
Cudahiya di navbera wan herdu têgehan de qasî şewqeya “^” li serê tîpa “e” yê ye!
Di her heyama pêngaveke hêvîbar a kes û tevgerên Kurd de, ji bilî dijminên Kurdan, hinek Kurd xwe didirînin û diçirînin. Gotineke pîrên Botanê wiha ye “Bet hêk dike, birî li qona qazê dibe”. Helbet rexne mafeke sereke û gelek girîng e. Ger rexne nebe dê xwe dûbarekirin pêş bikeve. Lewra gotina “ger kêmasî nebe, wê demê kêmasî hehe” di dîrokê de hîn tê dûbarekirin. Lê rêxnekirin ne hewce ye. Rêxnekirin karê dijber û dijminan e.
Dema kesek an jî komeke, bi hemû encamên neçê li ber çavên xwe girtinê re, ji bo kurdayetî karekê bike (em hemû dizanin bedelên karên herî ji rêzê û zagonî jî giran tên dayîn li vir) hinek kes û kom wan dikin armanc û tişteke namîne ku nekin û nebêjin ji bi wan. Carinan tiştên nabêjin dijminên xwe dibêjin birayên! xwe.
Li hember her cûre êrîşên dersinc û mirovî yên dijminatiya wan dike, bêdeng û lal dimînin. Heç wekî birayên wan her tişt ji wan standî û hemû maf û destkeftiyên wan ji destên wan girtî.
Bi xwe xwedî angaştên herî bilind ê bedelxwaz in. Piraniya wan alîgirên hêz û partiyên berî 40 salan in. Civaka Kurdên Bakûr bi gotinên, peyrev û nezan, çavkor û pûtperestî tewanbar dikin. Rojek ji rojan nabêjin, gelo çima ev civak li pey me nayê, çima baweriya xwe bi me nayînin?! Gelo kêmasiya me çi ye?! Ev kes ne berê û ne jî niha û qasî xûya dike dê demên pêş de jî tu carî piştgiriya kes û komên ew wan RÊXNE dikin, nekin. Ji dijberan dijbertir, dijminan dijmintir in. Di têkiliyên xwe de, dijmênên xwe re rûdinin û “efendîm efendîm” dibêjin lê bi birayên xwe rûnanin jî! Erê ez jî ji her tiştî neqaneh im û gelek caran bi tundî jî rexneyan dikim. Lê ne rexneyên kenê dijminan li me bînin!
Helbet mebesta min a vê nivîsê ne şîret an jî hineke kes rêxnekirin e lê kesera dilê min û hêviyên min ji weke her kurdekê yekîtiya netewi ye. Dema ez van kes û tiştên dikin dibînim, hêrs dibim û ji kerba dest bi nivîs û helbestan dikim. Ev nivîs û helbesteke jî encama vê kerba min a kezebşewitîna min e. Mixabin
Kerê Ker
Dijminê te bi ol kar kir
Barê xwe li pişta te kir
Felemor li serê te kir
Ala xwe bi te bilind kir
Te hiş li xwe tarî kir
Wekî keran xebat kir
Xulamîya bavkuştî kir
Rastîya xwe wenda kir
Erîşî li xwîna xwe kir
Çanda xwe ji bîr kir
Ziman jî wenda kir
Xwelî li serê xwe kir
Kerê guhdirêj, bêhişê har
Pişta xwe bes bide ber bar
Nabîni van belegaz û hejar
Bes birijîne jehrîyê mar
Siwar be ser hespê xwe
Bikeve kêleka gelê xwe
Bibe rihstînê dijminê xwe
Bi rûmet rake serê xwe
Ne dijmin im li ol û bîrdozî
Bo ehmeqîyê dikim gazî
Edî naçe xwar ev xwezî
Bes dikarim binalim dizî
Were fêmke rastîya War
Ji kul û xeman mejî xwar
Dil peritî bo welat û war
Êdî fêmke hey kerê har
War BOTAN
10.04.2023/Serhed
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...