JÎYANA MİHEMED ŞÊXO
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li Başûrê Rojavayê welat, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçberî dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye.
Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şûnda dest ji dibistanê ber didê. Di salên xwe yê dibistanê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike.
Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên ji xwe rê bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike.
Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçav kirin. Li ser wê yekê carek dîn berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre.
Bi têkçûna serhildana li Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û wekû tê gotin li vir jî çûye Bajarê Gonbed Kavûs a Îranê. li Îranê kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.
Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.
Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû li ser dilovanîya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.
Bandora Mihemed Şêxo li ser Muzîka Kurdî
Mihemed Şêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.
Berhemên Wî(Qaset)
- Ay Gewrê
- Cana min/Sînem
- Koçê Me Barkir
- Gulîzar
- Ey Felek/Kewê
- Ême
- Dil Perîşanım
- Nesrîn
- Ay Lê Gulê
- Nalinêk
- https://ku.wikipedia.org/wiki/Mihemed_%C5%9E%C3%AAxo
- http://www.navkurd.de
No comments:
Post a Comment
Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...