li nexşeya Bakûr dinerê, rêza çiyayên Toros ên Başûr, Welat ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du qet.
Toros ji Rojava Welêt, ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî, Zagros dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.
Toros ji aliyê Avhewa ve, Başûr û Bakûr ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dîlok û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e.
Piştî Sêwregê; çiyayê Qerejdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê reş in.
Çiyayê Mazî de jî, mirov rastê hinek girikên hêtûnk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cûdî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi qeta Welêt Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.
Li Rojava deşta Dîlokê û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerejdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
Çemê Diclê deşta Amedê dike dû cîh. Beşa navbera Qerejdax û Dijlê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Dijlê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Dijlê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.
Li herêma Rihayê berrîya Herranê heye. Herran ji alîyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berrîya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev desht û berriyên Welêt embarên tene ne.
Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin Serhed. Havîna herêma Serhedê kin e.
Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. biharan hewa nerm û bi baran e.
Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. Erzirom û Qers, bajarên herî bilind û sar yên erdnîgarîyê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.
Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.
Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê erdnîgarîyê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê gelekî germahî heye.
Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan erdnîgariyekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya wê mercên dar û daristanan çêdikin
Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin.
Di van salên dawî de ji ber sedemên tê zanîn agir berdidin daristanên Bakur û ew tên şewtandin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
Helbet danasîna vê erdnîgarîyê bi nîvîseke wiha kurt nayê pêşkêşkirin. Ev nivîs weke pûxteyeke danasîna heremê ye....
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...