Bi yek beden û yek pêsîr
Çar birayên ne biramak
Xeyalên me her çaran li nav boxçika dayika me
Gerdena rojê, me bi morikên elmasî nexş dikir
Heyhat heyhat!
Kurman dar kurmijand
Zêde bûn beko ewan
Tirk û erep, ecem û fars
Bûn çar parçe
Mîna dayîka xwe
Dûr man ji xwe
Çar birayên ne birmak
Guldexwîna çav li me kir
û stû tewandin ji êşan
Bê ziman, bê xak
Pêsîra dayika me di devê keftaran de
Gerdena xirxalî mêrga simmên hespên Moxolan
Guliyên herîrî balîvên serê hovan
Ker bûn guh zengê girt
Kor bûn çav mijê girt
Serê me danîn ser mizanê
Wan em firotin bi erzanî
Bi qîrîna dayika me ya kezep şewat
Li me nema hedar û tebat
Belê em çar bira bûn
Çar birayên gernas
Me ne koletî kir ne kuletî kir bazirganî
Em ne mirovên çavlider bûn
Heyhat heyhat!
Xebîs ket linav xewnên me
Stranên nîvço man singa dayika me
Kesera dayika me hesreta çûyînê difûrîne
Nizanim çend caran kilaman destpêkir dîsa man qirika me
Belê em çar bira bûn
Çar bira yên yek bedenê
Em dizanin
Şev awisê rojê ye
Zivistan wê biharê bîne
Em ê dîsa xwe bi afirînin bi xweliya xwe
Belê em çar birane
Azadiya me ji me wêdetire...
Robar BÊWAR-War BOTAN
02.05.2017
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...