Min maç nekir tu tîk û deling
Nan û şorav besî min bo,
Serê min neço cihorê tu kesî.
Gelek gotînên tîj li ser ezmanê min tehisî
Min ceribandin hemû cudabûn,
Gelek dil min ji xwe dûr xistin.
Sabrek mirar di nava kulanên mejî yê min de
Gelek şevan laşê min xuh dida,
Lê Lihêf û doşeka min dicemidîn.
Ezraîl di nava kulanan de,
Li min digeriya,
Çi gotinên min tune ye, ji gerdûnê re,
Avisê qiyametê ye, dizanim
Neqenciyên min,
Pistûya min ve hialvistî ye
2012
Robar BEWAR
Ji pênûs û hestên te re her bijî. Em hêvî dikin ev parvekirinên watedar bidomin. Serketin mamosteyê hestan
ReplyDelete