EY BAPÎRÊ NUH(Helbest)

Ka were, heyran were

De were û li kêleka min rûne

Da ev dilê kul ji te re xeman bihûne

Dil bûye kelekeke kevnar,

Li ber pêlên demê,

Gelek Tofan borandine

Ha hat xwar, ha yê bê xwar.

Ev kevniya wê, hemû şopên pêlên xedar,

Her derzeke wê, diyariyeke ya bobelatekêye


Ji saxmayîna wê şaqiz nemîne,

Darên wê, ji darmaziya welatê te ye,

Lewma pir qahîm û xwe girtiye.

Nebêje ma qey piştî min jî Tofan hene,

Were ji xwe re Tofanan bibîne

Tofanên tên jîn, ji ya te mezintire

Tu yê bêjî, hey hawaaar û sed hewar

Bê lome be, ma ya min jî Tofan bû...


Ka bibîne, nevîyên te xwe,

Çawa ji bapîrên te Habil û Qabil hevkujtirin

Ka bibîne ku ew bajarê te,

Çawe hatiye wêrankirin,

Li Şûnwar û kavlan çawe dixîne Pepûk û Kundûk

M3ina bapîrê te Simeîlê li ber kêrê,

Neviyên te çawa stûxwarin li ber kêrê

Bila Kêfa te neyê,

Ne ji bo Yezdanê te, ji bo yên xwe...

ji bo pariyeke nan, çawa difiroşe

Xwişk û birayên xwe.

Û çawa mîna gurên devilxwîn, êrîş dikin nirxwe xwe,

Were Bapîr were,

Were ji swe re Tofanan bibîne.

Kara rabbe serê xwe ji gorê hilîne

Rewşa Cizîrê, bajarê gora xwe bibîne,

Rewşa Birca Belek, qesra Bedirxanê xwe...

Lê xema jê nehilîne,

Li alê xwe yê çep û rast binêre,

Ji Qîz û Lawên xwe yên li Cûdî û Gabar re silav bişîne

Baweriya xwe bi wan bîne,

Nehleta birakujî û bêtifaqiyê ser me hilîne.


War BOTAN

(24/08/2016)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...