Dijîm çi xêr çi guneh,
Ha sal çarde ha jî notûneh
Ez çawe bêjim min jiyan kir
Dibore beyî jimar,
Nikarim bigirim, di tehise bûye mar
Tam nade tu dem û kar
Ez çawe bêjim min jiyan kir
Yar hebû ne kêmî Zîn
Ne kêmî Mem kirim dîn
Çû xwe re bir vîn
Ez çawe bêjim min jiyan kir
Mal hebû wekî Karûn
Diherikî hingivî û rûn
Xelas bû, yar çûn
Ez çawe bêjim min jiyan kir
Bûme kovanê xem û hest
Lewaze laş û dest
Çemê jiyanê diherikîne hest
Ez çawe bêjim min jiyan kir
War BOTAN
23.04.2017/ERZURUM
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...