KÎ ŞER

Li nava çar dîwaran
Ji ber şerê pergala ez têde
Li nava dîwarên mejiyê min de
Talan û wêran çêbûye
Di şerê Mihemed û Nietzche de
Yek dibe xûda heye, yê din miriye
Tevî van mijar û berxwedanê
Ez hatim ber berdanê
Lê belê xilasbûna min, 
Ne li ser pêşketina şaristanê
Şerê min ê herî mezin,
Di nava min û  dilê min de ye
dûrbûna te bi hisretê dil wêran kir
tenêhêliştina te ara min ranekir
xeyal û hêviyen me hêdî winda dibin
bêdengiya te di dilê min de
haya kesê jê neyî daholê lêdixe
din nav vî şerê mezin de
şerê cîhanê ne gelek derd e

War BOTAN

(9/11/2011-AMED)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...