BÎRA MIRINÊ

     Botan ji aliyê xwe yê dewlemendiya sererdî û binerdî ve gelek dewlemend e. Ger astegkirinên desthilatdar û şer tune be mirov dikare tenê bi berhemên erdnigariya wê xwe bide xwedîkirin. Jixwe demên berê êl û eşîran(civaka wê ji van pêk dihat) bi vî awayî jiyana xwe didomandin. Lê mixabin bi polîtikayên valakirina gundan û kûvîçêrîn qedexekirinê, malbat mehkumî cerdevanî, di sazîyên desthilatdariyê de mîna xulaman xebatkariyê bûn. Yên radestî vê mehkumiyetê nebûn, xwe bêminetî desthilatdaran dîtin. Karê bi ser pişta xwe an jî bi hêstiran qaçaxiya cixareyan û komirê  kirin. Lê sed heyf û mixabin bedelên van herdu karên bêminetiyê jî giran bûn. Gelek mirovên heremê hatin girtin û hatin kuştin(Roboskê û gelek kesên mayîn bin komirê de mînakin).

Keda Rê Û Riya Mirinê
      Herî dawî li kanên komirê yên Gundikê Melî(BALVEREN) sê kesan di kanên komirê de jiyana xwe ji dest da. Di nav wan kesan de Hecî Evdirrehman/Abdurrahman TUNÇ(43 salî, babê pênc zarokan) û û birayê wî Emer/Ömer TUNÇ(babê sê zarokan, 37 salî) birayên Ehmed TUNÇê di sala 2009 ê mayî bin kanên komirê ve bû. Piştî wendakirina birê xwe, barê ser pişta wan giratir birbû. Mecbûr bûn ku li hevjîn û zarokên birayê xwe Ehmed jî binêrin. Hecî Evdirrehman di emreke nemezin de çûbû hecê û emrê xwe bi rûkeniyeke mirovan dilxweş bike û alîkariya wan bike derbas dikir. Ji bo aboriya xwe jî diçû karê komirê.
Birayê wan Evdillah(Abdullah TUNÇ) serdema hilbijartinê ya borî ji bo hevşaredariya Bajarok hatibû bijartin. Piştî hilbijartinê, barê wan hîn giratir birbû. Ji ber ku êdî mêvan dihatin û diçûn. Diviya her tim yek li ber xizmeta mêvanan ba. Emer ev peyvir girtîbû ser milên xwe, êdî nedikarî tu karekê jî ji xwe û debara zarokên xwe re bikira. Tenê dikarî kar û barê malê sererast bike. Birayê wî yê hevşaredar hate girtin û li şûna wî kayyûm hate cihkirin. Jixwe armanc jî ev bû, di rûniştina dadgeriyê ya yekemîn de hate berdan. Piştî vê bûyerê barê Emer jî hinekê sivik bû û dîsa çû ser karê xwe yê karkeriya komirê.
     Îdrîsê Hecî Aqûb/îdrîs İNAL(39 Salî, babê sê zarokan) jî gundiya wan û ciranê wan ê kar bû. Zilameke tunê bû, ji malbata xwe cuda birbû. Dayînxwendina zarokan û barê debara malbatê giran bû. Demekê karê qaçaxiya cixareyan kir, dema ew jî hate qutkirin, dîsa dest bi pişeya xwe ya ewil, karkeriya komirê kir.  
Piştî şeş kesên di kanên komira binya Şirnex de jiyana xwe ji dest dayî û 19 kargerên xwedanê kanan ji ber sedemên siyasî hatin binçavkirin, deriyê karkerên komirê yên debarê jî hatin girtin. Bi awayeke fermî karê komirê hate qedexekirin. Her çiqas karker li bendê bûn, piştî hineke sererastkirinên fermî dê kanên wan ên komirê vebe jî, nehatin vekirin. Lewma hêviyên xwe ji vekirina wan danîn. Bi vê hişmendiyê millet xwe dan hev û çûn amûrên xwe yên kar ji kanên komirê derxînin.
     Hecî Evdirehman birayê xwe Emer berdide bîra komirê ya ji sed metreyi kûrtir de, da tiştan bi werîsê asansorê ve bike û rêke jor. Piştî Emer çû jêr, demeke dirêj aşareke ji Emer ne hat, Evdirehman ban dike wî bes deng jê der nayê. Evdirehman ban dike karkereke cîran, were min ber de xwarê, dengê Emerê bira nayê, ka bê çima bersiva min nade. Karkerê ciran Emerê Hesenê Melî tê ser asansorê û Birayê mezin jî berdide xwarê. Piştî demekê deng ji wî jî nayê. Karkerê ciran hewar dike karkerên cîran û hemû kom dibin. Ciwanekê rêdikin xwarê. Karkerê ciwan diçe heya nîvê rê û aşarê dide ku wî bikêşin. Dema wî dertînin dibînin ku ciwan nîvmiriye. İdrîsê Hecî Aqûb dibêje ev ji ber gazê wisa hatine, min berdin jêr, ez ê biçim wan derxînim. Her çiqas dibêjin na jî, ew xwe bi werîsî ve girê dide û dibêje min berdinbinê bîrê. Bivênevê wî jî berdidin. Piştî demekê aşara kêşana jor dide. Hevalên wî yê li ser devê bîrê bi kêfxweşî û çoşî wî dikêşin. Derdikeve bes keseke xwe re neaniye. Ji hevalên xwe re dibêje, li jêr gaza metan heye, Emer û Evdirehman ser hişê xwe çûne û ketine binê cirnê ji bo da ku ava di kanê de li wir kom bibe. Min vê carê berdin ez ê vê carê xwe bigihêjînim wan û yek û yek derxînim. Hevalên wî dîsa berdidin xwar, bes şîreta qet werîsî ji xwe veneke lê dikin. Piştî demeke dirêj ban dikin İdrîs jî dengê wî nayê. Werîsî dikêşin dibînin ku weris ji navtenga wî vebûye. Heya wê demê hêzên dewletê tên û êdî nahêlin kes bikeve nava bîra mirinê…

     Ev bûyer û bi dehan bûyerên weke vê di çapemeniyê de bihayê nûçeyekê ne. Kes nizanin bê ka çi agir ketiye nava wan malbatan. Kesên rayedar an jî yên dikarin ji bo vê rewşa malbat û heremê tiştekê bikin, ker, kor û lal in. Erdnigariya 3 bajarên mîna Şirnex û navçeyên wê dikarin xwe ser xwedan bikin, ji ber rewşên siyasî bûye bîrên mirinê û riyên bazirganiya mirinê. Dizanim ev nivîs jî dê weke gelek tiştên din li ber bayên demê bikeve, lê di kesayeta hersê şehîdên debareke bi rûmet de, bîranîna hemû kesên jiyana xwe di vê riya ji dest dayîn, deynê stûyê me ye. Ronahiya Yezdan ji nava tirba we kêm nebe û sebrê bide malbatên we…
05/12/2017
War BOTAN
Rojek Ji Jîyana Karkerên Komirê.(Bi Dîmen Temaşe Bikin)



No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...