Xifşa Dûr(Helbest)

Mim heye Xifşeke dûr
Dilê min dike birînên kûr
Bi meya evînê kirim kor
Birim civata Mela ya jor

Ji çavan di dide min çoş
Ez mestim lê ne serxoş
Ne jovanim vedixwim xoş
Were keko ji te re jî noşş...
Bi bejnê bayê dizivirîne
Bayê di aşê evînê de hêrîne
Ew vê bayê li min dialîne
Felek li serê min digerîne

Zimanê wê kevoka biheştê
Çiyayan dike wekî deştê
Mirin ji destê wê xweş tê
Neyîna wê li min êş tê

War BOTAN
(12/08/2016)

No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...