MELAYÊ CIZÎRÎ
MELAYÊ CIZIRÎ (1570-1640) -
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me - an şahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min ji vê çapê nisxeyek li şamê di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk e.
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »şahirê diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê wî şêx Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke mîr hebû. Ev şêx Ehmed li xweha mîr aşiq bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye. Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê, Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê heqiqî ye û xweha xwe da ê. şêx Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî ûşeşê de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan. Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt û şihrên xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana melê de jê spehîtir xezel hene.
Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
şemsa semayê rabi' e
Lew pir ji şewqê şewwişîn
Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê
meşînSelwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn
Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în
Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşînTîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn
Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş înHem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn
Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşînMawer ke
terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
şetrî bi mestî lê xwişîn
Şetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş înMeşha seher
yarê şefîq
Da min bi enguştên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în
Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem'a geş în
Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişînKuştim bi qewsê 'enber e
şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş în
Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş înZulma tu kî pir pê xweş im
Sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im
Rûhek mucerred bêleş în
Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş în
EHMEDÊ XANÊ
Her çendîn yên li ser jiyana Ehmedê Xanî nivîsîbin ne hindik bin jî yên ku agahdariyeke berbiçav û rast dabin gellek kêm in. Ew ên ku bi vî awayî nivîsîbin jî ji çend rêzan bêtir titşek neanîne. çimkî heta niha ji bilî berhemên Ehmedê Xanî tu tiştekî wekî belge neketiye ber dest da meriv karibe firehtir li ser jiyana wî raweste. Berî ku em werin ser lêkolîna Alaeddîn Seccadî ya berfireh, di nav wan kesan de ku li ser Xanî nivîsîne, Mele Mehmûdê Bayezîdî, Hemze Begê Muksî û Celadet Alî Bedirxan in ku bi kurtî be jî hin agahdariyên rast dane, yên din li ser tarîxa jidayikbûn û mirina wî, li ser cih û warê wî agahdariyên şaş dane.
Cara pêşîn Aleksandre Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna Kurmancî ya derheqê jiyana Ehmedê Xanî ku Mela Mehmûdê Bayezîdî nivîsiye. Aleksandre Jaba, ev metin her di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di vir de destnîşan dike ku Ehmedê Xanî ''ji taîfeya Hekariyan ji 'eşîrata Xaniyan e''. Em ji wir fêr dibin ku ev eşîr di sala 1000-ê Hîcrî (1592-yê Mîladî de) hatiye li Bayezîdê niştecî bûye. Ew dinivîse ku wî Mem û Zîn, Nûbar û bi Kurmancî, Tirkî, Farisî û Erebî işîr û xazel nivîsîne, li Bayezîdê bi navê xwe mizgeftek ava kiriye û ew bi xwe jî li rex wê mizgeftê definkirî ye. Heta di wir de tê diyarkirin ku Simaîlê Bayezîdî jî ku şairekî Kurd e şagirdê Ehmedê Xanî bûye û di mizgefta wî de dersên Kurdî daye biçûkên Kurdan (Ev şair di 1065-ê Hicri de bûye û di 1121-ê Hîcrî de miriye- Yanî hemdemê Xanî ye) 1. Piştî wî, Hemze Begê Muksî gava di 1919-ê de Mem û Zîn daye çapê, di pêşgotina xwe de, behsa tarîxa jidayîkbûn û ya temambûna Mem û Zînê ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî li gor hesabê Hîcrî neqil dike, ji bo yekê dibêje 1061 û ji bo ya din dibêje 11052. Piştre, Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-yan a Hawarê ya 1941-ê de ji Aleksandre Jabayî, ji Hemze Begê Muksî û ji Mem û Zînê bi xwe hin agahdariyên li jorê cara pêşîn bi tîpên latînî û bi Kurmancî dinivîse, lê di hesabkirinê de hin şaşîtiyan jî dike3. Cara pêşîn bi rêk û pêktir, piçekî berbiçavtir û firehtir Alaeddîn Seccadî hin agahdarî li ser jiyana Ehmedê Xanî dane ku agahdarîne rast di wan de hene. Agahdariyên ku wî dane hin di eserên Ehmedê Xanî bi xwe de hene, lê hin jî ew bi xwe nabêje rasterast ji kê wergirtine. Lê dinivîse ku du tişt ji Mela Salih wergirtine ku tarîxa mirina Ehmedê Xanî û navê bavê wî ye. Tarîxa bûna xwe, ya xelaskirina Mem û Zînê, ya xelaskirina Nûbara Biçûkan û ya ku kengî dest bi nivîsandinê kiriye û gava ku Mem û Zîn xelaskiriye umrê wî yê nivîskariyê çend bûye, di Mem û Zînê de û di Nûbara Biçûkan de hene. Pişt re bajarê Ehmedê Xanî medresên ku wî lê xwendine û bajar û welatên ku ew lê geriyaye jî wekî agahdarî di esera Alaeddîn Seccadî de hene, lê ew, belge an navekî diyarkirî nade ku wî ev ji kê yan ku derê wergirtine.
Wekî min berê jî nivîsîbû qenaeta min Alaeddîn Seccadî hem ev agahdarî, hem jî yên di berhemên Ehmedê Xanî de ji wî Mela Salihê ku ew bi nav dike wergirtine, ne ku ji berhemên Ehmedê Xanî û ne jî ji cihinî tir. çimkî eşkere ye ku ew bi kûr û dûrî li ser berhemên Ehmedê Xanî hûr nebûye loma jî hin agahdariyên şaş di heqê naveroka berheman de (mesela di heqê Mem û Zînê de) daye.
Mesela tarîxa jidayikbûna Ehmedê Xanî, her ji bal Ehmedê Xanî ve di Mem û Zîna wî de hatiye diyarkirin ku dibêje:
Gava ew ji tunebûnê vederbû û hat ser ruyê erdê tarîx 1061 bû. Ew serkêşê gunahkaran (ango Ehmedê Xanî) îsal gihîşte çil û çaran. Ev tarîx, tarîxa Hicrî ye û li gora tarîxa Mîladî, Alaeddîn Seccadî dibêje ku dike 1650. Pişt re hema hema hemû kesên ku li ser Ehmedê Xanî nivîsîne li gora vî hesabî, tarîxa jidayikbûna Ehmedê Xanî sala 1650-yê Mîladî danîne. Lê M. Emîn Bozarslan vê hesabkirinê şaş dibîne û dibêje ku tarîxa jidayikbûna Ehmedê Xanî 1651 e:
''Hin nivîskar û lêgerên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061'ê li gora tarîxa mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da şaşiyek hatiye kirin û ji ber wê şaşiyê ew tarîx ji aliyê hin nivîskar û lêgeran ve wisa hatiye qebûlkirin û wisa hatiye nivîsîn. Li gora serçaviyên rast ên ku ji aliyê pisporan ve hatine nivîsîn, serê sala 1061-ê rastê 25-ê meha 12-an a sala 1650'yê mîladî hatiye û ew roj roja yekşemê bûye; bi peyveka dî, roja 1'ê meha Muherremê ya sala 1061'ê Hîcrî, rastê roja yekşemê ya 25-ê Kanûna Pêşîn a sala 1650-yê Mîladî hatiye Li gora vî hesabî û li gora van tarîxan , tenê yek hefteyek ji sala 1061-ê Hîcrî, ketiye sala 1650-yê Mîladî yazde meh û sê hefteyên dî, ketine sala 1651-ê Mîladî.
Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061-ê da hatiye dinê wî tenê sala hatina xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061-ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketine sala 1651-ê Mîladî, em dikarin hema hema qutûbirr bêjin ku ew di sala 1651-ê Mîladî de hatye dinê. Divê mirov bifikire ku di salekê de 52 hefte hene; 51 hefte ketine sala 1651-ê, tenê yek hefteyek ketiye sala 1650-yî. Li gora vî hesabî, îhtîmala ku ew di sala 1650-yî de hatibe ji 52-yan yek e; lê belê îhtîmala ku ew di sala 1651-ê da hatiye dinê, ji 52-yan 51 e. Nexu em'ê vê îhtîmala mezin qebûlbikin û bêjin ku Xaniyê nemir di sala 1651-ê de hatiye dinê.
Li gorî van agahdariyan, meriv dikare bibêje ku Ehmedê Xanî di 1650-51-ê de (îhtîmala herî xurt jî di 1951-ê de) hatiye dinyayê.
Mesela çil û çar saliya Ehmedê Xanî jî meseleyeka munaqeşê ye. Li gora Alaeddîn Seccadî ev çil û çar sal li gora hesabê Hicrî ne û gava ew 44-an dixe ser 1061-ê Hîcrî, ew dibêje ku Ehmedê Xanî di 1105-an de Mem û Zîna xwe xelas kiriye. De ev tarîx jî dike 1693-yê Mîladî. Her wekî tê zanîn salên Hîcrî yên ku li gora hesabê heyvê hesab dibin 10 rojan ji salên Mîladî kêm in. Gava li gora destnîşankirina Ehmedê Xanî ku gotiye gava ew ji Mem û Zînê xelas bûye 44 salî bûye, 44 salên Hîcrî dikin teqrîben 42 sal û 9 mehên Mîladî. Ku wiha be li gora hesabê îro gava Ehmedê Xanî Mem û Zîn Xelas kiriye 42 sal û 9 mehî (teqrîben 43 salî) bûye. Heke em vê têxin ser sala 1650- 51-ê, Dike 1693 an 1694. Ev jî li tarîxa Alaeddîn Seccadî dike. Lê wekî em dizanin li gora hesabê ku M. Emîn Bozarslan nivîsîye wî 44 sal xistine ser 1651-ê û gotiye ku Ehmedî Xanî di sala 1695-an de Mem û Zîn xelas kiriye. Li ser pêşniyara wî jî Kur-dan sala 1995-an kirin sêsedsaliya Ehmedê Xanî (ango sêsed saliya xelasbûna Mem û Zînê). M. Emîn Bozarslan sedemê vê yekê gava li ser tarîxa temambûna Mem û Zînê di pêşgotina Hemze Begê Muksî de radiweste, bi vî awayî şîrovedike:
''Hemzeyê Muksî ev tarîx li gora teqwîma Hîcrî hesab kiriye. Wek ku tê zanîn, Xanî di duwayiya 'Mem û Zînê' de nivîsiye ku ew di sala 1061-ê da hatiye dinê, ku ew sal li gora tarîxa Mîladî dibe 1651; her weha, nivîsiye ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê da bûye 44. Tê Zanîn ku Hemzeyê Muksî sala 1061'ê wek bingehek girtiye û li gora teqwîma Hicrî ya ku bi tevgerên Hîvê tê hesabkirin, 44 sal anîne ser wê salê, hingê jî dûwayika wî hesabî bûye 1105; ev sal jî li gora teqwîma Mîladî dibe 1694. Lê belê awayê vê hesabkirinê şaş e. Lewra Xanî negotiye ku wî di sala 1105-ê Hîcrî da nivîsîna pirtûkê temam kiriye. Wî tenê daye zanîn ku umrê wî di sala temamkirina nivîsîna pirtûkê de gîhaye 44-an. Wek ku her kes dizane, li Kurdistanê umrê mirovan li gora tarîxa Hîcrî nayê hesabkirin. Lewra sala Hîcrî li gora tevgerên Hîvê ye û di salvegerekê da 10 roj kêmê sala Rojê ya adetî ye. Ji ber wê kêmayiyê jî mehên Hîcrî salê 10 roj diçin pêş û ciyên wan her sal diguherin; bi wî awayî jî, salên Hîcrî di 36 salan de salek zêde dibin. Eger umrê mirovekî li gora salên Hîcrî û tevgerên hîvê bê hesabkirin, ew di 36 salên adetî yên rojê de dibe 37 salî. Ji ber ku her kes bi wê kêmayiyê dizane, umrê mirovan li gora mehên Hîcrî yên Hîvê nayên hesabkirin, lê li gora mehên Rojê tê hesabkirin; mesela ji Adarê heta Adarê yan ji Gulanê heta Gulanê û wd. Li gora vê rastiya Kurdistanê, divê mirov tarîxa temamkirina 'Mem û Zîn'ê weha hesab bike: Xanî di sala 1061-ê Hîcrî de hatiye dinê ku li gora teqwîma Mîladî dibe 1651. Mirovek ku di wê salê de bê dinê, gelo kengê dibe 44 salî? Bêguman di sala 1695-an da. Lewra umrê mirovan li gora meh û salên Rojê tê hesabkirin. Bi vî awayî û ji ber van semedan, em dibêjin ku li gora tarîxa Mîladî, Xanî nivîsîna 'Mem û Zîn'ê di sala 1695-an da temam kiriye''
Ferhad Şakelî jî di meqala xwe ya bi navê ''Sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî'' de li ser mesela jidayîkbûna Xanî û tarîxa xelasbûna Mem û Zînê radiweste, ew usûla hesabkirina Bozarslan şaş dibîne û hesabekî bi vî awayî dike:
''Danîna sala 1995'an ji bo sêsed saliya Mem û Zînê pêdiviyê lêhûrbûnê û rastkirinê ye û nabe ku meriv daneyne ber pirsiyarê.
Xanî bi xwe di dawiya beytên Mem û Zînê de eşkere kiriye ku ew di 1061'ê Koçî de ji dayik bûye û destana xwe jî di temenê (jiyê) 44 salan de xelas kiriye:
Lewra ku dema ji xeybê fek bû tarîx yê hezar û şêst û yek bû.
Îsale gehîşte çil û çaran wî pêşrewê gunehkaran.
Sala 1061'ê Koçî li beramberî sala 1651'ê zayînî radiweste.Gellek lêkoleran sala 1650'yê zayînî danîne ber 1061-ê Koçî. Roja 1-ê Muherrema 1061-ê Koçî dikeve beramberî roja 25-ê Desembera (çileya Pêşîn) 1650-yan. Nexwe, tenê heft rojên wê sala Koçî dikeve ber sala 1650-yê zayînî, 348 rojên dî dikevin ber sala 1651-ê zayînî. Yanî îhtîmala wê ya ku Xanî di hefta yekê ya wê sala Koçî de ji dayikê bûbe ji sedî 2 ye. Ji ber vê hindê ya rast ew e ku em bêjin Xanî di 1651-ê zayînî de ji dayik bûye.
Xanî bi xwe dibêje di çil û çar saliya xwe da Mem û Zîn nivîsiye. Diyar e ew jî em dizanin ku Xanî 44 salên temenê (jiyê) xwe li gora salên koçî jimartine. Li gora vê 1061+44=1105-ê Koçî sala nivîsîna Mem û Zînê ye. Ev sala koçî dikeve hemberî 1693-1694-ê zayînî (pênc mahên pêşîn ên salê di 1693-yan de ne û heftên din di 1694-an de ne). Xanî ku sala jidayikbûna xwe, sala danîna Mem û Zînê û çil û çar sal umrê xwe li gora tarîxa Koçî jimartiye, em nikarin bi zorê sêsed salên piştre li gora tarîxa zayînî bijmêrin. Lê heke em wiha jî deynin, dîsan sêsed saliya piştî wî dike 1993-1994, yanî sêsed saliya Mem û Zînê diviya sala 1993 yan 1994-an bihata danîn ne ku sala 1995-an. Lê wekî min got, di vê de zorlêkirinek heye û nerewa ye. Heke em li gora salên Koçî bijmêrin;
1105+300=1405-ê Koçî dibe sêsed saliya Mem û Zînê. Ew sala Koçî jî dikeve beranberî sala 1984-ê zayînî.
Riyeka din ew e ku her ji destpêkê ve 44 salên zayînî em bixin ser 1651-ê ku sala jidayikbûna Xanî ye. Ji bo ku Mem û Zîna xwe di 1695-an de nivîsîbe, vê sala zayînî dikeve hemberî 1106-1107-ê Koçî û li gorî vê jî divê Xanî Mem û Zîn di 45 yan 46 saliya xwe de nivîsî be, ku em dizanin ne wiha ye. Yanî di her du aliyan de jî danîna sala 1995-an wekî sêsed saliya Mem û Zînê ne rast e û bingehekî mantiqî û zanistî jê re tuneye.''
Ferhad Şakelî di vir de rastî û şaşiyan tevî hev dike ku divê bên destnîşankirin. Mesela 44 saliya Ahmedê Xanî gelo wê li gora kîjan hesabî bê kirin. Li gorî M. Emîn Bozarslan divê bi hesabê teqwîma Rûmî bê kirin û li gora Ferhad Şakelî jî divê bi hesabê teqwîma Koçî (Hîcrî). Gelo di dema nivîsandina Mem û zînê de Kurdan jiyê xwe li gorî kîjan teqwîmê hesab dikirin? Heke bi hesabê teqwîma Rûmî be M. Emîn rast e û heke li gorî teqwîma Koçî be Şakelî rast e. Îro li Kurdistanê, bi piranî jî di jiyana gundîtiyê de Kurd umrên xwe li gora teqwîma Rûmî dikin, lê gelo berî sêsed salan çawa bû, bi rastî li gor îmkanên xwe yên niha yên li ber dest ez nikarim tiştekî bêjim.
Nuxteya duduyan ku Ferhad Şakelî li gor hesabê Koçî sêsed saliya Mem û Zînê hesab dike ev ne şaşîtiyên hina ne, lê mesela tercîhê ye ku gelo em gava dibêjin sêsed sal qesda me jê sêsed salên bi salên Koçî ne an Mîladî ne. çimkî sêsed salên Koçî mudetek in û sêsed salên Mîladî jî mudetekî din in. Lê madem ku îro li welatê me jî teqwîma mîladî bi kar tê û di roja îroyîn de jî ev teqwîmeka navnetewî ye, rasttir e ku meriv hesab bi teqwîma Mîladî bide diyarkirin. Ev wekî mesela giraniyê ye: gelo divê meriv giraniyê bi hesabê gram û kîloyan an weqîyan nîşan bike.
Piştre, Alaeddîn Seccadî ji ''çavkaniyên cuda'', ji berhemên Ahmedê Xanî û ji devê Mela Salih, agahdariyên li ser jiyana Ahmedê Xanî bi vî awayî didomîne:
''Şêx Îlyasê bavê wî, gellek sal pêşî hatina Ehmed a dinyayê li bajarê Bayezîdê rûniştiye lê aşînatiya xwe ji eşîreta Xaniyan her bernedaye û li Bayezîdê jî her malmezin bûye. Di 1650 de Ehmed tê dunyayê, dibe nazdarê bavê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya bavê xwe û xizmetkarên nav malê ji piçûkî ve berê wî ji seriyekî ve didin ser riya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê, li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, heta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan, ji bo dersa Erebî... Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê, dersa serf û nehwê, belaxe û usûlê bixwîne. Ji bo Ehmed ev yek lê tê, her li Bayezîdê diçe medresa Muradiyê. Muddetekî piştî ku li mizgeftên Bayezîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ilim û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye (Sadiq Bahaeddîn Amedî navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike M. C.). Di dawiyê de ku îcaza ilmî werdigre, vedigere bo Bayezîdê, dest bi dersdanê dike. Ew, alimekî şareza yê her ilmekî bûye. Bi fermana Şahane çûye Babê Alî, Îstanbûlê.
Şêx Ehmedê Xanî, her wekî car bi car neqil dikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û reşayî gellek tê de mabû, dengê wî nêr û berz bû, gellek kêm aciz dibû, dilterr bû, vê dilteriya wî di dawiyê de ew rakêşa ber bi tesewwufê. Bi cil û bergên xwe pik bû, mêzereka xirr sipî dida serê xwe, awayekî şalê Diyarbekirî li ber xwe dikir, dibêjin gellek hez ji nêçîr û şikaran dikir. Ku diçû nêçîrê, cilê nêçîrê li xwe dikir, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav cîmnastîk dikir. Merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelkê de, du cihên wî hebûn; yekî ilmî û yekî malmezinî. Her wiha merivekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me'newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706-an di umrekî 56 salî de koça dawîn kir û her li Bayezîdê hat veşartin. Gorra wî niha jî zîyaretgeh e.''
Her çendîn, Alaeddîn Seccadî bi xwe dinivîse ku Mela Salih jê re gotiye ku navê bavê Ehmedê Xanî Helyas (Îlyas) e jî ew gava wî binav dike dinivîse ''Şêx Îlyas''. Alaeddîn Seccadî tarîxa mirina Ehmedê Xanî ji wê gotina Erebî derxistiye ya ku dibêje: ''Tara Xanî îla Rabbîhî'' (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firriya) Li gorî hesabê ebcedê ev îfade dike 1118'yê Hîcrî, ku Alaeddîn Seccadî 1706-ê Mîladî daye ber wê. M. Emîn Bozarslan jî li gorî vê agahdariyê hesabê 1118-ê Hîcrî derdixe û 1706-1707-ê Mîladî dide ber wê. Lê Ferhad Şakelî her çendîn agahdariya Alaeddîn Seccadî qebûl dike jî tarîxa hîcrî dike 1119 û 1707-ê Mîladî dide ber wê. Alaeddîn Seccadî dinivîse ku ev agahdariya ku Mela Salih dayiyê, cardin li gora ku wî gotiye li pişt kitêba wî ya bi navê Semediye [Sadula?] bi dest xetekê hatiye nivîsîn. Lê Gava Bozarslan behsa vê kitêbê dike dibêje Semedaniyye û gava Ferhad Şakelî behs dike dibêje Şamadiyya.
Sadiq Bahaeddîn Amedî ji bilî navê bavê wî, lê zêde dike ku dibêje navê bapîrê wî jî Rustem Beg e û di jêrenota xwe de diyar dike ku wî ev agadarî ji Mêjûyî Edebî Kurdî ya Alaeddîn Seccadî wergirtiye, lê rûpel nedaye û meriv agahdariyeka wiha di vê berhema Seccadî de nabîne.
Di dawiya Mem û Zînê de, Ahmedê Xanî her wiha diyar dike ku ev sîh sal in dinivîse16, piştî ku gava Mem û Zîn xelas kiriye çil û çar salî bûye fahm dibe ku wî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Ev her wiha wê yekê jî diyar dike ku wî hê di piçûkayiya xwe de îmkana xwendin û hînkariyeka piralî û tekûz dîtiye.
"Şêx Ehmedê Xanî, li Xana Sêgundan sala 1651-ê ji dayê bûye. Xana Sêgundan 10 kilometran ji gundê Gwîzereşê dwîr e. Xana Sêgundan gundekê qeza çelê ye ya bi wîlayeta Colemêrgê ve. Xana Sêgundan zozan e, bajêr nîne. Xanî, li bajêrê Bayezîdê çûye ber dilovaniya Xudê.'' M. Emîn Bozarslan di Mem û Zînê de ku wergerandiye Tirkî û Kurdiya wê ya Latînî û wergera wê ya Tirkî bi hev re çap kiriye, dinivîse ku Ehmedê Xanî sala 1651-ê li hêla Hekkariyê li gundê Xan'ê hatiye dinyayê.'' Lê di ya xwerûkiriya çapa 1995-an de ku li Swêdê hatiye weşandin Bozarslan dev ji vê îdîayê beradaye, ev îdîa kiriye ya ''hin nivîskar û lêgeran'' û ji dêlva wê ve cîh daye agahdarî û îdîayên lêkolerên cuda.
|
|
|
|
|
Î. Cûlemêrgî jî di meqaleya xwe ya bi navê ''Xanê û Xanî'' de dinivîse ku Ahmedê Xanî ji gundê Xanê ye û wiha dom dike (di wergirtina tekstê de me guh nedaye usûla rastnivîsîn û rêzimana nivîskarî M. C.): ''Gundê Xanê 40 km li başûrê bajarê Cûlemêrgê ye û niha ew di nava tixûbê navçeya çelê (çukurca) da ye. Di wextê de ji ber hatin û çûna rêwiyan, di navenda sê gundan de xanek (baregaha rêwiyan) hate avakirin, jê re digotin 'Xana Sêgundan'. Di demeka kurt de, gund, deşt û geliyên deverê jî paşnavên xwe ji navê wê xanê wergirtin: 'Xanî', 'deşta Xanê', 'geliyê Xanê'. Niha jî bi wan navan tên peyivîn ew cîh û malbat.''23 ''Şîva (gelî) Ertûş û Pinyaniş, Tuxûb û Tiyarê, Cêlo û Bazê li deşta Xanê digihên hev. Ji berê de rêka herêma Hekarya û Bahdîna di Xanê re diçû..... Ji ber çûn û hatina rêwî û karwanan Xanê pêşve çû û Xanî jî xurt û fireh bûn. Beriya 500 salan di nava siyaset û çanda herêma Cûlemêrgê de giranahiya wan zêde bû, di nava biryarên mîrê Hekariyan de bûne xwedan gotin û bawerî..... Di çaxê pisporiya wî de [Ahmedê Xanî M. C.] eşîra Xaniya (eşîra wî) hilweşandineka mezin derbaz kir. Di navbera waliyê Wanê û mîrê Hekariyan de şer çêbû. Ezemşêrê Xanî li Keleha Wanê paşayê Osmanî da ber xenceran û ew kuşt. Li ser vê bûyerê dijminahiya Osmaniyan zêde bû. Mîrê Hekariyan jî di vê meselê de neyariyane rawestiya, xiyanet bi Xaniyan re kir, gundê Xanê da valakirin û Xanî gişt koçber bûn. Hin çûne bajarên deverê, hin jî derbazî Şamê bûn..... Di koçberiya Xaniyan de binemala Seyda [Ahmedê Xanî M. C.] jî derbazî Nûrdizê bûn (Nûrdiz li bakurê Hekariyan girêdayî Şaxê(çatak) ye. Babê wî Şêx Îlyas li gundê Sevkê çû ser heqiya xwe. Tê zanîn ku Seyda ji bo xwendina xwe pêşve bibit derbazî Cizîra Botan bû û pişt re jî çû aliyê Bayezîdê.''24 Î. Cûlemêrgî diyar nekiriye ku ev agahdarî ji ku derê bidest xistine.
Cardin li gora ku Bozarslan neqil dike, ''Zimanzan û nivîskarê Kurd ê navdar Prof. Qanatê Kurdo, di pêşgotina xwe da ya li ser çapa 'Mem û Zîn'ê ya ku Kurdnasa Rûs a navdar Margareta Rudenkoyê di sala 1962-yan da li Moskovayê çap kiriye, her wiha nivîsiye:
'Navê bavê Ehmedê Xanî Îlyas e; ew ji qebîla Xaniyan e; qebîla Xaniyan, sala 1592 li erdê Bayezîdê cîwar bû.''25 Ev bi esasî ew agadarî ne ku Mela Mehmûdê Bayezîdî dane Aleksandre Jabayî û wî jî di kitêba xwe de weşandine.
Ferhad Şakelî neqil dike, dinivîse ku '' A. Husaini, îddîa dike ku ji ber ku hemû kesên ji malbata Xanî yên alim û dînî bûn û ji eslê xanedaniyê dihatin loma jî wî navê Xanî wergirt26, lê Şakelî baweriyê bi vê îdîayê nayne. Bi qenaeta min jî tu bingeh ji vê re nînin. çimkî eger Ahmedê Xanî ji malbateka xanedan bihataya wê navê wî bibûya ''Ahmed Xan'' ne ku ''Ahmedê Xanî''. Ferhad Şakelî her wiha qebûl nake ku Xanî ji eşîrekê hatibe ku navê wê Xaniyan be û loma navê wî bûbe Xanî. çimkî dibêje li gorî Kurdî eger ew bi navê eşîra xwe bihataya binavkirin wê bibûya ''Xaniyanî'' ne ku ''Xanî''. Di Soranî de rast e ku mensûbbûna eşîrtiyê bi vî awayî tê binavkirin, lê di Kurmancî de ne şert e wiha be. çimkî Botan dibe Botî, Kîkan dibe Kîkî, Mamxuran dibe Mamxurî. Loma jî ''Xaniyan'' dikare bibe ''Xanî'', ne şert e ku bibe ''Xaniyanî''. Lê tevî vê jî Şakelî xwe dispêre agahdariyeke Mark Sykes ku hêjaye em li vê derê cîh bidinê. Şakelî neqil dike ku Mark Sykes di nivîsara xwe de ya bi navê ''The Kurdish Tribs of the Ottoman Empaire'' de, navê hema hema hemû eşîran dide ku wê demê naskirî bûn. Yek ji wan eşîrên ku ew dide, navê wê, eşîra Xanî ye ku ew dibêje'' Xanî, 180 mal in, ew li nêzî Xoşabê bicîh bûne''27. Şakeli destnîşan dike ku Merk Sykes bi navê Xan yan jî Xanîyan behsa tu eşîrê nake û di wê xerîtê de ku kêşaye, eşîra Xanî li bakurê Hekariyan tê destnîşankirin. Piştî vê agahdariyê Şakelî hin beytên Ahmedê Xanî pêşkêş dike û bi vê dibêje ku ew ne ji maleka dewlemend a Xanedan bûye ji maleka eşîreka piçûk bûye û ev ji ew eşîra 180 malî ya Xanî bûye ku li nêzî Xoşabê bicîhbûyî bûye28.
Medeni Ayhan di kitêba xwe ya bi navê K¸rdistan'lû Filozof Ehmedê Xanî de dinivîse ku ciyê jidayîkbûna wî gundê Xan e ku bi ser Hakkariyê ve ye, ew ji eşîra Xaniyan e û navê diya wî Xan e, piştre jî lê vedigere ku Ahmedê Xanî navê ''Xanî'' ji eşîra xwe wergirtiye, lê ji bo van agahdariyan tu çavkanîyekê nade ku ka gelo ji ku derê wergirtiye29.
Li ser mesela eslê Ahmedê Xanî, agahdariyeka balkêş jî ya Ismet Alpaslan e ku min bi xwe di tu derên din de nediye, ew bi xwe jî diyar nake ku wî ev agahdarî ji kîjan çavkaniyê girtiye. Ismet Alpaslan wiha dinivîse:''Ahmedê Xanî (Arwasî) ji nesla Arwasiyan tê. Tê gotin ku ji Arwasiyan ji nesla Îmam Husên tê û hatiye li Rojhilatê Anadoluyê [Kurdistanê] bi cîh bûye. Ji vê neslê, kurekî Seyyid Abdurrehîm ê bi navê Seyyid Îbrahîm, yekî wî yê jî bi navê Seyyid Abdulazîz bûye.Yên Seyyid Abdulazîz jî sê kurên bi navên Mahmûd, Umer û Ahmed bûne, turbeyên van li Bayezîda Kevn in û tê texmînkirin ku Ahmedê Xanî yek ji van e30''. Ew, her wiha di vir de dinivîse ku Ahmedê Xanî li gundê Hekariyan ê bi navê ''Xan'' ji diya xwe bûye, pişt re hatiye li Bayezîdê bicîh bûye.
Asker Şamîlov di meqaleka xwe de ya bi navê ''Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê'', îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarîyê yê nav Azerbaycanê ye31.
Di dawiya vê meselê de, em dikarin bibêjin ku ji bilî gotina ''Xanî'' tu belge an delîlek tuneye ku meriv karibe bibêje ku Ahmedê Xanî ji filan an bêvan cihî, malbatê, gundî an eşîrê ye. Hemû agahdariyên ku hatine dayin spekulasyon û texmîn in.
Gava Alaeddîn Seccadî behsa wê yekê dike ku ''Şêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neqildikin, dibêjin merivekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û reşayî gellek tê de mabû'' nabêje ku ev agahdarî ew qas bi tefsîlat wekî wêneyekê ji kîderê aniye. Bes yekî ku Ahmedê Xanî dîtibe kare agahdariyên wiha bide. Îhtîmal e ji ber vê teswîra Seccadî ew kesê ku şiklê xeyalî yê Ahmedê Xanî kêşaye riya wî ber bi reşiyê ve û gurover, topkirî çêkiriye, ruyê wî jî maşşallah bi ruh û can hatiye çêkirin. Helbet em nizanin ku rastiya van agahdariyan hetta çi derecê ye, lê di Mem û Zîna xwe de, Ahmedê Xanî bi xwe, teswîreka xwe daye ku bi tevayî bi eksê van agahdariyan e:
Yên ku Mem û Zîn xwendine helbet wê bê bîra wan ku Ahmedê Xanî gava pesnê xweşikiya Sitî û Zînê dide, Sitiyê esmer û Zînê zerî nîşan dide32. Pişt re li dereka din, gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn jî dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweş dikeve. Ahmedê Xanî bi gellek awayan cefakêşî, derd û kulên Zînê teswîr dike, li cihekî jî wê zeîf wekî mû, zer wekî zaferanê nîşan dide û dibêje ew mû bûye wekî rengê ruyê Xanî33. Ji vê jî meriv kare tê derxe ku Ahmedê Xanî yekî kejik (zer) û zeîf bû, ne ku rîhreş, rûgroverr û sermezin...
Agahdariya ku Alaeddîn Seccadî, dibêje ''ew li Bayezîdê ji diya xwe bû, li medresa Mûradiye ya Bayezîdê xwend, çû Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, serî li Misrê da di dawiyê de ku îcaza ilmî wergirt, vegeriya ji bo Bayezîdê, dest bi dersdanê kir, bi fermana Şahane çû Babê Alî Îstanbûlê'', ne diyar e ku wî ji ku derê anîye, tu belge û delîlan jî nîşan nade. Lê piştî ku Mem û Zîn destanek e ku li Cizîra Botan derbas bûye û tê de Ahmedê Xanî welê bi tefsîlat behsa jiyana Cizîrê, behsa taxên wê dike,34 ev dibin nîşan ku ew, demeka dûr û dirêj li Cizîrê jiyaye, xwedanê cih û rûmeteka bilind bûye di civakê de û di dîwana mîrî de. Wî, Nûbara Biçûkan wekî ferhenga Erebî û Kurdî amade kiriye, bi karê xwe nîşan daye ku ew dersdariya bi Kurdî dike, hetta nesîhetên ku ew di Nûbarê de dike, qenaeteke xurt li ba min peyda dike ku wî dersdariya şehzadeyên mîrîtiyê dikir, terbiya biçûkên xanedaniyê di bin berpirsiyariya wî de bû35. Ji bo ku ew nêzîkî mîr bû36 wî rê û dirbên îdarekirina mîrîtiyê ji nêz ve dinasîn loma jî ev, di Mem û Zînê de bi tefsîlat teswîr kirin.
Gava dibêje ku wî Mem û Zîn bi Bohtî, Mehemedî û Silîvî nivîsîye37, ew wê yekê jî dide nîşan ku ew ewqas li van deverên Kurdistanê geriyaye û jiyaye ku, huner, xusûsiyet; wekhevî û cudayiya van herêm û zaravan dizane. Di vir de ez dixwazim parantêzekê vekim û li ser mesela ''Muhemmedî'' rawestim. Muhemmedî kîjan zarav an kîjan herêm e ez bi xwe nizanim. Lê îhtîmalek e ku ev ne Muhemmedî lê Mehmûdî be. Heke welê be Mehmûdî ew mintiqe û ew zarave ye ku berê mîrîtîyên Hekariyan û Behdînan digirt nava xwe û jê re Mehmûdî dihate gotin. Pişt re ev mîrîtî ji hev cuda bû û bû Behdînan û Hekariyan.
Cardin bi saya ku tiştên di Mem û Zînê de hatine nivîsîn meriv dikare bibêje ku gava Ahmedê Xanî ew nivîsiye ne li Mîrîtiya Botan lê li Bayezîdê bûye. Her wekî tê zanîn berhemên manzûm ên berê qalibeke wan hebû, berê bi navê Xwedê dihat destpêkirin, pesn, hemd û sena ji Xwedê re dihate kirin, piştre pesnê pêxemberê wî, Hz. Muhemmed dihat dayin û şefaet jê dihat xwestin pişt re jî pesnê padîşah, hukumdar an hakimê wî welatî kî be dihat dayîn, hêvî û dua jê dihatin kirin. Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî berê ku dest bi destana evînê bike li gor vî qalibî dimeşe. Gava meriv pesnê hakimê wî zemanî yê ku Ahmedê Xanî li ser nivîsiye dixwîne, eşkere dibe ku ew behsa mîrê Bayezîdê dike.
|
|
| |
|
|
MÎR CELADET BEDIRXAN(1893-1951)
Mîr Celadet Bedirxan, siyasetvan, rewşenbîr, edebiyatzane, zimanzane helbestvan bû. Dema ku ji Mîr Celadet û birayên wî bahs bê kir, çanda kurdî, zimanê kurdî, edebiyata kurdî, dîroka serîhildan millî ya kurdî ya ku di bin serokatîya Mîr Bedîrxan de hatîye meşandin, tê bîra her kurdekî û mirovekî û dinyayê.
Mîr Celadet Bedirxan, rewşenbîrekî navneteweyî bû. Wî heşt ziman baş dizanî bû. Wî bi wan zimanan dixwend û dinivîsand. Loma jî di heman demê de şexsiyetekî bi navûden deng bû û navneteweyî bû.
Ji bona mafên milletê kurd jî, bi gelek berpirsiyarên cîhanê û Ewrupayê re rûniştîye.
Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1893an de li Stenbolê li surgunê tê dinyayê. Ew kûrê Emîr Elî Bedîrxan e. Bavê wî jî rewşenbîrekî kurdan yê bi navûdeng bû. Ji bona ku ji wan re qedexe bû ku ew vegerin Kurdistanê û Cizîra Botan, bavê wan, dengbêj û çîrokbêjên li Kurdistanê dianîn Stenbolê. Mîr Celadet Bedirxan û birayên wî, ew dengbêj û çîrokbêj guhdar dikirin. Loma jî ew bi dengê kurdî û çanda kurdî mezin bûn.
Wî, dibistana seretayî û navîn li Stenbolê xwend. Ew xwendevanekî gelek zîrek û jêhatî û xebatkar bû. Di wan salan de jî bala mamosteyên xwe dikşîne. Mamosteyên wî, tên wê qenaetê ku ji Mîr Celadet şaxsiyetekî gelek bi navûdeng dê çê bibe. Jiyan û pirêzeya wî jî, mamosteyên xwe rast derxistin.
Piştî dibistana navîn, wî Herbiyeya Osmaniyan xwend û qedand. Di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de wek serekleşker li Kafkasyayê beşdarî şer bû.
Dema ku li Stenbolê bû, bav û apên wî, di destpêka sedsala 20an de gelek rêxistinên kurd ava kirin. Mîr Celadet jî, ji wan rêxistinan re bû endam û alîkar.
Ew di heman demê de beşdarî avabûna gelek komeleyên kurd bû.
Piştî ku împaratoriya Osmanî belav bû û hemû millet ji împaratoriya Osmanî veqetiyan, wî jî xwest ku yekîtiya kurdan ava bike. Lewra piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn ji bona kurdan jî derfet derket kû bibin dewletek serbixwe.
Di sala 1920an de jî Peymana Sewrê hat li darxistin. Di Peymana Sewrê de biryar hatibû girtin ku Dewleta Kurdistanê jî ava bibe. Hezar mixabin Mîr Celadet Bedirxan di karê yerkîtiya kurdan de biserneket.
Beriya Peymana Lozanê ku vê peymanê Kurdistan kir çar parçe: Ew û birayê xwe Mîr Kamûran Bedîrxan çûn Elmanyayê. Li Elmanyayê perwerdiya xwe domandin.
Ew, di sala 1925an de derbasî Misirê bajarê Kahîreyê bû. Wê salê serîhildana mezin ya 1925an li Bakûrê Kurdistanê dest pê kir. Wan xwest ku beşdarî serîhildanê bibin. Lê serîhildan zû bi qetlîama kurdan qediya.
Pişt re jî çû Sûriyeyê. Wê demê Sûriye di bin bandor û mandetariya fransızan de bû.
Mîr Celadet Bedirxan, li Suriyeyê jî xebatên xwe yên siyasî û edebî domandin.
Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nafîz Zaza, Qedrî Can, Osman Sebrî, Haco Axa, Qedrî û Ekrem Cemîl Beg û siyasetmedarên rewşenbîr yên kurd, bi tevî hinek serokeşîran rêxistina Xoybûnê ava kirin. Ew bû serokê Xoybûnê. Ji bona ku beşdarî Serîhildana Agriyê bibin, tevgeriyan. Hezar mixabin beriya bigihîjin Agriyê serîhldana millî ya Kurd bi komkûjiyê dawî hat.
Piştî salên 1930yî giranî da xebatên çandî, edebî û zimanê kurdî. Di 15ê Gulan a 1932an de dest bi weşana HAWARê kir. Hem bû berpirsiyarê HAWEARê û him jî bû nivîskarekî girîng yê kovarê.
Di Hawarê de him elfebeya erebî û him jî elfebaya latînî bi kar anî. 23 hejmarên kovara Hawarê bi tîpên erebî û latînî hatin weşandin. Piştî hejmara 24an, bi tevayî tîpên latînî hat weşandin.
Di kovara Hawarê de, bi piranî nivîsên kurmancî, bi awayekî berdewamî Soranî û dem deman jî zazakî nivîs hatin weşandin.
Di wê demê de ew helwestek gelek baş û Kurdistanî bû. Lewra wê demê di navbeyna hemû beşên Kurdistanê de û bi taybetî jî di navbeyna sê beşên Kurdistanê (Bakûr, Başûr, Rojava) de, dûrbûnek çê nebibû. Rewşenbîrên kurd her sê zaravê kurdî diaxivîn û dixwendin û dinivîsandin.
Di kovara Hawarê de nivîsên erebî û tirkî nedihatin weşandin. Lê nivîsên bi fransizî dihat weşandin. An jî nivîsên kurdî dihatin weregerandin ji bo fransizî.
Di vê qonaxê de jî, di kurdiya latînî de elfebaya kovara Hawarê tê bikaranîn.
Kovara Hawarê, him ji bona ku zimanê kurdî standardîze bibe û him jî ji bona ku qedroyekî nivîskar yên kurdî perwerde bibe, rolekî dîrokî û çandî û kurperwerî lehîst.
Di Hawarê de ji derveyî Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qadrî Can, Nureddîn Zaza, Reşîdê Kurd û gelek kesên din nivîs dinivîsandin.
Kovara Hawarê piştî hejmara 57an di sala 1943an de jiyana xwe bi dawî anî.
Jiyana Kovara Hawarê 11 salan domand.
Mîr Celadet Bedirxan, di sala 1942an de li cem kovara Hawarê, kovara Ronahî weşand. Di destpêkê de wek beşekî kovara Hawarê Ronahî ket jiyanê. Piştî ku kovara Hawarê jiyana xwe bi dawî anî, bû kovarek serbixwe.
Kovara Ronahî bes kurmancî nivîs weşandin û bi elfebeya latînî jiyana xwe domand. Ronahî, piştî 28 hejmaran di sala 1945an de jiyana xwe bi dawî anî.
Nivîskarên Hawarê di heman dem de nivîskarên kovara Ronahî bûn.
Mîr Celadet Bedirxan li Şamê çû ser dilovaniya xwe. Mirina wî gelek trajîk bû. Dema ku li gundekî çandîna pembo dikir, ket bîra avê xeniqî.
Mezelê wî li Şamê ye. Dema ku ez li Şamê bûm derfet çêbû ku ez serdana mezelê wî merivê mezin û xebatkarê/pêşmergeyê çand, edebiyat û helbesta kurdî bikim. Dema ku min mezelê wî ziyaret kir, ji bona çîroka mirina wî ez gelek gelek xemgîn bûm û giriyam. Mezelê wî tesîrek mezin li ser min kir.
Dîsa dema ez li Şamê û rojavayê Kurdistanê bûm, min hevjîna wî, dotmama wî Rewşen Xanim jî nas kir. Derfet bû ku em bi hev re rûnin, ew qise bike em guhdar bikin. Em bipirsin ew bersîv bide. Rewşen Xan jî behra çanda kurdî bû. Jineka gelek qerardar bû.
Ew kesekî wek derya û behra zanyariyê bû. Ew dibistana edebiyat û çanda kurdî bû. Ew entellektuelekî mezin yê kurd bû. Ew kesekî navneteweyî bû.
Berhemên Wî
Elifba Kurdî (Kürtçe Alfabe)
Rûpelên Elfabê
Rêzimana Elifbaya kurdî
Rêzimana Kurdî (Kürtçe Gramer) (Roger Lescot ile birlikte)
Ferhenga Kurdî (Kürtçe Sözlük)
Günlük Notlar
De La Question Kurde / Kürt Sorunu Üzerine (Fransızca ve Türkçe)
Were Dotmam (Hawar Dergisi'nde yer alan şiirler)
Edirne Sükutunun İç Yüzü (Kamuran Bedirhan ile birlikte)
Mustefa Kemal'e Mektup
Dîbaca nimêjên îzêdiyan
Hevind
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...