Dilê Berredayî

11.07.2017/Ezerûm

Were dilê berreda rûne
Şiyar be, ev ax rûn e 
Dem çû, rast mirîne
Rojên xembar bihûne 

Êdî baran ne evînîne 
Bese! Xwe ne xapîne 
Ne kevir e ev birîne
Teredîniya te min têşîne
Çima dilo êdî nahedirî 
Bizane, xwîn germ nagerî
Hate girtin qulfa derî
Beytişe parsekî digerî

Hey hewar û bêlome
Ji destê te bêçareme
Ji janê hisretî mirinê me
Nikarim, ne Evdalê Zeynê me

27.11.2018/WAN

War BOTAN

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...