BERFIN

Tu gulxîna ciyayê Elkê
Xweziya lawên xelkê
Berfına bihara min ê
Beriya te dikim gelekê
Bejna zirav lihevhatî
Ser ser û çavan hatî
Mêvana xewnên min î
Ka ew roja tu bi xwe hatî

Porên te yên şehkirî
Herdû çavên kilkirı
Dema carek te bibîne
Yê rabe ji gorê ez mirî
Di zivistana min de Berfîn î
Di dil de ne kêmî zîn î
Delel û şepal evîna min î
Tu vî dînê xwe nabînî

War BOTAN
(03/05/2013-SÊRT)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...