ÇIYAYE EVÎNA HELIYAYÎ

Evîna mîna kevireke yê çiyayeke asê


Li ber ba û bahozên demsalan

Qesaya çilê zivistanan û kelegerma havînan, 
Hûrhûr heliya...

Her qetek kete ber pêlên robarên dem, teriqî û çûne cihên cuda.

Carinan qetek bû kevirê destê sivanekê ye ber keriyê pez de tê avêtin

Gelek caran bû kuçekê li çûlê piştî destavekê yê qonpaqijkirinê...

Kêmî caran li bajareke bû kevirê destê çalekvanekê,

Li bajêr hêran kirin xerca apartmanekê

Û piraniya wan li ber pêlan ket

Mihilîn û li qiraxa çem an jî zeryayekê di nav qomê de wenda bûn

Yane Kilîlkê xusaret bû ew çiyayê bilind

Warê Gulxwîn û soryaza latan,

Ew çiyayê hêlîna bazan, 

Cihê xwendina kewên gozel, bilbilên tehtan, pezkoviyan...

Niha bûye riya keftar û guran,

Bûye seyrangeha qewadên dayikên xwe li wir difirosin

Ew çiyayê pak û destmêja wî ji her qirêjiya biçûk diskest,

Îro ketiye nava cinabetiyeke bêdawî,

Ne dem ew deme, ne jî cih ew cih e...

Mixabina wî çiyayê pîroz...


War BOTAN

09/07/2017/Erzurum 

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...