Erê em dizî dizanin, Ka em daberiz binasîn-Gotar





    Ji bilî Akp û 2-3 şirîkên wê, hema bêje hemû partî ji bo neheqîya li HDPê tê kirin, gazindan dikin û her tiştî dike stûyê Erdogan û Akpê de. Lê rojek ji rojan ne ji bo parlementerên-vîna gelê Kurd yên hatîn girtin, ne ji bo MYK û hevserokên wê yên hatîn girtin, ne ji bo şaredarîyên hatîn jêstandin, û ne ji bo hezaran endamên wê yên di zindanan de tişteke mecîd nekirîne. Ew jî mîna dewlet û hêzên Ewropa ji sekn û helwesta “em bi fikar dişopînin” pêşdetir naçin. Gelek caran li hember evqas zilmê wê jî nakin. Heya ji destê wan hatîye bûne şirîkê pelixandin û perçiqandina her tiştê HDPê.

    Armanca vê lehîstok û durûtîyê; di mejîyê xwe yê qirêj de dibêjin dê HDP bê girtin û dê hilbijêrên Hdpê hilbijartina bê de dengê xwe bidin me ye.

    Na ger hûn bêjin tu xelet î, êê de bila! Ka bila CHP, DEVA, GELECEK filan û bêvan rabin bêjin erê babo HDP ne nûnerê Kurdan e, lewra em piştgirîyê nakin. Lê divê em mafê Kurdan ên ji netewbûnê tên, ên li hemû cîhanê ji bo hemû neteweyan bi makezagonan hatîn mîsogerkirin û tên dayîn (ziman, perwerde, hilbijartin...hwd) bidine wan. Lewra em bi kiryarî vê bixin meriyetê… De keremkin, ger rast e hûn dibêjin ev zilmû zelalet e, li pişt gotina xwe bisekinin. Na ger we nekirîye û hûn nakin, ev gotina li jor rast e û hûn tenê bikirên dengê hilbijêrên HDPê ne û hew.


    Ev nêzîkatîya van derewkarên durû heqaret e li hemû heskirî û hilbijêrên HDPê. Kurd û piştgirê wan weke bêhiş hesibandin e. Hilbijêrên HDPê weke ehmeq û kêmaqil hesibandin e. Divê piştgirên HDPê, dikarim bêjim yên ne piştgir lê vê zilmê dibînin jî, bi van lehîstokan bihesin û hîn pirtir li dora HDPê kom bibin.

    Niha hûn ê bêjin erê ma tu gunehê dizî nîne, hema gunehkar tenê yên rê li ber wan vedike ne?! Na helbet, ji xwe diz û zilimkar dîyarin û her kes nav û nîşanên wan dizane. Ew ya dizanin û dixwazin dikin. Her roj hinekan dikin wezîr, hinekan jî rezîl. Em dibînin çawe serê hevalên xwe yên bi wanî re diçûn mirinê, zava, parlameter, û wezîrên wî li ber lingan her roj gindir dibin. Ma ka em ê çi gazindan ji wan bikin?! ew karê xwe dikin. Hilbijêrên HDPê jî tu hêvî ji wan nemane.

    Lewra divê hilbijêr şîyar be, di hişmendîya lîstika tê lehîstin de be. Nebe sempatîzanê van nermikên bin kayê de. Ya baş, ev ên di rastîya xwe de bûyîn gopalê destê zilimkaran lê xwe di bin rûpûşê de weke dijber/mûhalefet nîşan didin naskirin e. Her çiqas weke hêvîyekê em bêjin dê ew jî rojekê xwe ji hevsarê faşîzmê xelas bikin û bibin alîgirê rasteqînê jî, lê êdî kerê ker û kor jî dizane ji bo vê divê herî kêm 3 nivş bimirin û nivşên nûyên rabin bi terbîye û perwerdeyeke ji nijarperestîyê dûr, demokratîk û sincî bên mezinkirin. Ev jî di vî reng û rûyî de ne pêkan e!


    Yên xwenas ji xwe dizanin. Sekna HDPê dîyar e. Weke di wêneyê li jor de jî aşkere, ji HEPê heya HDPê tenê tîp û remz hatine guhertin. Weke din ne tekoşîn û berxwedan gelê Kurd hatîye guhertin, ne jî partîgirtin, binçavkirin, zindan û kuştina serdestan li ser Kurdan meşandî hatîye guherîn. HDPê jî fêr bûye ku ne bi berxwedanê be tu tişt jî nayê guhertin. Yên li hember zilmê li ber xwe didin ji ya xwe nayên xwarê ev gel gihandîne vê radeyê ku îro yên weke CHPê û filan bêvanan li pey Kurdan lavelavê dikin. Jixwe ya esas jî tekoşîna bênavber e…


Bi silav û rêzdarî…


War BOTA/20.03.2021



No comments:

Post a Comment

Rexneyên ji dil, nîşaneyên heskirinê ne...