê bestî.
Min anî stûneke du gulte,
Min xist ber Babê te,
Bû çir çira dayîka te.
(meqes)


26-Mamikê min ê mamanî !
Pênc bira qesrekê ava dikin.
(şişên goreyan)


27-Mamikê min ê mamanî !
Ker zirî kuşpil firî.
(çifte)


28-Mamgê mino mamanî !
Şemûnê di qon.
(......)


29-Mamikê min ê mamanî !
Siltan şahê ekber e
Stûna heşîn yekber e
Fincan spî
Qehwe zer e.
(Nêrgiz)


30-Mamgê mino mamanî !
Difire weke tîr
Gutilga çêdike
Weke jina mîr
(kêza gogerîn)


31-Mamgê min û mamani !
 Hem hêsin,
 Hem bizin,
 Hem ji qor e gayê mezin,
 ew û xweyî tekde dibezin?
(banger)


32-Mamgi mini mamani!
Tiştek dinê
Hingi şêxü mela diçinê
Rê nadinê
(......)


33-Mamikê min ê mamanî !
Kimme hutik tijî nutik ?
(hejîr)


34-mamikê minê mamanî !
ser mazî,
stu derzî,
kizgave bezî?
(Kew)


35-Mamikê mino mamanî !
Wek şivanê berxika
Dinêre zaroka
Fêr dike hêdîka
Zanîn û tiştika?

(dayîk, mamoste)

35-Mamikê mino mamanî !
Ser gelgele
Bin gelgele
Cav zîqê
Simbêl bele
(kêrvoşk)


36-Mamikê mino mamanî !
Mirîşka min rindike
Lê hişe wê hindike
Hêkan li mala xelqê
Zilqan li ba min dike
(.......)


37-Mamgê min û mamani !
Pênç kuran destê kûrekê girt,
Bir derê dêra dêr kûranê?
(......)


38- Mamkê mino mamanî !
Kerê kur ço afır
(Mêkut)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...