Evîna Demsala Mirinê

(Diyarî mamosteyê jana zeryaya hestan, şargirtê evînê)
Hevalê diljar, birîndar û serî taç
Hevalê diljar, birîndar û serî tac
Evîn nasnake tu mizgeft û xaç
Bila Bes biramûse hêstir lamên te
Nemîne hêviya ev Yezdanê te afirandî,
Li te bê rehmê.
Peyvira wî ev e...
Ew nas nake cudahiyan
Natewe li ber dewlemendiyan
Nas nake deriyê kelh û xanan
Şerm nake ji feqîriyan
Bila zik mirî be ji bo pariyeke nan,
Her carê dil dike balîvekê hiriyan
Zik birçî an têr, dike maka xeyalan
Bese, dest ji vê evînê berde
Bikuje, binaxke di cer de
Tovê Evîna xwe di vê demsala ziha û seqemde mirar neke
Bihêle ji demsalekê biharîn,
Gul şîn, gulxwîn şîn
Ka binêre çawe dar li benda rojê û demsala xwe,
Ji Axa germ re dihêle pel, gul û berhemên xwe
Kevok li benda demsala hêlîna xwe
Ma te dîtiye zivistanan hêlîn çêkirîn
Nebe berfîn û xweşikbûna xwe neke goriyê bihareke direwîn
Ma dibe vê sedsala bîstûyekemîn,
Tu bibî Memê miriyê Zîn
Qey ne ji ber demsala derewîn,
Mem negihaşt sitiya Zîn
Berde bila biçe ev demsala kujer
Da hêza te hebe ji bihara bê re
Wê demê bibîne dê çawe vebe gulên evînê di dil û mejî de
Dê çawe hingivî ji gulên te bifûrin
Û dê tama dev û lêvên yarê çiqas xweştir bike
Berde bila here ev demsala Evîna derewîn
Li ber bayên bahoza evînê nebe peleke hişk,
Dil neke wargeha mar û mişk,
Bi xwe ve nede wekî dûpişk
Rayên xwe berdê zeviya welatê evîndaran
Bibe dareke her peleke wê destaneke ya
evînê têde hati nivîsîn
Bizane heval…
Ev gotin ne ji pirtûk û çîrokan hatine gotin,
Hemû şahidên jana evîna demsala derewînin
Ji xwîna dileke ji bin xirabeya erdhêja evînê hatî derxistin hatine dotin
Dilê xwe bike sarincekê de,
Bila xwîn hêdî hedî bigere
Da tu doz û daxwazan li te neke
Hey mala te ava,
Ne welate nayê berdan...

War BOTAN

02-12- 2016/Wan

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...