Asta Zanistî de pêşketina zimanê Kurdî


 

ZANISTÊ DE PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ


Standartîzekirina ziman ji bo yekrêziyê, kareke gelek girîng e. Dema ev yekrêzî li qadên navnetewî be, ev girîngî bi bihayê zêr û diran tê pîvan. Ser re jî dema ev xebat ji bo zimaneke neteweyeke ne azad, erdnîgarî li bin simên hespên dijminan bên perçiqandin û li qada navneteweyî ne xwedî maf be êdî biha bi zêr û zîvan jî nayê pîvan, tenê bi dîrokbûnê tê xelatkirin. Jixwe xelat û dîyariya herî mezin jî dîrok dide wan kesên van karan dike.

Zimanê kurdî çiqas dewlemend be jî dema lêxwedîderketineke zanistî nebe, dê bikeve ber pêlên bişaftin û tunebûnê. Jixwe di aliyê karanîna rojane de her roja paştir e kambaxtir e ango kêmtir tê axivîn. Helbet sedemên vê gelek in û gelek nivîs jî li ser hatîne nivîsîn. Weke din jî bi hêviya, bila şoreş pêk bê an jî dewleta me çêbe, wê demê em ê wî karî jî hil bikin, nêzîkbûn, bi destê xwe gora ziman kolan e. Ji bo mîrateyê dewlemend ê hezaran salan parastinê, rojane kar û xebat meşandin divê. Lêxwedîderketina ziman tenê bi pîrozkirina cejnan an jî avêtina druşman çênabe. Bi lêxwedîderketinê re, jê re ked û zanebûn divê.

Bi vê hişmendiya min li jor qala wê kirî, li dîasporayê/Almanya kareke gelek hêja tê kirin û meşandin. Beyî ku hewceyî pirskirina gelo kî ne û jî kî frekasyonê ne, min hezar caran ji dilê xwe pîroz kirin û dikim. Saziya Yekmalê li almanyayê kar û xebatên zimanê kurdî dike. Karê xwe jî di asta pîvanên naskirina navneteweyî de pêk tîne û bi vî awayî jî sertîfîkayên ew didin ji aliyê navneteweyî ve tên naskirin û li piraniya saziyan derbasdarin.

Salê du caran ezmûnan di asta C1 de çêdikin. Çarê vê mehê, ji bo asta C1ê bikevim ezmûnê piştî 13 demjimêr rêdemayînê çûme bajarê ezmûn lê hatî amadekirin. Ji ber bigihêjim ezmûnê rojekê berî ezmûnê çûm. Li wir hevserokê komeleya kurdan û welatparêzeke ji Ezerûmê hatin pêşiya min û ez bi mêvanperweriya kurdistaniyan ezimandim. Li wir ji bîsthezaran zêdetir kurd hene. Helbet malavahiya wa bi dileke gelek bêriya welat kirî, dikim. Piştî ji welat hatîm, cara yekem e ku bi dilgermiyeke bi vî awayê hatim ezimandin. Piştî ez roja ezmûnê birim cihê ezmûnê û hinekê barana sibandekan li me kir sazî hate vekirin û me xatir ji bo hevdîtina piştî ezmûnê ji hev xwest ew çûn. Lê mixabin min ew ji ber piçeke din aciz nebin xapandin û dema ez ji ezmûne derketim bi alîkariya rêveberekê Yekmalê min bilêda xwe birî û ez ketim ser rê.

Piştî hevnasîna amadekarên ezmûnê ya saziyê em ketin ezmûnê. Weke keseke xwendekariya lîsansa bilind a wêje û zimanê kurdî xwendî dikarim bêjim, asteke gelek zanistî û hêja de ezmûn hatibû amadekirin. Her beşa ezmûnê (fêmkirin, bihîstin, nivîsandin û rêziman) ger ji asta ezmûnên TELCê ne zêdetir be ne jê kêmtir bûn. Dema ketim beşa yekem û derketim navberê min li ser navê Mamoste Şerîf û her wisa wî bi xwe jî mamoste Abdulkadîr pîroz kir. Min serbilindiya gihaştina asta zimanê kurdî ji nava dil û bi sîngeke ji berî ketina ezmûnê firehtir hîs kir. Min nû mamoste Abdulkadîr nas kir û navê mamoste Şerîf bi vê ezmûnê li nava bîra bîra xwe bi rengên xweş neqişand. Paşê di navberan de hineke axaftina me çêbû ser kar û xebatên wan ên li dîasporayê. Demeke dirêj e kar û xebatên zimanê kurdî bi awa û rêbazên profesyonel dimeşînin. Çavkanî û rêbazên perwerdeya zanistî çap dikin û belav dikin. Ya herî baş jî li 7 bajarên amlanya kurdî bi awayeke fermî dane pejirandin û li dibistanan zimanê kurdî jî weke wane tê dayîn. Ji bo vê jî mamosteyan perwerde dikin.

Ez bi xwe rabim bi bîra zanebûna ferhenga kurmancî hemû peyvên pesindanê ji wan re binivîsim, ez ê dîsa bêjim kêm e. Lewra li vir kes dikare jiyaneke takekesî û berjewendiyên daringî/maddî zêdetir dest bixe. Ev derfet hene û dê kes aramtir û xweşhaltir be ji hemû aliyan de. Lê van camêran barê ziman danîne ser milên xwe û çi ji wan tê dikin. Helbet al ji destê gorbiheşt mamoste Feyzî girtîne û bi serbilindî vê alê dihejînin.

Piştî ewqas westanê bi rûyeke ken û serbilindiyeke bihempa her wisa bi saya şahidbûna keda wan, bi çenteyeke çend pirtûkên nû û tejî hêz û baweriya ji bo zimanê kurdî vegeriyam. Mala wan ava be.


War BOTAN

10.09.2025


No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...