MÎRO TÊ...(Stran)

Mîro tê j’dîlanê, bego tê j’dîlanê x2
Mîro şîr gire da, berda ser qeytanê x2
Heyfa xortê Kurdan, mane l’ber baranê x2

…………………………………………………


Mîro tê j’Dihokê, bego tê j’Dihokê x2
Mîro şîr girêda berda ser vê cokê x2
Heyfa xortên Kurda, manê ber teyrokê x2

………………………………………………………
Mîro tê j’sûkê û, bego tê j’sûkêyo x2
Mîro şîr gire da, danî ser newqêyo x2
Heyfa xortên Kurda, mane ber berfêyo x2

Herem: Botan/Berwariya
Stranbêj: Civata Dengbêjan/Mexmûr

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...