Hevaliya Bi Helbestan Re...(Yahya BARINÇ-Sabri ÜLGER)

HELBESTA DIYARI JI BO MIN

(Ev helbest li zindana Sêrtê ji min re hatiye diyarkirin)



Hevalê Simeîl ji Gundikê Melî

Te ewqas medres û mektebe xwendî

Tu nebî memûr, ne jî efendî

Lê tu ji bo axa xwe geleke dildarî


Dê û bavê te yên belengaz

Diçandin ce, genim û pîvaz

Ji xeyni rez, dewar û pez

Da hûn bibin xwenda û mêrxas


Dê û bav dibêjin me hindik ji bo we kir

Em ji bo we gelek serfiraz û serbilindin

Hûn a li ser riya şefer û azadî

Ew çêtir e ji memûr û efendîtî


Bila mo serfiraz û serbilind be

Tûrikê parsê li milê mo be

Çiqas mo feqîr û belengaz be

Xweştir e ji mir, beg û paşatîya bêşeregî


Ne ew paşatiya zilimkar û dizîtî

Ne ew memûrtiya bindest û koletî

Ne ew ilm û dînê riyakar û sixtetî

Ne jî ew jiyana xapandin û dirûtî


Her bijî feqîrî, helalî û rastî

Gundîtî, azadî û serbestî

İlm, dîn û baweriya ji işka îlahî

Nanek helal, avek zelal û azadî

(Yahya BASAN-Sabri ÛLGER)






DIYARI YAHYA Û SEBRI-BERSIV

(Ev Helbest, Bersiva Helbesta Hevalê Yahya û Sabriye)
Du kalên pîremêr in

Piştqelew û ziktêrin

Devkalot in pariyan nahêrin

*********************

Emrên xwe kirin xwelî

Çû ew dilên ciwan dikelîn

Bûn şagirtên şêx û melî

Ked kirin her saet û kêlî

********************

Dem derbasbû, şoreş pêş ket

Aqlê berê ji kerê ket

Yehya û sebrî pey dozê ket

Şêx û axa çûn, aqil ser ket

*******************

Mal û zarok dane alî

Binê tûrik maye xalî

Rûmet esas e, cîhan fanî

Her yek ji we neviyên Zalî

********************

Spasdarim ji bo bîranînê

Ji bîr nakim heya mirinê

Ez im hêvîdarê ji bîrnekirinê

Bendewarê azad hevdîtînê

War BOTAN

 (20/01/2014-SÊRT)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...